Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq operasyonekê li dijî DAIŞê dest pê dike piştî kuştinan

Xalid Ta'î û AFP

Fermandarên serbazî yên Îraqî roja 4ê Tîrmehê pêşketina operasyona "Tolhildana ji Şehîdan re" nîqaş dikin, a ku armanc dike şanên DAIŞê li navenda welat ji nav bibe. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Fermandarîya Operasyonên Dîyalayê hatiye wergirtin]

Fermandarên serbazî yên Îraqî roja 4ê Tîrmehê pêşketina operasyona "Tolhildana ji Şehîdan re" nîqaş dikin, a ku armanc dike şanên DAIŞê li navenda welat ji nav bibe. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Fermandarîya Operasyonên Dîyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke mezin li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Çarşemê (4ê Tîrmehê)kir piştî hêrseke giştî li hember kuştina tudrewan ji komeke sivîlên revandî re.

Di operasyonekê de bi navê "Tolhildana ji Şehîdan re", dê artêş, hêzên teybet, polîs û Pêşmrge şanên DAIŞê li navenda welat nêçîr bikin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqê di daxuyanîyekê ragihand.

Ew hate holêpiştî laşê heşt dîlên li bal DAIŞêhatin dîtin meha borî li ser şahrêyekê li bakurê Bexdayê. Şeş kesên dîl di vîdyoyekê de derketibûn ku tê de DAIŞê gefa kuştina wan dikir eger girtîyên jin serbest neyên berdan.

Daxuyanîya fermandarîyê got ku artêş, polîsê federal, hêzên taybet, û Pêşmerge û hêzên piştevanîyên yên nefermî "operasyoneke berfireh dest pê kirin bo paqijkirina herêma li rojhilatê şahrêya Diyala-Kerkûkê".

Polîsekî Îraqî radihêje parçeyeke kincekî endamên "Dewleta Îslamî" ku li veşargehekê li devera Dibsê a parêzgeha Kerkûkê hatiye dîtin. [Wêne ji hêzên Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsekî Îraqî radihêje parçeyeke kincekî endamên "Dewleta Îslamî" ku li veşargehekê li devera Dibsê a parêzgeha Kerkûkê hatiye dîtin. [Wêne ji hêzên Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Operasyon ji hêla hêza asmanî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî ve tê piştgirîkirin.

Ew armanc dike ku "hemû bingehên raz ên DAIŞê û şanên wê yên aktîv û razayî wêran bike", birêveberê medyaya Firqeya Bersivdayîna Lazgîn, a ser bi Wezareta Hundir ve, muqedem Ebdul Emîr Mihemedawî îroj Çarşemê ji Diyaruna re ragihand.

''Serkeftineke mezin''

"Operasyon gund û girên di navbera bajarê Tûz Xurmatû li bakurê Selahedînê û bakurê Diyalayê de û heta bi deverên li başûr û rojavayê Kerkûkê dide ber xwe," wî got.

Wî got ku Firqeya Bersivdayîna Lezgîn berpirs e ji paqijkirina deverên dûr ê di navbera parêzgehên Selahedîn û Kekûkê de, û rûbera giştî 30 kîlometrên çargoşe ye.

Di roja yekem a pêngavê de "serkeftineke mezin" hat bidestxistin, Mihemedawî got, û bal kişand ku hêzên Bersivdayîna Lezgîn "gurzên dijwar li bermahîyên DAIŞê" dan.

"Me 13 stargeh û bingehên terorîstan wêran kirin, hinek ji wan kevin bûn û yên din nû hatibûn avakirin," wî got.

Wî eşekere kir ku 13 kemberên teqîner 25 bombeyên bidestçêkirî, 18 tifing û heft motor hatin desteserkirin û wêrankirin.

"Me dora 10 gundên dûr di operasyonê de pişkinîn kirin, di nav de Balkana, Balka, Axa Maşit û Şirawa," Mihemedawî got, da zanîn ku "nasnameyên hemû şênîyan hatin pişkinînkirin û ke ji wan ji hêzên ewlekarîyê re ne daxwazkirî bû".

Wî got ku hêzên ewlekarîyê dê pêngava xwe ya lêgerîn û maliştinê dewam bikin heta hemû molgehên DAIŞê bên jinavbirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazim tevlî artêşê bibim. Derfeta kar heye?

BERSIV BIDE