Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Li Sûrîyayê, pêşbirkek bo parastina milkîyeta semyanên giranbuha

AFP

Bêwarên Sûrî ji bajarê Efrînê yê parêzgeha Helebê wêneyên malên xwe nîşa didin dema ew di malekî de li bajarokê Dêrikê yê parêzgeha Hesekeyê dicivin di 5ê Hezîranê de. [Delîl Sûlêman/AFP]

Bêwarên Sûrî ji bajarê Efrînê yê parêzgeha Helebê wêneyên malên xwe nîşa didin dema ew di malekî de li bajarokê Dêrikê yê parêzgeha Hesekeyê dicivin di 5ê Hezîranê de. [Delîl Sûlêman/AFP]

Ji tirsa ku rejîma Sûrîyayê destên xwe deyne ser sermiyanên terkirî yan destkarîyê di belgeyan de bike, toreke çalakvan û parêzeran ev dora pênc salan kar dikin daku belgeyên sermiyanan û kaxezên civîl ên din biparêzin.

Li deverên opozîsyonê, Parêzerên Sûrî yên Azad sicilên bajarokan û wêne, belge tomar kirin û organîz kirin, Xezwan Qurunfil, parêzerekî Sûrî yê ku seroktîya Parêzrê Sûrî yên Azad ji Tirkîyayê dike, cihê ku ew li meşextê dujî ji sala 2012an ve.

Hea aniha, wan "dora 1.7 milyon belge" rizgar kirine, di nav wan de 450, 000 belgeyên girêdayî erd ji Sûrîya navîn û bakurî, wî got.

Di nav wan belgeyan de belgeyên sermiyanîyê, eqid û kaxezên din ên ku bêwarên Sûrî dikarin wan bi kar bînin da ku milkîyeta xwe ji semyan re rast nîşan bikin.

Jineke Sûrî radihêje zarokekî piştî ew bi kerwaneke bêwaran re digihe devera li jêr kontrola rejîmê li xala pêşkinînî ya Ebû Zihûrê li Parêzgeha Idlibê di 1ê Hezîranê de. [George Qufalyan/AFP]

Jineke Sûrî radihêje zarokekî piştî ew bi kerwaneke bêwaran re digihe devera li jêr kontrola rejîmê li xala pêşkinînî ya Ebû Zihûrê li Parêzgeha Idlibê di 1ê Hezîranê de. [George Qufalyan/AFP]

Ev belge girîng in aniha, Qurunful got, Ji ber rejîm qanûnan der dixe yîn berevanên mafên mirov ditirsin bi awayekî nedadperwer Sûrîyan ji malên wan bêpar bihêle.

"Karê me di heman demê de parastinê dike li dijî kiryarên dijminatî yên dibe ku ziyanê bigihînim sermiyanan û li dijî hewldanên rejîmê ku di rêya van qanûnê nû re destkarîyê di semyanên xelkê de bike," wî got. "ev dosya nûnerîya hêvîya vegerê dikin."

Nisxeyîn dicîtalî

FSL derkete holê piştî sicilê bajarê Humsê hat wêrankirin di agirekî de di sala 2013an de.

Qaçaxkirina semyanên eslî ji bajarokin din ziyandar bû û dibe ku weke destkarîkirinê were raçavkirin, ji ber vê yekê her 15 barêzeran nisxeyên dîcîtal bijartin.

Bi alîkarîya koma civaka sivîl The Day After, ew çûn Tirkîyayê da ku hîn bibin çawa bi wêne û belgeyîn arşîvê re bidin û bistînin.

Dema ew vegeriyan Sûrîyayê, wan dest pê kir kar li ser sicilên terkirî kirin li bajarokên opozîsyonê ên li bakur: Harim, Ezaz û Seraqibê.

Li vê derê wan bi hezaran sermiyan wêne kirin, wan piştrast kir ku nav û dîrok bi awayekî diyar tên dîtin, parêzerekî FSL li Sûrîyayê got, ê ku xwe weke Sair da naskirin.

Her meh ew drayvên derveyî dişînin Qurunfulê li Tirkîyayê, ew ditirsin ku sicil werin bombebarankirin berî werin bidawîkirin.

Carinan ew bi bin dikevin, di sala 2013an de, çend rojekê berî FSL dest bi wênekirina sermiyanan bike li bajarokê bakurî yê Babê, "Dewleta Îslamî" girte ser bajarok û sicil wêran kirin, Qurunfil got.

Aniha ew tekoşînê dikinda ku rêdanê bidin wan ku derbasî dayîreyên sicilan bibin, bi taybet li Idlibê ya ku tundrew wê bi rê ve dibin, carinan ew bi dizî wêneyan dikişînin.

derfetek bo vegerê

Ji dema şerê Sûrîyayê ve di 2011an ve, bêtir ji şeş mîlyonan di welat de bêwar bûn û pênc mîlyonên din ji welat reviyan.

Piranîyan wan kaxezên girêdayî sermiyanan li şûn xwe hiştin, Encumena Penaberan ya Nerwicî par di rapirsînan de ev yek dîtin.

Ev yek wan dike xetere ku milkîyeta wan ji erd re ji dest wan herinli gor qanûnên mîna Mersûmên 10an,yê ku destûrê dide dest deyne ser semyanan ji bo pêşxistina bajar.

Komek qanûn derfetê didin ku mafên windayî vegerînin bi bikaranîna nisxeyên dîcîtalî, lê dimîne ne diyar eger rejîm dê weşanên ji alîyê parêzerên girêdayî opozîsyonê ve bipejirîne.

"Em pêşbin dikin ku gelek xelk dê nisxe ji wan werin xwestin," Amir Şenan ê The Day After got.

Aniha, edresên dîcîtal dûr dimînin li ser du drayvên req, yek li Tirkîyayê û ya din li bajarekî Ewropayî yê nediyarkirî dimîne. Hin mirov nikare li ser wan bixebite, lê ew li gor nisxeyên eslî tê arşîvkirin.

"Eger penaber dê vegerin, faktorekî herî girîng ew e ku mal yan erdên wan hene da ku vergerin wan," Şenan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500