Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mûsil salvegera yekem a serkeftina li dijî DAIŞê piroz dike

Ala Husên li Bexdayê

Keçeke Îraqî di nav kavilên bajarê mûsilê de dihilpere. [Wêne rûpela Facebookê ya çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Keçeke Îraqî di nav kavilên bajarê mûsilê de dihilpere. [Wêne rûpela Facebookê ya çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Mûsil salvegera yekem a rizgarbûna xwe ji "Dewleta Îslamî" îro Sêşemê (10ê tîrmehê) piroz dike, di demekê de ku aramî û ewlehî zêde bûye, tevî ku xizmetguzarîyên hikûmetê hîn kêm in.

Serokwezîr Heyder Ebadî serkeftina li ser DAIŞê li Mûsilê îlan kirberî salekê, wî dawîhatina yek ji operesyonên serbazî ya herî dijwar li dijî rêxistinê îlan kir.

"Rewşa bajarê Mûsilê îro bi tu awayî nayê danberhevkirin bê ew çawa bû [li jêr kontrola DAIŞê]," endamê komîteya xizmetguzarîyan ya engumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re got.

Wî got ku teror û wêrankirin li jêr kontrola DAIŞê belav bûn.

Niştecîyên Mûsilê aniha mafên xwe yên sivîl bi awayekî tam vegerandin û bi hezaran bêwarên xwemalî vegeriyane, Ebar got, di nav wan de hindikahîyên etnîk û olî.

"Niştecîyên Mûsilê aniha ewle ne derbarê jîyan û semyanên xwe," wî got.

Xizmetguzarî hîn kêm in

Ebar got ku tevî ku rewş li Mûsilê zêde aram e, hîn bajar derdê kimbûna xizmetguzarîyan dikişîne, nemaze li taxên rojavayî yên wêrankirî, cihê ku nûavakirin lê heye û avakirin dereng dimîne.

Tevî ku rewşa aborî li bajar sekneyeke aborî diyar dike û derfetên kar ji ciwanan re peyda nabin," wî got, wî bang li hikûmeta federal kir ku dema deynan dirêj bikeû projeyan cîbicî bike da ku derfetên kar peyda bike.

Wî got ku hewcedarîya niştecîyan bi hikûmetê heye ku dest pê bike sîgortayan bide wan kesên ku mal û kargehên wan hatin wêrankirin.

Ebar anî ziman ku dibe sîgorta bingehên aramîyê qayim bikin û derfetên kar ji niştecîyan re çêbikin.

Piştî rizgarkirinê, mûsil baştir bûye di warê ewlehî, siyasî û civakî de ji rewşa ku ew berê tê de bû, rojnamevan û çalakvanê sivîl Leys Raşidî got.

"Lêbelê, xizmetguzarî gelekî ne baş e, perîşanî gelekî berbelav e û projeyên nûavakirinê dereng dimînin," wî got.

Rêzgirtin bo hêzên ewlekarîyê

"Şerê Mûsilê ne tenê serkeftinek bû li ser erdê, ji ber bi rastî wî dil û hestên niştecîyan qezenc kirin," analîstê ewlekarî Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarîyê ji "kesin nedihatin pejirandin berî sala 2014an bûne hêzin piştgirîya wan ji alîyê gel ve tê kirin, hêzên ku bawerîya gel bi wan tê", wî got.

Wî got ku herwiha şerê Mûsilê hişt ku hêzên Îraqî rêzgirtina civaka navdewletî wergirin di rêya bi serketina wê di derkirina DAIŞê de.

"Hêzên Îraqî îro, bi saya piştgirîya gelerî ya li gel wan û pisporîya serbazî ya ku wergirtine, xurttir bûne ji berê û komên terorîst nema berhengarîyeke mezin in ji wan re," Hanûn got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500