Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî êrîşên li pey hev li dijî DAIŞê encam didin

Ala Husên li Bexdayê

Fermandarîya Operasyonên Selahedînê û polîsê Selahedînê operasyoneke ewlekarî li Çîyayê Mexûlê li Şarqatê cîbicî dikin. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Selahedînê û polîsê Selahedînê operasyoneke ewlekarî li Çîyayê Mexûlê li Şarqatê cîbicî dikin. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî êrîşên li pey hev li dijî bermayîyên "Dewêeta Îslamî" cîbicî dikin daku nehêlin careke din xwe bidin hev, ew piranîya deverên dûr û paşgukirî li Selahedîn, Enbar, Nînewa, Kerkûk û Diyalayê dikin armanc.

Dema ku Fermandarîya Operasyonên Hevbeş îlan dike ku wê operasyonek li deverekê bi dawî kiriye,êrîşeke din dest pê dike, perpirsyarên Îraqî gotin.

Ev stratîjîya êrîşên li pey hev li ser bingeha "operasyonên şokên gelek ên ku di heman demê de li gelek deveran tê cîbicîkirin", peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê Sebah Numan ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanc ew e ku em çekdaran tine bikin û em nehêlin careke derkevin holê.

"Ev operasyonên berdewam bi piştgirîya piştivanîya istixbaratî ya mezin in, yên derfetê didin hêzên ewlekarîyê ku cihên serkirdeyên dijmin destnîşan bikin herwiha cihê belavbûna endamên wan ên mayî," wî got.

Wî got ku artêşa Îraqî dikare operasyonên berdwam cîbicî bike, wî not kir ku ew aniha hêzdartir e û wireyê şervanên wê bilind e.

Piştgirî bo hêzên Îraqî

Piranîya opersyonên ji alîyê hêzên Îraqî ve li dijî komên DAIŞê hatin cîbicîkirin li deverên çîyayî yên dûr li Selaheînê qewimîne, deverên ku berê kesekî nikaribû bigihe wan, serokê encumena parêzgeha Selahedînê Xalid Xezrejî ji Diyaruna re got.

Serkeftina van operasyonan bi awawyekî mezin xwe dispêre piştgirîya gelemperî ya tam ji hêzên me re di rêya agahîyên istixbaratî derbarê cihê [bermahîyên DAIŞê]," wî got.

Êdî hemêzkirinên civakî ji DAIŞê re li tu deverê li parêzgehê tune ne," wî anî ziman. "Niştecîyên xwecihî di dema bûrî de derdê rêxistinê kişandin û ew dê careke din wê hemêz nekin."

Operasyonên Selahedînê Muteybeja û deverên biyabanî yên ji Samerayê li rojava dirêj didin heta Felûcayê li parêzgeha Enbarê û Girên Hemrînêyên ku endamên DAIŞê weke penagehekê bi kar anîne.

Rawestandina derbasbûna bi dizî

Operasyonên serbazî yên li pey hev armanc dikin ku ewlekarîyê biparêzin û nehêlin ku tundrew di sînorên Îraqê re derbas bibin, analîstê serbazî Sefa Eazem got.

"Belawelakirina terorîstan û êrîşkirina operasyonên wan li welat dê DAIŞê ji erda berdar û malên vehesînê bê par bihêle, yên ku rêxistinê xwe disparte wan da ku pêşwazîya terorîstên ku dihatin Îraqê bike," wî ji Diyaruna re got.

Ligel operasyonên bejahî êrîşên asmanî yên di sînor re yên serkirde û çekdarên DAIŞê li Sûrîyayê dikirin armanc hebûn , wî got.

Piştî hilweşandina xetên dabînkirina DAIŞê di hundirê Îraqê de, "hêzên ewlekarî yê Îraqî karin aniha rê li ber endamên mayî bigirin û nehêlin ku karibin careke din xwe bidin hev," Easem got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500