Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ewlehîyê ji tevlihevîyên paş hilbijartinan diparêzin

Ala Hisên li Bexdayê

Hêzên Operasîyonên Hevbeş ên Nînewayê li gundên li ser rêya Bexdayê- Mûsilê di 2ê Hezîranê de li kesên tên xwestin digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Operasîyonên Hevbeş ên Nînewayê li gundên li ser rêya Bexdayê- Mûsilê di 2ê Hezîranê de li kesên tên xwestin digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Ajansên ewlekarîyê yên Îraqî bi karekî baş rabûn daku li ser bêalîtîya xwe ya siyasî bimînin di hilbijartinên parlemanî yên dawîn de û gengeşeya siyasî ya tûj a ku di pişt re hat, berpirsyarne Îraqî ji Diyaruna re gotin.

Piştîhilbijartinên 12ê Gulanê ên alozî anîn meydanê paş angaştên sextekarîyê, parlemana Îraqî 7ê Hezîranê ferman bi dubarekirina hejmartina bi destan a hemû dengên navendên hilbijartinan da, herwiha komîsyona ku serpereştîya hilbijartinan dikir bi dûr kir, AFP ragihand.

Li gorî ajansên hewalgirîyê, taqîkirinên alavên dengdayînê yên elkrtonîk-- a yekemîn car di hilbijartinên Îraqî de bi kar tên-- encamên cihêreng der anîn, û xuya ye rastînîyê didin angaştkirinên têkildarî sextekarîyê.

Di 10ê Hezîranê de, şewatekê li taxa Resafayê li Bexdayê komgehek wêran kir, cihê ku dengên hilbijartinên paralemanî yên Gulanê berî vegerandina belavkirinê lê hatine embarkirin.

Resafa yek ji mezintirîn gorepanên dengdayînê ye li rojhilatî Bexdayê, bi dora 60% ji dengderên bajêr, ên ku mêjera wan du milyon dengder e di hilbijartinên dawîn de.

"Bê guman ew karekî ji qazî ve bû û ez bi xwe bi ligel polîsê tawanê û komîteya ku bi lêkolînkirina şewatê erkdar e re lêpisînê dişopînim," wezîrê hundir Qasim Erecî got.

Hêzên Îraqî hîn baldar in

Di nav hemû lihevketinên siyasî û mandelkirinê de, hêzên Îraqî bêyî tu paşguhkirinê li pey komên tundrû dikeve, pisporinan ji Diyaruna re got.

"Hîna xurtkirina ewlehîyê li nik hikumetê tiştekî sereke ye, çênabe bala me ji ser tu tiştî were kişandin," Serokwezîr Heyder Ebadî di 29ê Gulanê de anî ser ziman.

"Ajansên ewlekarîyê yên Îraqî dûrî destêwerdana karûbarên siyasî û derhawiştên wê ne," berdevkê Wezareta Berevanîyê emîd Yehya Resûl got.

"Wî ji Diyaruna re got ku ajansên ewlekarîyê tenê girêdayî alîyekî mezin e, ew neteweya Îraqî bi gel, erd û dîroka wê ye", em rêzgirtinê ji pêvajoya siyasî li welat re digirin, lê em tê de beşdar nabin".

"Resûl anî ser ziman ku karê me parastina welatîyan û serwerîya qanûnê li welat e," bal kişand jî ser nerazîbûnên dawîn li parêzgeha Kerkûkê têkildarî encamên hilbijartinan, û got gava ajansên ewlekarîyê li ser bêalîtîya xwe man û erkên xwe bê terefdarî pêk anîn.

Şerê li hember terorê "erkekî rojane ye"

Artêşa Îraqî kar li ser rakirina rayên terorîstan dikedûrî pirsên siyasî yên welat dihejînin, pisporê ewlekarîyê Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

Wî got ku artêş plana şerê li ser DAIŞê û têkbirina malên vehewanê û paqijkirina deverên ku carê li jêr kontrola wê bûn berdewam dike, li ser bingeha xebatine hewalgirîyê yên xurt.

"Wî got ku divê encamên hilbijartinan û veguhastina desthilatîyê ji hikumeta heyî bo ya qonaxa bê re ne bandorê li rewşa ewlehîyê li welat bikin û ne jî bandorê li performansa hêzên ewlekarîyê ya şerê li hember DAIŞê bikin."

Wî hikumet bo xurtkirina dezgehên serbazî û zêdedayîna nermtîyê di biryardayînê de han da, û da zanîn jî ku şer li dijî terorê erkekî rojane ye ku nabe raweste di dema damezirandina hikumeteke nû de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500