Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bermahîyên DAIŞê li deverên biyabanî yên Enbarê tên bombebarankirin

Xalid Ta´î

Fermandarên serbazî li biyabana Enbarê pageran encam didin, ew li bermahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên serbazî li biyabana Enbarê pageran encam didin, ew li bermahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî êrîşên berdewam di kûrahîya biyabana rojavayê Enbarê de zêde dikin daku bermahîyên "Dewleta Îslamî" tune bikin.

Operasyonan piştgirî ji alîyê niştecîyên xwecihî yên bajarokên armanckirî wergitin, niştecîyan yekser çalakîyên gumanbar ragihandin, berpirsyarên Îraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Wan got ku ev alîkarîya hevbeş delîl e ku niştecî DAIŞê weke îdîolojî û rêxistin red dikin, û wan çekdar bê penageheke ewle hiştin.

Li bajarokê Enbarê yê sînorî, Qaimê, niştecî alîkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re dikin daku biyabanê ji bermahîyên DAIŞê paqij bikin û berhengarîya kesên dixwazin bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibin bikin.

Serkirdeyên êlan ji bajarokê Enbarê yê sînorî Qaimê bi fermandarên serbazî re divin di meha Hezîranî de daku qayimkirina tedbîrên ewlekarî li parêzgehê giftûgo bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyên êlan ji bajarokê Enbarê yê sînorî Qaimê bi fermandarên serbazî re divin di meha Hezîranî de daku qayimkirina tedbîrên ewlekarî li parêzgehê giftûgo bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Rewş hatiye guhertin; biyaban nema penageheke ewle ye ji DAIŞê re," şaredarê Qaimê Ehmed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Xesara herî mezin ji endamên terorîst re ew e piştgirîya gelerî û ev yek tê wateya ku ew aniha kifşkirî ne û ew ne ewle ne ji armanckirinê," wî got.

DAIŞê xwe vedişêre

Dilêmî got ku aniha bermahîyên DAIŞê neçar in ku xwe veşêrin.

"Dibe ku ew xwe bixin dilqê şivanan yan veşartgehên xwe weke konên bedewîyan vedin daku ji kifşkirinê birevin, lê hew te dît ku ji wan derketin," wî got.

"Xelk li gundên biyabanî, herwiha şivan çavdêrîya van terorîstan dikin û bi lez ew desthilatdarîyê agadar dikin," wî anî ziman.

Wî got ku xwezaya DAIŞê ya rast ji hemûyan re dîyar bûye, û "heta ew kesên dilxwazên wan bûn aniha ew rexnedarên wan ên herî tund in".

Wî got ku niştecîyên xwecihî alîkarî bi hêzên ewlekarî re kir ku gelek veşartgehan bibînin.

"Ji nîvê Hezîranê ve, niştecîyên xwecihî zanyarîyan dabîn dikin, zanyarîyên hiştin kudu tunelên DAIŞê û du veşartgeh eşkere bibin li orta biyabana Qaimê ," wî got, herwiha du otombîlên çar palder ên ku çekan dihewînin.

Wî got ku agahîyên istixbaratî ji alîyê niştecîyên xwecihî ve bûn sedema mirina şeş çekdaran, çekdarên ku di penagehekê de hatibûn dorpêçkirin û veşartgeheke çekan li devera Senjakê ya girêdayî Qaimê hat kifşkirin.

Wî da zanîn ku çek ji pênc mûşekên dijî tankan, kemereke kujer û hejmareke mezin ji hawinan û du teqemenîyên bidestçêkirî pêk tên.

Sînor êdî asê ye

"Kêm endamên DAIŞê li biyabana parêzghê belav in," endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.

"Ew weke koman li vir û wir derdikevin û xetera ji alîyê wan ve sînordar e ji ber ew nema xwedî hêz in," wî got.

Wî anî ser ziman ku bombebarankirina asmanî, pagerên lêgerînê û alîkarîya niştecîyên xwecihî bi hêzên ewlekarîyê re nema dihêlin ku bermahîyên DAIŞê bi azadî tevgerê bikin.

Kerbûlî got ku operasyonên ewlekarîyê gelek caran digihin biyabana Rutbayê li başûr û digihine bakur ber bi Çemî Feratê yê jorîn ê nêzîkî sînorê Sûrî.

Di operasyona herî dawî de roja 16ê Hwzîranê, hêzeke mezin ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê, hêza cewî ya artêşê, pagerê sînorî û hêzên êlî dest bi pêngavekê kirin da ku biyabana Rutbayê û devera sînorî ji şaneyên razayî paqij bikin.

Wî got ku herwiha endamên DAIŞê li alîyê din ê sînor li Sûrîyayê belav in, bi taybet li Hajîn, Baxoz û Sosayê. "Hêzên me yên cewî û bejî didin dûv wan û nahêlin ku ew di sînor re derbas bibin."

Êl şerê terorîzmê dikin

Êlên xwecihî yekbûyî li pişt hêzên ewlekarîyê ne û giranîyê didin bergirîkirina terorîzmê, serokê partîya Ehrar el-Furat Şêx Ebdula Cixêfî, fermandarê berê yê hêzên heşda êlî li Enbarê, got.

"Em bawer in dema em dibêjin ku ne êlek yan tekekesek dixwaze ku destikên demjimêrê vegerin paş û careke din ku kuştin û tawanê bibînin û em birevin, rewşa ku em tê de bûn di serdema hukmê DAIŞê de," wî ji Diyaruna re got.

"Li dijî wê, hemû xelk li bajaran û derdora wan hestekî niştimanî yê bilind bi hev re par ve dikin û ew enîyeke xurt in li hember terorîstan," wî got.

Cixêfî not kir ku endamên terorîst ên mayî li biyabana Enbarê kêm dibin ji ber derbeyên serbazî û redkirina gelerî.

"Niştecîyên xwecihî aniha bûne jêdera agahîyên istixbaratî, ew agahîyên hûrgilî didin ajansên ewlekarîyê, ev faktorê herî sereke ye di serkeftina xebata ewlekarî de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sibe bêhnvedan e li Bexdayê?

BERSIV BIDE

Bi Xwedê!

BERSIV BIDE