Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Avakirina dîwarê ewlehî yê Bexdayê ber bi qedandinê ve diçe

Xalid Ta´î

Xebatên kolanê tên pêkanîn di meha Gulanê de weke beşekî ji projeya tedbîrên qayimkirina Bexdayê. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Xebatên kolanê tên pêkanîn di meha Gulanê de weke beşekî ji projeya tedbîrên qayimkirina Bexdayê. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî ber ku avakirina dîwarekî çemento bi dawî bikin, dîwarê ku qateke parastinê ya zêde peyda dike li pêşîya hewldanên derbasbûna bi dizî ya dibe ku gefeke ewlehî çêbike, berpirsyarên xwecihî ji Diyarunare gotin.

Fermandarîya Operasyonên Bexdayê dest bi avakirina dîwar kir, dîwarê ku beşeke ji xebata ewlekarî ya berfereh da ku paytexta Îraqî asê bike, di destpêka sala 2016an de.

"Dîwarê ewlehîyê paytextê ji alîyan ve dorpêç dike, bakur, rojava û başûr," endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Bexdayê Saed Metlebî ji Diyaruna re got.

Dîwar ji taxên bakurê Bexdayê dest pê dike, di nav wan de navçeya Termîya, dewarên rojavayî ber bi deverên nêzîkî Felûca û Amirîyet Felûcayê, paşê ber bi Yûsifîya, Letîfîya û Medayinê ve, wî got.

Dîwarekî bilok ê teqiyayî li taxeke niştecihî li Bexdayê di meha Mijdarê de hat rakirina da ku di tedbîrên asêkirinê yên derveyî de li derdora bajar werin bikaranîn. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Dîwarekî bilok ê teqiyayî li taxeke niştecihî li Bexdayê di meha Mijdarê de hat rakirina da ku di tedbîrên asêkirinê yên derveyî de li derdora bajar werin bikaranîn. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Dîwarê ewlehîyê dora 95 kîlomitran dirêj tê û bi awayekî sereke ji bendên çemento [yên teqîyayî] yên ku di hundirê paytextê de belawela bûn pêk tê û wî taxên wê yên mezin û avahîyên wê yên gelemperî dorpêç kirin.

Heşt dergehên ewlekarîyê yên navendî dê bi dirêjahîya dîwar werin avakirin da ku navginan bi alavên kifşkirina teqemenîyan seh bikin û wan teftîş bikin, wî anî ziman, li alîyê din bircên çavdêrîyê dê bi kamîra û alavên sehkirina livandinê werin kerestekirin.

"Dîwarê ewlekarîyê dê bi awayekî balkêş rêyê li pêşîya derbasbûna siwareyên bombekirî bigire," wî got, wî anî ser ziman ew dê valahîyan û rêyên axî bigire, rêyên bo guhastina çek û teqemenîyan tên bikaranîn.

Ji hêzên êlî alîkarî

Ev dîwar ji alîyê yekîneya endazyarîya Fermandarîya Operesyonên Bexdayê ve hatiye avakirin bi alîkarîya hêzên Sehwa yên êlî, Şêx Xalid Janûn, serokê encumena Êl û Rûspîyan li Letîfîya Bexdayê, got.

Wî got ku hêzên Sehwayê alîkarî dikirin di qayimkirina tedbîrên asêkirinê de "li derdora hemû deverên me li gor şîretên fermandarîyê", ligel birêvebirina bircan, ewlekirina deveran û dabînkirina agahîyên istixbaratî.

Diwar bêtir ji 40 kîlomitran dirêj tê li taxên başûrê Bexadyê û "ew tedbîrekî çalak e da ku tevgera terorîstan sînor bike û nehêle ew deverên me weke rêgehekê bi kar bînin daku gefê li paytextê bikin", wî got.

Wî got ku ev dever "gelekî xeternak" bûn di dema bûrî de, ji ber komên tundrew ew weke penageheke ewle bi kar anîn û weke bingehekê da ku êrîşên xwe jê cîbicî bikin.

Hin şaneyên razayî yên DAIŞê li deverê dimînin, Janûn anî ziman, lê "ew ne ewle ne û birehmet didin dû wan û wan dikin armanc".

Projeyeke asêkirina berferehtir

Dîwarê ewlekarî beşeke ji projeya asêkirinê ye ya lêçûna wê milyar dînarê Îraqî ye ($838,000) yê ku kolandina xendekî -- du mitir kûr û sê mitir fereh -- li deverên ku bi dîwar nehatine parastin.

Herwiha ew belavkirina sawêlke û sîstemên elektronî dihewîne yên çavdêrîya bi rêjeya 360 pile li derdora Bexdayê dabîn bikin.

Projeya asêkirinê "ne tenê ji bo têkbirina êrîşên teror e", endamê encumena parêzgeha Bexdayê Xalib Zamilî ji Diyaruna re got.

Wî got ku herwiha ew dê bihêle ku hêzên ewlekarîyê karibin hejmara xalên pêşkinînê kêm bikin da ku tedbîrên ewlekarî yên qayim li taxên Bexdayê sivik bikin, ev yek dê bar ji ser milê karmendên ewlekarîyê û niştecîyan sivik bike.

Wî got ku xalên pêşkinînê navdar in ku ew xitma trafîkê li kolanên paytextê çêdikin, wî not kir jî ku projeya asêkirinê dê bihêle ku rewş ewle be eger gelek rêyên din û deverên girtî ji ber sedemên ewlekarî werin vekirin, ev yek dê tevgerê hêsan bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hevdîtin li kîjan wezaretê ye?

BERSIV BIDE