Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Îraqê bi sedan pirtûkên kêmpeyda yên ji alîyê DAIŞê ve hatibûn dizîn vegerandin

Xalid Ta´î

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dest danîn ser bi sedan pirtûkên kêmpeyda li Rewayê, pirtûkên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve hatibûn dizîn. [Wêne ji Birêveberîya Navçeya Anahê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dest danîn ser bi sedan pirtûkên kêmpeyda li Rewayê, pirtûkên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve hatibûn dizîn. [Wêne ji Birêveberîya Navçeya Anahê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi sedan pirtûkên kêmpeyda dîtin, pirtûkên ku ji alîyê endamên "Dewleta Îslamî" ve hatibûn dizîn dema wê hukmê bajar dikir, birêveberîya xwecihî ya Rewayê li rojavayê parêzgeha Enbarê Îro Çarşemê (20ê Hezîranê) îlan kir.

Pirtûk di operesyoneke lêgerînê ya rotînî li taxên niştecihî hatin dîtin, li maleke terkirî li devera Rewayê ya kevin, parêzerê Rewayê Husên Elî Eqîdî ji Diyaruna re got.

Wî got ku şîretên ji alîyê niştecîyên xwecihî ve em ber kifşkirina nifşekî din ji pirtûkan ve birin li malekê li heman deverê.

Wî got ku pirtûkên ku bi temamî 722 ne, vedigerin pirtûkxaneya navçeya Anahê, ya ku nêzîkî Rewayê.

"Pirtûk polikên pirtûkxaneyê li ser wan hene û ew gelekî bi nirx tên raçavkirin, ji ber piranîya wan berî sed salî ne," Eqîdî got.

Di nav wan pirtûkan de, "pirtûkên olî, ên dîrokî derbarê dîrok û mîrata Îraqê, herwiha pirtûkên derbarê felsefe, abor, fikir û çandê tên dîtin", wî got.

Birêveberîya Rewayê tîmekî taybet çêkir daku pirtûkan vegerîne û wan vegerine birêveberîya navçeya Anahê û di pişt re wan vegerînin pirtûkxaneyê, wî not kir.

DAIŞê hewl da ku çandê tune bike

"Kifşkirina pirtûkan rast nîşan dide ku DAIŞ di dizîya xişirên Îraqî yên çandî û dirokî de beşdar bûye," Eqîdî got.

Rêxistinê hewl da ku sûdê bigire ji qaçaxkirin û firoştina van hunerkarîyan di sînor, wî anî ser ziman.

"Ew [DAIŞ] guh nade pirtûkan û nirxê wan ê dîrokî û zanistî," wî got, û wî not kir ku tek çanda rêxistinê "xwîn, tundî û belavbûna tevlîhevî û wêranê ye".

"Endamên wê pirtûxane û navendên zanist û zanyarîyê dizîn û şewitandin da ku tenê çanda wan ya hov li civakên li jêr kontrola wê belav bibe," wî got.

Dibe ku tiştin din ên binirx ên ji alîyê endamên DAIŞê ve hatî dizîn li malin din li bajar hatibin veşartin, ên ku ji ber hejmara mezin ji teqmenîyan mirov nikare bigihe wan, li gor Eqîdî got.

Wî got ku piştî rizgarkirina Rewayê di 17ê Îlonê de, bêtir ji 100 malên mînrêjkirî hatin jihevxistin.

"Lê 32 mal hîn davkirî ne û pispor hîn teqemenîyên di hundirê wan de hatine dîtin ji hev nexistine ji ber ew bi awayekî gelekî aloz hatine çandin," wî got.

"Em nizanin çî din ji bilî teqemenîyan di van malan de hatiye veşartin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500