Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî şanên DAIŞê li Çîyayên Etşanayê armanc dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li çîyayên Etşanayê , li bakur-rojavayê Mûsilê, vedîtin ku xwarin û tiştine kesayetî dihundirandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li çîyayên Etşanayê , li bakur-rojavayê Mûsilê, vedîtin ku xwarin û tiştine kesayetî dihundirandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Bîst bermahîyên DAIŞê di êrîşeke esmanî de li Çîyayên Etşanayê bakur-rojavayî bajarê Mûsilê hatin kuştin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Duşemê (9ê Tîrmehê) ragihand.

Fermandarîyê ji Şemîyê ve dest bi helmeteke ewlehîyê dijî şanên DAIŞê li deverê dike, birêveberê medyayê, emîd Faris Beşar Sebrî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hilmet bi hevkarî ligel sê firqeyên leşkerî pêk hat û bi piştgirîya asmanî ji artêşa Îraqî û balefirên hevbendîya navdewletî.

Wî got "me 30 tunêl û veşartgeheke çeteyên DAIŞê vedîtin ku xwarin, textên razanê û pêdîvîyên sereke dihundirandin," da zanîn jî ku ew bi giştî di hilmetê de hatin wêrankirin.

Sebrî got ku di êrîşeke asmanî de li ser tunêlekê li devera Badûşê 20 endamên DAIŞê ku li deverê kom dibûn hatin kuştin.

"Hilmet li ser bingeha agahîne hewalgirî yên tekûz ji hêla çavkanîyên me ve berdewam dike," wî got.

"Em bê rawestan bi dûv bermahîyên teroristan dikevin li kûderê bibin bila bibin," wî got. "Em dê bigihêjin wan û wan li çîya û biyabanan û li çi devereke dûr û astengdar be têk bibin."

Bermahîyên DAIŞê "bidestxistina rûmala medyayî armanc dikin"

Hilmeta ewlehîyê li rêzeçîyayê Etşanayê bi operasyona "tolhildan bo şehadetê" re ye ku aniha bo têkbirina çeperên DAIŞê li çîyayên Hemrînê û deverên rojhilatê rêya Diyala- Kerkûkê ya bilez pêk tê.

Yekînîyîne mezin ên serbazî beşdarî operasyonê dibin, a ku ji 4ê Tîrmehê ve dest pê kiriye.

Sebrî got ku wan bi awayekî serkeftî gelek veşartgehên DAIŞê armanc kirin, û bi dehan ji endamên rêxistinê û bilî wan ên tawanbar kuştin û giritin.

"Teroristên DAIŞê yên mayî nema xwedî hêz in. ew tenê komin piçûk in direvin bo operasyonên tawanê dijî bêguneh, kesên bêçek bo bidestxistina bayexdayîna medyayî û belavkirina tirsê di nav xelkê de pêk tînin," wî anî ziman.

Sebrî got ku hîn ew tektîkên êrîş û vekişînê bi kar tînin, "rêbazê bijartina komên newêrek".

Tevî hilmetên serbazî, hêzên Îraqî bi "hewldanên bêhêvî yên rêxistinê bo tirsandina xelkê bi çalakîyên wan ên terorî û derewên wan ên sexte re elaqedar dibin", wî got.

"Yekîneya operasyonên derûnî li cem me heye ku li dijî gotegot û bandorên derûnî yên teroristan, disekine [ser xelkê] di rêya şandina peyamine ku dilên wan bixe cih û piştgirîya niştecihên xwecihî bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em xebatên lehengên xwe yên hêzên ewlekarîyê bilind dinirxînin, di nav wan de artêşa Îraqî, polîs û [Hêzên] Heşda Şebî yên leheng.

BERSIV BIDE