Nûçeyên Iraqê
Civak

Li Mûsilê, şaredarî û xwebexş bajar paqij dikin

Xalid Ta'î

Buldozereke şaredarîyê kavilan ra dike li Bajarê Kevin ê Mûsilê. [Wêne ji şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Buldozereke şaredarîyê kavilan ra dike li Bajarê Kevin ê Mûsilê. [Wêne ji şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Şaredarîya Mûsilê tev tîmên xwebexşan kar dike bo paqijkirina tevahîya paşmahîyên şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Em karê xwe dewam dikin û plan dikin ku firqeyeke nû di şaredarîyê de saz bikin bi navê 'Firqeya Piştgirîya Xwebexş' bo pêşxistina planên projeyên bi van tîman re û pêkanîna xebatên hevpar," serokê şaredarîya Mûsilê, Ebdul Setar Hebo, ragihand.

"Me molozên hejmareke mezin ji avahîyên wêrankirî ra kirine, bi giştî 3.5 milyon metrên sêcar heta aniha, ji hemû navçeyên Mûsilê, di nav de Bajarê Kevin," wî got, û da zanîn ku 11,500 mal li Mûsilê hatibûn wêrankirin.

Herwiha paşmahîyên 10,000 otombîlên şewitî hatine rakirin.

Karkerine şaredarîya Mûsilê doravekê amadesaz dikin li ser rêyeke serekî li bajêr. [Wêne ji şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Karkerine şaredarîya Mûsilê doravekê amadesaz dikin li ser rêyeke serekî li bajêr. [Wêne ji şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

"Operasyonên rakirina paşmahî û molozên şer pir mandîker û xeterdar in, ji ber teqemenîyên bi destçêkirî yên neteqyayî, kemberên teqîner û paşmahîyên şer li jêr mozelan in," Hebo got.

Wî daxuyand ku piranîya rêyên Mûsilê hatin çakkirin û aniha di warê xizmetê de ne.

"Me rê vekirin bi dirêjahîya 2,695 kîlometran, û wiha 90% ji rêyên alîyê rojhilatî yên Mûsilê qedîyaye û 50% ji yên alîyê rojavayî," wî got.

Wî got ku hinek kolan li Bajarê Kevin dê li derveyî xizmetê bimînin heta dema ku çakkirina jêrxaneya zîyandar mîna xetên avê gengaz bibe.

Hebo got ku ava vexwarinê digihe 90% ji Mûsilê,û av li 1,400 malbatên ku vegerîyane Bajarê Kevin bi tankan tê belavkirin.

Şaredarî û tîmên xwebexş herwiha di xebatên hikûmetê deyên rakirina laşên çekdarên DAIŞê cih digrin, wî got.

Xebatên xwebexş

Yek ji tîmên xwebexş ên milbimilê tîmên şaredarîyê kar kirin Musabîrûn lî el-Xêr e (Karkirina bi Westîyannenasî bo Qencîyê), bi pêşengîya çalakvan Bender Eqîdî.

Eqîdî got ku tîmê bi şaredarîyê re kar kir bo paqijkirina molozan ji sikakên teng ên bajêr in, û aniha ew amade ye bo pêkanîna projeyên din.

Projeya rakirina molozan rê xweş kir bo "vegera bi sedan malbatan bo deverên wan li Mûsila Kevin", wî got.

Xebatên din ên tîmê ji peydakirina hewarçûnê ji malbatên ziyandar re, dabînkirina selikên xwarinê û alîkarîkirina wan di Remezanê de pêk tên.

"Me projeyeke çakkirina malên şênîyan ên hatin wêrankirin di şer de dest pê kiriye," wî got. "Em dixwazin ku herî kêm 100 malan ava bikin bi pereyên di destên me de."

"Em aniha kar li ser çakkirina du malan dikin bi ,samanên diravî yên kêm," wî got. "Em hêvî dikin ku projeyên me û kampanyayên xizmetguzarî dê palderek be bo hevahengîkirineke giştîtir û gelempertir bo vegerandina rewşa berê ya bajarê me."

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî asta hevahengîyê di navbera desthilatdarîyên xwecihî û insiyatîvên civaka sivîl bilind nirxand, û bang li tîmên xwebexş kir ku hevkarîyê ligel hikûmeta xwecihî bikin li ser bingeheke berdewam.

"Çalakîyên têkildarî xizmetguzarîyan yên ku ciwanên Mûsilê li bajarê xwe pêk tînin girîng û pêwîst in û guzariştê li tevgereke cemawerî dikin ku xwesteka parvekirina berpirsyarîya ji xebatên nûavakirinê refleks dike," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500