Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Hostayên kevirên avakirinê li dijî bacên nû li Idlibê protestoyan pêk tînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du hostayên kevirên avakirinê pankertekê hildigrin ku Tehrîr el-Şam bi dizîyê bi rêya sepandina bacên bilind gunehbar dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Du hostayên kevirên avakirinê pankertekê hildigrin ku Tehrîr el-Şam bi dizîyê bi rêya sepandina bacên bilind gunehbar dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanekî xwecihî got ku hostayên kevirên avakirinê li parêzgeha Idlibê, li bakurê Sûrîyayî, prostestoyên xwe dest pê kirin li dijî Tehrîr el-Şam piştî bilindkirina bacan di çarçoveya zêdekirina kontrola xwe li ser deverê.

Bazirganên kevirnê avakirinê ditirsin ku ev yek daxwaza li ser berhemên wan kêm bike û wan neçar bike ku heqdestên xwe kêm bikin bo qerebûkirina xesarên xwe.

Hostayên kevirên avakirinê protestoya xwe gurtir kirin li dijî Tehrîr el-Şam roja 8ê Tîrmehê piştî hevbendîyê bacên ku li ser lorîyên hilgirên keviran ji $400 zêde kirin $1,500, çalakvanê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

"Protestogiran dest bi girtina rêyekê kir bi rêya şewitandina dolaban û danîna keviran li nêzî şahrêya navdewletî ya Heleb-Şamê ku li nêzî bajarokê Maeseranê ye, û komeke mezin lafîteyên ku bacên bilind protesto dikin hilgirtin," wî got.

Hostayên kevirên avakirinê biryara Tehrîr el-Şam a zêdekirina bacan protesto dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hostayên kevirên avakirinê biryara Tehrîr el-Şam a zêdekirina bacan protesto dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku roja din, wan kar rawestand û ferman da bo bêparkirina Tehrîr el-Şam ji dahatên pêşbînîkirî.

"Ajokarên lorîyên keviran hildigrin dihizirin ku tevlî bizava nerazîbûnê bibin," wî got, "ji ber ew çîna herî ziyanmend e ji bacên nû, û hazirî hatine kirin bo protestoyeke berferehtir ji hêla karkeran û malbatên wan ve."

Esaf got ku karê kevirên avakirinê debara bi sedan malbatan li parêzgeha Hema û gundewarê parêzgeha Idlibê dabîn dike.

Wî got ku hîm tên veguheztin ji hemû deveran, di nav de deverên li jêr kontrola rejîmê, bo werin birîn, û berhem dîsan bo hemû deveran tên şandin ji bo firoştinê, hinek caran jî bo derveyî welat tên şandin, bi rêya deryê sînorî yên Morakê.

Deryê sînorî, yê ku li derbasgeha bo gundewarê Hemayê ye, li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e. Ew digihe deverên li jêr kontrola rejîmê.

Bazirganên kevirên avakirinê hewl didin bigihêjin rêkeftinekê bi Tehrîr el-Şam re ku karkeran razî bike, "yên ku çîna herî ji vê zêdekirinê ziyanmend in", Esaf got.

Bacên li ser hewcedarîyan, berhemên çandinîyê û neftê tên sepandin bûne jêdera serekî ya dahatê Tehrîr el-Şam paş daketinekê di piştgirîya derveyî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500