Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Ciwanên Nînewayê çavên wan li aştîya civakî ye di qonaxa paş-DAIŞê de

Xalid Ta'î

Ciwanên Bertilya beşdarîyê dikin di workşopa Alternatîvên Tundîyê ku ji 23ê heta bi 25ê Hezîranê hatibû lidarxisitn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Avakirina Piran li Deşta Nînewayê hatiye wergirtin]

Ciwanên Bertilya beşdarîyê dikin di workşopa Alternatîvên Tundîyê ku ji 23ê heta bi 25ê Hezîranê hatibû lidarxisitn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Avakirina Piran li Deşta Nînewayê hatiye wergirtin]

Şênîyên Deşta Nînewayê hîn bûn çawa piştgirîya aştîya civakî bikin di qonaxa paş dagirkerîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Weke beşekî ji vê xebatê, projeya Avakirina Pirên Civakî li Deşta Nînewayê workşop û çalakîyên avakirina civakê ji beşdarvanên ji komên etenî û olî yên cihêreng re pêşkêş kirin.

Li vir, ciwanên jin û mêr dikarin şarezayîyên ku ew bi hewcedarî ne di avakirina piran de û vegerandina sazîyênaştîya komelayetî di nava xelkê deverê de fêr bibin.

Di workşopeke vê dawîyê de ya derbarê Alternatîvên Tundîyê de, ku ji 23ê heta bi 25ê Hezîranê li bajarokê Bertelayê hat lidarxistin, ciwan hînbûn çawa alozîyan yekalî bikin bi rêya bikaranîna metodên ne tundbar, rêveberê medyayî yê insiyatîvê, Cemîl Cemîl ji Diyaruna re ragihand.

Workşopa Alternatîvên Tundîyê li Bertilayê rahînankirina li ser çawanîya kontrolkirina hêrsê û têkilîyên bi kesên xwedan nerînên dijber de hundirand. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Avakirina Piran li Deşta Nînewayê hatiye wergirtin]

Workşopa Alternatîvên Tundîyê li Bertilayê rahînankirina li ser çawanîya kontrolkirina hêrsê û têkilîyên bi kesên xwedan nerînên dijber de hundirand. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Avakirina Piran li Deşta Nînewayê hatiye wergirtin]

Wî got ku bêhtirî 20 beşdarvanên temenên wan di navbera 20 û 30 salan de di programê de beşdarî bûn, ku ew tê de fêr bûn çawa kontrola dijminkarîyê û hêrsê bikin û çawa li yên din guhdarî bikin û bi erênî ligel nerînên cihêreng tev bigerin.

Kom herwiha di çalakîyan de beşdar bû ligel hevalên wan ji hemû çînên civaka Nînewayê di çarçoveya ronîkirina tiştên wan ên hevbeş de.

"Beşdarvan ji hemû etenîyan bûn, ji Musilman, Xiristiyan, Kurd, Turkmen, Şebek û Kakayî," Cemîl got.

"Nifşê nûhatî pêşeroj e û yê bêhtir xwedan karînên avakirina aramîyê ye, lewra armanca me em wan bibin tenîşt hev milbimilê pêşengên wan ên xwecihî mîna zanayên olê, berpirsyarên hikûmetê û serokên êlan," wî got.

"Erkê me ye ku ew avakerên aştîyê durist bikin ji van ciwanên nûhatî daku ew hewl bidin civakên xwe bi pêş bixin," wî got.

"Canê lêbordeyîyê"

Qonaxa yekem a projeya Avakirina Pirên Civakî li Deşta Nînewayê berî salekê dest pê kir, bi fînansekirineke ji alîyê hikûmeta Elmanî û Un Ponte Per (UPP) ve ku ew jî komeleke xwebexşî ya Îtalî ye.

Sê rêxistinên mehelî -- Rêxistina Êzîdî bo Belegekirinê, Rêxistina Rusul el-Sîxar a Hewarçûnê û Dak bo Jinên Êzîdî -- tê de beşdar bûn.

"Em workşop û çaxên rahînanê ji ciwanên nûhatî yê deverên Deşta Nîneayê re pêk tênin, di nav de Bertela, Hemdanîya, Qereqoş û Başîqa," Cemîl got.

Armanc ew e "dîsan avakirina canê lêbordeyî , bihêzkirina girêdanan û berengarbûna faktorên ku dibin sedema neterazûya civakî û bandorên nerênî yên terorîzmê", wî got.

Wî got ku proje festîvalên folklorî dihundirîne, ligel çalakîyên avakirina civakê mîna marason, xebatên bedewkarîyê, û da zanîn ku qonaxa dahatû ya projeyê dê meha Tebaxê dest pê bike û dê çalakîyên berferehtir bihundirîne.

''Cihekî bi hev re jîyankirinê''

Endamê encumena navçeya Bertelayê, Celal Butros got ku DAIŞê hewl da ku şîrazê civakê yê Îraqî têk bide, bi taybetî li Deşta Nînewayê, ya ku bi rengînîya etenî navdar e.

Rêxistinên lokal û ciwanên nûhatî ji hemû paşxaneyan dixwazin ku şîrazê civakî li deverên xwe xurt bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Devera me cihekî bi hev re jîyankirinê bûye û dê wiha bimîne," şaredarê Bartelayê Elî Mihemed Fethî ji Diyaruna re ragihand. "Piştgirîkirina vê bi hev re jîyankirinê gaveke girîng e ber bi avakirina siberojeke baştir ve."

Pêkanîna komekê ku kulturê tundîyê û tundûtîjîyê red dike û veguhertina wê bi kulturê hezkirinê û hevgirtina civakî "armanca me ye", endamê komîteya xizmetguzarîyan a parêzgeha Nînewayê Hosam EdînEbar ji Diyaruna re ragihand.

"Divê bi lez em ji hemû şopên DAIŞê xelas bibin û rûpela tarî ya terorîzmê bigirin," wî got. "Divê em rêyên alternatîv ji tundîyê re bibînin."

"Dîyalog yek ji wan e," wî got. "bi rêya dîyalogê, em dê bêhtir nêzî hev bibin û dê nakokîyên me jî ji holê rabin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500