Nûçeyên Iraqê
Medya

Filmekî Îraqî guhertina di dilê xwekujekî de nîşan dide

Xalid Ta'î

Derhînerê Îraqî Mihemed Deredcî xelata filmê xwe, Rêwîtî, werdigre li Festîvala Navdewletî ya Filman a Mesqetê di Adarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêwîtîyê hatiye wergirtin]

Derhînerê Îraqî Mihemed Deredcî xelata filmê xwe, Rêwîtî, werdigre li Festîvala Navdewletî ya Filman a Mesqetê di Adarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêwîtîyê hatiye wergirtin]

Filmekî nû ji derhînana Mihemed Deradcî, li dora jineke ku dixwaze xwe biteqîne û paşê hestên dilê xwe diguhere, xelatek wergirt li se peyama xwe ya antî-tayîfgerîyê.

li ser bingeha roja sêdarkirina Sedam Husên, 30ê Kanûna Yekema 2006an, "Rêwîtî" çîroka Sarayê vedibêje, ew jina nûhatî ya ku nêz dibe ku xwe li rawestgeheke trênê ya qerebalix di nava dilê Bexdayê de xwe biteqîne.

Kêlîya pêş teqandina êlekê xwe yê teqîner, Sarah, ku aktera Îraqî Zehra Xendûr rola wê digerîne, dikeve rêwîtîyeke mecazî de ligel rêwîyên dora wê û dest pê dike hînî jiyan û zehmetîyê wan dibe.

Piştî ew azara zilamekî ku yekane kurê xwe ji dest daye dema ew hatiye revandin ji alîyê komeke terorîst ve hîn dibe, Sara dest pê dike bawerîyên xwe di ber çav re derbas dike.

Ew dîmenek ji "Rêwîtîyê" ye, ew jî filmekî Îraqî ye çîroka keçeke ciwan a xwekujî ya ku hestên dilê xwe guhertin vedibêje. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêwîtîyê hatiye wergirtin]

Ew dîmenek ji "Rêwîtîyê" ye, ew jî filmekî Îraqî ye çîroka keçeke ciwan a xwekujî ya ku hestên dilê xwe guhertin vedibêje. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêwîtîyê hatiye wergirtin]

Filmê ku li ser bingeha çîrokeke rastî hatiye hûnandin, hewl dide ku "bikeve nava derûnîya xwekuj de bo bêvirandina tiştê mayî ji hestan", Deradcî ji Diyaruna re got.

"Peyama film jîyan û niyazên pak in û ew e ku dibe xwekuj mirovatîya xwe bibîne, ya ku wî ji dest daye ji ber ezberandina terorî," wî got.

Berî li sînamayê Bexdayê were nemayişkirin, Rêwîtî li 15 festîvalên navdewletî yên filman hat nîşandan, di nav de Festîvala Navdewletî ya Filman a 2017an a Dubey û Festîvala Filman a Toronto. Wê çendîn xelat wergirtin, di nav de xelata baştirîn filmê çîrok-dirêj, li Festîvala Filman a Navdewletî ya Mesqetê.

Di Tîrmehê de, film dê li sînemayan bê nimayişkirin ji Mexribê heta bi Kendavê.

"Diltenikî û rûmeta Îraqî"

Amir Cebara rola Selam digerîne, ew jî karekterekî komplêks e ku roleke serekî digerîne di avakirina bûyerên trajîdî yên film de.

"Reftarê Selam ne asayî ye, lê belê ew dilnazî û rûmeta Îraqî ya nexuyayî berceste dike," Cebara ji Diyaruna re got.

"Dema Selam dizane ku ev keç teqemenîyan vedişêre, ew hewl dide bi mêrxasî malbata xwe biparêze li şûn ku xwe biparêze," wî got. "Hin bi hin dilê wî bi xwekuj disûje û dibe beşekî girîng di vegera wê de."

Cebara got ku Rêwîtî berhemeke Îraqî ya girîng e ku doza terorê û tudrewîyê li ser masê radixe.

"Peyama me zelal e: em dixwazin ku kesên mejîyên wan hatine şûştin ji xew şiyar bin û rastîya xwe nas bikin," wî got. "Ev film bi tundî li dijî terorê û corê vehizrîna ku tundîyê diberhemîne radiweste."

Mûzîk mîratekî kultûrî guzarişt dike

Mûzîka film ji awazên Bexdadî yên kevin hatiye siruşkirin.

"Me mûzîka Îraqî hilbijart bo veguhestina mîratê kultûrî yên film û herwiha girêdana wî bi Îraqîyan û jîngeha wan bi hemû hûragahîyan,"Maystro Elî Xesaf, ê ku mûzîka film hûnandiye, got.

Xesaf herwiha karketera dîlê cengê yê vegeryayî digerîne.

"Di vî filmî de, me karî em wêneya rasteqîn a Îraqîyan, ên ku biran in û nikarin beşek ji terorê bin, refleks bikin," wî got. "Em dê wiha dewam bikin ji ber ev e mîrat û çarenivîsa me."

Xesaf got ku film navendekê dabîn dike bo veguhestina peyaman û pêkanîna guherîneke civakî ya erênî.

"Lewra em dixwazin sûdê ji karînên xwe yên hunerî wergirin bo berengarbûyîna îdyolojîya terorîstan," wî wiha şirove kir, û bal kişand ku film "bû cihê razîbûna rexnegiran û bû xwedan navûdengîyeke mezin di nava xelkê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500