Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq rojeke cîhanî bo piştgirîya qurbanîyên DAIŞê pêşinyar dike

Xalid Ta'î

Zilamekî Îraqî wêneyeke kurê xwe hildigire, yê di Tîrmeha 2016an de di êrîşa li ser taxa Keradayê li Bexdayê de hate kuştin. Êrîş ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hat angaştkirin. [Wêne ji sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Zilamekî Îraqî wêneyeke kurê xwe hildigire, yê di Tîrmeha 2016an de di êrîşa li ser taxa Keradayê li Bexdayê de hate kuştin. Êrîş ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hat angaştkirin. [Wêne ji sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Parlemana Ewrupî li ser pêşinyara Îraqê ya sazkirina rojeke cîhanê bo piştgirîya qurbanîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) erê kir, Wezareta Derve ya Îraqî Yekşemê (24ê Hezîranê) ragihand.

"Parlemana Ewrupî di rûniştina xwe ya giştî de roja 20ê Hezîranê pêşinyareke pêşkêşkirî ji balyozgeha Îraqî li Biroksêlê pesend kir bo destnîşankirina rojeke cîhanî ji qurbanîyên DAIŞê re," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got dengdayîn li ser pêşinyarê dê were kirin di rûniştina Parlemana Ewrupî de ya ku dê li Strasborgê ji 2ê heta bi 6ê Tîrmehê were gerandin.

"Balyozgeh dê bi Parlemana Ewrupî re kar bike bo destnîşankirina dîrokeke guncan bo bîranîneke salane ji qurbanîyên DAIŞê re li Îraq û li cîhanê," daxuyanîyê eşkere kir.

Destnîşankirina rojeke cîhanî bo qurbanîyên DAIŞê ew "gaveke erênî û serkeftî ye", Elî Beyatî berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov ragihand.

"Ev roj dê boneyeke salane giring be da sitemkarîyên ku ew rêxistina hov pêk anîbûn bi bîr bînin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got "ev gav giring e da em redkirina xwe ji tawanên terorî yên bi çi behaneyê re rabighînin û herwiha bo pirkirina xebatan bo nedubarbûna wan."

Beyatî got ku ew dê alîkarîyê bike "di nasandina nifşên nû de bi bobelatên mirovî yên terorîstan kirine".

Wî hêvî kir ku roja cîhanî bo piştgirîyê boneyek be bo piştgirîkirina qurbanîyên DAIŞê û teqezkirina pabendîyê bi sekina bi wan re.

Beyatî anî ziman ku pejirandina Parlemana Ewrupî ji pêşinyara Îraqî ya sazkirina rojekê ji qurbanîyên DAIŞê re "bidestxistineke mezin e bo diplomasîya Îraqî, û gaveke li pêş e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500