Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Komeke girêdayî DAIŞê sivîlan li devera Yermûkê dorpêç dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokên ku ji alîyê Ceyş Xalid ibn el-Welîd ya girêdayî DAIŞê hatine tecnîdkirin li gundewarê rojavayê Deraayê tên dîtin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Zarokên ku ji alîyê Ceyş Xalid ibn el-Welîd ya girêdayî DAIŞê hatine tecnîdkirin li gundewarê rojavayê Deraayê tên dîtin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ceyş Xalid ibn el-Welîd ê girêdayî "Dewleta Îslamî" dest pê kiriye sivîlan weke mertalên zindî bi kar tîne li deverên li jêr kontrola wê li devera Yermûkê li başûrê Sûrîyayê, çalakvanekî got.

Bi pêşketina rejîma Sûrî û milîsê hevbend ber bi sînorê devera li jêr kontrola wê, giha asta ku ew erdê li jêr kontrola wê weke "Wîlayet Yermûk" îlan bike -- ew parêzgeheke DAIŞê ya jê re tê gotin Dewleta Îslamî.

Dema ku vê gavê gengazîya êrîşeke tevgir li ser wê zêde kir, Ceyş Xalid ibn Welîd dest pê kir nahêle ku sivîl ji devera li jêr kontrola wê li devera Yermûkê derkevin, çalakvanê xwecihî Museb Esaf ji Diyaruuna re got.

Wî got ku biryara qedexekirina derketinê hat weşandin û hat cîbicîkirin di şeva Sêşemê de (10ê Tîrmehê), ji ber ku 10,000 sivîl ber bi gundewarê Qunêtrayê ve reviyane.

Endamekî Ceyş eXalid ibn el-Welîd di şer berê li gundewarê Deraayê beşdar dibe. [Wêne ji Musab Esef hatiye wergirtin]

Endamekî Ceyş eXalid ibn el-Welîd di şer berê li gundewarê Deraayê beşdar dibe. [Wêne ji Musab Esef hatiye wergirtin]

Deverên li jêr kontrola Xalid ibn Welîd bêtir ji 15 bajarok û gundan û bi dehan çewlikên piçûk li ser sînor bi Urdinê re, nemaze bajarokên Sehm el-Golan, Şebreq û Edewan.

Piranîya parêzgeha başûrî ya Deraayê ji roja Înê ve aram bû, dema ku rêkeftineke agiribestê di navbera opozîsyonê û rejîma bi piştgirîya Rûsyayê êrîşeke hikûmî ya sê hefteyan berdewam kir bi dawî kir.

Lê Ceyş Xalid ibn el-Welîd di rêkeftinê de nehatiye hundirandin.

Zêdebûna tundîyê

Komê roja Sêşemêêrîşeke kujer ya nişkî kirwê rejîm û hêzên opozîsyonê li bajarokê Zeyzûnê yê hevtixûb bi devera li jêr kontrola wê li rojavayê Deraayê kirin armanc, herî kêm 14 kes hatin kuştin û gelek kesên din hatin birîndarkirin.

Piştî êrîşê, Esaf got ku hin çekdarên Artêşa Sûrî ya Azad ên ku nêzîk bûn alîkarî bi birîndarên artêşa rejîmê re kir û ew guhestin nexweşxaneyên xwe ya meydanî," vê yekê bandoreke erênî li deverê hişt", wî not kir.

Şeva Pêncşemê, Ceyş Xalid ibn Welîd dest danî ser gundê Hayt ê nêzîkî sînorê Urdinî yê li jêr kontrola çekdarên opozîsyonê ên qebûl kirin ku rejîm dest deyne ser, AFP ragihand.

"Piştî şerên dijwar, Ceyş Xalid ibn Welîd Hayt kire jêr kontrola xwe tevî êrîşên asmanî yên Rûsî û yên rejîmê li dijî wê," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman got.

Wî got ku şerê ku ji roja Çarşemê ve dest pê kiriye 16 çekdarên opozîsyonê û 12 tundrew tê de hatin kuştin di nav wan de du xwekuj.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500