Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ajansa Terorê ya Îraqî operasyonan li dijî şanyên DAIŞê zêde dike

Xalid Taî

Serokwezîr Heyder Ebadî bi serok û serkirdeyên Ajansa Dijî Terorê re rûnişt roja Pêncşemê (28ê Hezîranê). [Wêne ji ofîsa Ebadî ya medyayî hatiye wergirtin]

Serokwezîr Heyder Ebadî bi serok û serkirdeyên Ajansa Dijî Terorê re rûnişt roja Pêncşemê (28ê Hezîranê). [Wêne ji ofîsa Ebadî ya medyayî hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî Terorê ya Îraqî asta pêngavên xwe yên hewalgirî û ewlehîyê bilind dike bo têkbirina tiştê mayî ji şaneyên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berdevkê Ajansê Sebah Numan îroj Înê (29ê Hezîranê) ragihand.

Numan ji Diyaruna re got ku serokwezîr Heyder Ebadî serlêdana navenda ajansê li Bexdayê kir roja Pêncşemê û ji serokên wê xwest ku "operasyonên bi kalîte encam bidin daku li pey şaneyên razyî yên DAIŞê li Îraqê bigerin".

Wî got ku ajans bi çalakî di şerên bo rizgarikirina bajarên Îraqê ji pencên DAIŞê de beşdar bû. "Ji çaxa ragihandina serkeftinê di Kanûna Yekem a 2017an de, ew vegerîyan erkên xwe yên destnîşankirî."

Di heyama şeş mehên bihurî de, ajansê operasyonên ewlehî yên taybet ku bermahîyên DAIŞê, torên razî û çavkanîyên dahatîyan armanc dikirin pêk anîn.

Numan got ku ajansê biryar daye ku aniha van operasyonan giran bike li ser bingeha arasteyên nû yên serokwezîr.

Hevahengîya bi hevpeymanîyê, û hêza asmanî ya Îraqî re

Balefirên hevpeymanîya navdewletî êvara Pêncşemê êrîşek li ser armancên DAIŞê li devera Çîyayên Hemrînê û parêzgeha Diyalayê pêk anîn, di encamê de komek ji "emîr" û endamên DAIŞê hatin kuştin.

Êrîşan kampek û sê tunêl wêran kirin ku teroristan ew weke dikeyekê ji bo êrîşên terorî li ser rêyên sereke ku parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahedînê bi hev ve girê didin bikar tanîn.

Numan got "êrîşê xwe spart agahîyên hewalgirî yên tekûz ku ajansê pêşkêş kirine," anî ziman jî ku ajans xwedî "asteke bilind ji hevahengî û hevkarîyê ye bi hevpeymanîya navdewletî û hêzên asmanî yên Îraqî re" .

Wî anî ziman ku ajans pêşkşêşkirina piştgirîya hewalgirîyê berdewam dike û bi karê xwe yê destnîşankirî radibe.

Wî got "dema bê dê encamên giring rû bidin di çarçoveya şerê li hember teroristên mayî de."

"Me qonaxek nû ji karê bikalîte dest pê kir û şervanên ajansê perwerdeyeke berdewam dibînin bo zêdekirina şiyan û jêhatîbûna wan," wî got.

Numan got ku ajansê agahîyên ewlehî bi hemkarên xwe re li seranserî cîhanê bi par vedike, û agahîyên hewalgirî li ser çalakîya terorî li herêm û cîhanê di dest wê de hene.

Hêzên Îraqî soz dan ku çeperên DAIŞê têk bibin, piştî vedîtina roja Sêşemê ya termênheşt sivîlên ku DAIŞê ew revandibûn li devera Hemrînê gava berê xwe didan Kerkûkê.

Operasyonê şermezarîyeke gelemper li seranserê Îraqê çêkir.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we biparêze, ey qehremanino!

BERSIV BIDE