Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şerê Daraayê gerimtir dibe piştî tevlîbûna tundrewan

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Koma Huras el-Dîn beşdarbûyîna xwe di şer û pevçûnên Reqayê de eşkere kir. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Koma Huras el-Dîn beşdarbûyîna xwe di şer û pevçûnên Reqayê de eşkere kir. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Di dema ku rejîma Sûrî û hevalbendên wê êrîşeke dijwar dikin bo vegerandina deverên li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Deraayê, ya li başûrê welat e, komên tundrew şer û pevçûnan gurtir dikin bi bangên tevlîbûna şer ên ew arasteyî alîgirên xwe dikin.

Êrîşên asmanî yên bi şev hiştin sê nexweşgeh li bajarokên li jêr kontrola opozîsyonê Seîda, Msêfra û Jîzayê bibin li derveyî xizmetkirinê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îroj Çarşemê (27ê Hezîranê) ragihand.

Sibeha roja Çarşemê, êrîşên giran, rokêt û bermîlên teqîner ên rejîma Sûrî û yên Rûsyayê taxên li jêr kontrola opozîsyonê dikirin armanc, AFP ragihand.

Piştî rejîmê êrîşa xwe dijwartir kir û herî kêm 45,000 sivîl ji deverê reviyan, hevbendîya Tehrîr el-Şam bang li hemû hêzan kir ku tevlî şer bibin û êrîşa rejîmê bibersivînin, çalakvanekî wiha got.

Navgînên Artêşa Azad a Sûrîyayê di rêya xwe de ne li gundewarê Deraayê û berê xwe didin enîyên şer ên bi rejîma Sûrî re. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Navgînên Artêşa Azad a Sûrîyayê di rêya xwe de ne li gundewarê Deraayê û berê xwe didin enîyên şer ên bi rejîma Sûrî re. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Di daxuyanîyekê de di bersivdayîna banga Tehrîr el-Şam de, tundrewên Huras el-Dîn amadebûyîna xwe ji hevahengîkirina bi her kesê re ku dixwaze "bi erkê xwe rabe" li Deraayê teqez kir, Efserekî Artêşa Azad a Sûrîyayê bi navê Yasir Turkmanî ragihand.

Huras el-Dîn hêzên ku şopdarîyên Qaîdayê ne dihundirîne,mîna Sariyat Kabûl, Cund el-Şerîa, Ceyş el-Badiyayê, Ceyş el-Sahil, Cund el-Melahim û Sarayên Sahil, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Enîya Ensar el- Dîn, ku hevbendîyeke ji Sîham el-Îslam û Fecir el-Şam pêk tê û şopdarên îdyolojîya Qaîdayê ne, beşdarîbûna xwe di pevçûnan de ragihandin.

Beşdarîya tundrûwan nayê pêşwazîkirin

Turkmanî got ku tevî êrîşên asmanî û topbarankkrina himbiz a rejîmê, ragihandina beşdarîbûna hêzên tundrew di şer de ne ji alîyê xelkê deverê ve û ne jî ji alîyê hêzên Artêşa Azad a Sûrîyayê re nehat pêşwazîkirin.

Dûrî alîkarîkirina hêzên miyanrew, van daxuyanîyên Tehrîr el-Şam û Huras el-Dîn "rewatî dane angaştên rejîmê yên ku dibêjin şerê li dar li hember komên tundrew tê meşandin li navçeya Deraayê", wî got.

"Vê yekê behaneyek da dest rejîmê ku operasyonên serbazî dijwartir bike, nemaze bordumana asmanî" wî da zanîn.

Turkmanî got ku şer û pevçûnên li ser zemînê ji zincîrek ji êrîş û vekişînên hêzên Artêşa Azad û rejîmê pêk hatin, nemaze li nêzî Busra Herîrê.

Rejîmê îlan kir ew derbasî devera Busra Herîrê bûye, lê Artêşa Azad dibêje ku wê ew vegerand jêr serwerîya xwe di operasyonekê de ku sibeha Sêşemê hat lidarxistin.

Hêzên Artêşa Azad a Sûrîyayê gotin ku wan hejmarek ji çekdarên ser bi rejîmê ve kuştiye û birîndar kiriye û balefireke şer a rejîmê xistiye xwarê, û pîlotê wê dîl kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500