Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Qedexekirina derketinê li bajarê Reqayê yê Sûrî hat rakirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokên bajarê Reqayê yê Sûrî xwe di Çemê Feratê de dişon daku xwe hênik bikin. [Wêne ji Ajansa Wêneyan a Reqayê hatiye wergirtin]

Zarokên bajarê Reqayê yê Sûrî xwe di Çemê Feratê de dişon daku xwe hênik bikin. [Wêne ji Ajansa Wêneyan a Reqayê hatiye wergirtin]

Qedexekirineke derketinê ya ku sê rojan li bajarê Reqayê yê Sûrî hat ferzkirinpiştî kifşkirina komployeke "Dewleta Îslamî" ya pêkanîna êrîşên terorî di hundirê bajar de, aniha hate rakirin, berpirsyarekî xwecihî teqez kir.

Di dema qedexekirina derketinê de, Hêzên Ewlekarîyê, bi piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), hejmareke mezin ji kesên gumanbar girtin.

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Ewlekarîyê li Reqayê rakirina qedexekirina derketinê di daxuyanîyekê de îlan kir.

Daxuyanîyê got ku di dema qedexekirina derketinê de, hêzên hevbeş karîbûn gelek operasyonan li Reqayê û li deverên derdora wê li dijî şanên razayî cîbicî bikin "şanên ku sivîl kirin armanc û kar kirin bo lawazkirina aramî û ewlehîya giştî".

Jîyan li Reqayê heme bibêje vegerîyaye rewşa asayî piştî qedexekirina derketinê ya sê rojan a ku roja Yekşemê (24ê Hezîranê) dest pê kiribû, efserekî QSD û niştecîyê Reqayê bi navê Xesan Brahîm ji Diyaruna re got.

Pêngav berdewam e

Brahîm daxuyand ku tevî ku qedexekirina derketinê hat rakirin, pêngava ewlekarî berdewam e, pager û xalên pêşkinînê ji alîyê Hêzên Ewlekarîyê ve hatin danîn daku nasnameyan pişkinîn bikin.

Wî got ku pêngavê hejmareke takekesên dihatin xwestin girtin, hin ji wan endam bûn di rêxistinên tundrew de yan jî endamên şanên razayî yên girêdayî DAIŞê bûn.

"Herwiha pêngavê destdanîna ser mêjereke çek, teqemenî û belgeyan ên teqez dikin ku destên hin gumanbaran di komployê de heye encam da," wî anî ziman.

Brahîm got ku niştecihên Reqayê bi awayekî tam alîkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re dikin di rêya raportkirina her agahîyên derbarê her tekekesê gumanbar yan ê dixwaze bi dizî derbas bibe.

Wî got ku tevgera trafîkê li hemû kolanan careke din dest pê kir, ji bilî rêyekê nêzîkî devera sayloyên dexl û danê ya ku hîn girtî ye ji ber sedemine ewlehî.

Wî got ku mirov dikare çalakîya normal li bazarên bajar bibîne, bi taybet di danê êvarî de dema ku dinya hênik dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500