Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Nakokîyên Rûsya û Îranê li Sûrîyayê jênerev in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşkerên Sûrî diaxivin li tenîşt posterekî lîderên Rûsî û Sûrî li rêbenda Ebû Duhur, dema ku malbatên aware ji deverên li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Idlibê bo gundên wan li xaka li jêr serwerîya rejîmê vedigerin roja 4ê Nîsanê. [George Ourfalian/AFP]

Leşkerên Sûrî diaxivin li tenîşt posterekî lîderên Rûsî û Sûrî li rêbenda Ebû Duhur, dema ku malbatên aware ji deverên li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Idlibê bo gundên wan li xaka li jêr serwerîya rejîmê vedigerin roja 4ê Nîsanê. [George Ourfalian/AFP]

Awatên Rûsî yên paş cengê dihêlin ku ew hebûna xwe ya serbazî li Sûrîyayê dirêj bike û bandordarîya xwe ya aborî û siyasî berfereh bike, pisporan ji Diyaruna re got.

Ev yek dê bibe encama nakokîyan bi Îranê re, ji ber çavên Feyleqê Pasdaran ê Şoreşa Îslamî (Pasdaran) li qayimkirina hebûna xwe ye li Sûrîyayê ye, wan got.

Serok Vladimir Putin roja 7ê Hezîranê îlan kir ku hêzên Rûsî dê li Sûrîyayê bimînin madem ev yek di bercewendîyên Moskoyê de ye, tevî ku berîya aniha ragihandibû ku misyona Rûsyayê li Sûrîyayê bi piranî qediyaye, AFP ragihand.

"Artêşa me li wir bo misogerkirina bercewendîyên Rûsyayê li herêmeke girîng a cîhanê," Putin ev yek got di pêwendîyeke telîfonî ya televîzyonî ya salane de bi cemawerê Rûs re.

Leşkerên Rûs li derbasgeha Kampa Wafidîn çaverêya gihiştina basan dikin, ên ku dê çekdarên Ceyş el-Îslam û malbatên wan ji bajarokê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî derbixin, roja 12ê Nîsanê. [Yûsif Kerwaşan/AFP]

Leşkerên Rûs li derbasgeha Kampa Wafidîn çaverêya gihiştina basan dikin, ên ku dê çekdarên Ceyş el-Îslam û malbatên wan ji bajarokê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî derbixin, roja 12ê Nîsanê. [Yûsif Kerwaşan/AFP]

Leşkerên Rûs li serbazgeha asmanî ya Himêmîm li parêzgeha Laziqîyayê li Sûrîyayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Leşkerên Rûs li serbazgeha asmanî ya Himêmîm li parêzgeha Laziqîyayê li Sûrîyayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

"Ew dê bimînin madem hebûna wan ji Rûsyayê re bi sûd e û bo misogerkirina pêdendîyên me yên navdewletî. Heta aniha me biryara vekişînê nedaye," wî got.

Soz û derengmayîn

"Rûsya her du salên borî dem dikirî bo cîbicîkirina plana xwe ya kontrolkirina rûberên berfireh ji Sûrîyayê," parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Tevî soz û ragihandinên dubare yên hêzên Rûsî têkildarê vekişînê, "em dibînin ku ev hemû daxuyanî û soz bi tenê gotin in, hêzên wê yên serbazî bi awayekî berferehtir li Sûrîyayê bicihbûyî ne", wî got.

Besam got ku di heman demê de, Rûsya hewl dide ku hegemonîya xwe ya siyasî bidamezrîne bi rêya rêkeftinnameyên dûalî bi rejîma Sûrîyayê re bo peydakirina rewatîyeke dem-dirêj bo hebûna xwe li Sûrîyayê.

Wî got ku di enîya siyasî de, Rûsya serpereştîya prosesa kêmkirina şer û pêkanîna rêkeftinnameyan di navbera rejîma Sûrîyayê û komên dijberîyê de dike, û wiha ew bandordarîya Îranê li çend herêman margînalîze dike.

"Rûsya kontrola artêşa Sûrîyayê dike û hêzên şerker ên hikûmî û ne-hikûmî pêk tîne [û piştgirîya wan dike]," wî got, mîna Koma Wagner û hêza elîte ya Piling ya artêşa Sûrîyayê (hêza Nimir).

Sûrîya dê "bê guman dê milmilanîya Îranî-Rûsî di pêşeroja nêz de jîyan bike", wî got, "herwiha xêr û samanên gelê Sûrî ji alîyê Îran û Rûsyayê ve tên talankirin bi behaneya piştevanîkirina Sûrîyayê aniha û di qonaxa paş-cengê de".

Qonaxa paş-cengê

"Rûsya piştgirîya rejîma Sûrî dike bo avakirina hegemonîya xwe ya siyasî, aborî û serbazî di qonaxa paş-cengê de," aborînas û profesor li Zanîngeha Eyn Şemsê Şahir Ebdulah ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev qonax dê xebatên nûavakirinê jîyan bike û herwiha pêşbazîya kontrolkirina yedekên xaz û neftê, nemaze li navçeya Badîyaya ( biyaban) Sûrîyayê.

Rûsya serbazgeha xwe li Tertûsê berfereh kiriye û hêzên hema bibêje li tevahîya dirêjahîya kenarê bi cih kirine,û herwiha dest danîye ser serbazgeha Himêmîm, Ebdulah got.

Di enîya aborî de, rêkeftinnameyên Rûsyayê tendereke taybet dihundirîne -- ew rawestîyaye lê kompanîyê wizeyê yên Rûsî hewl didin ku wê çalak bikin -- bo pêşxistina yedekên xazên yên deryayî yên Sûrî li Bloka 12ê.

Di sala 2016an tenê de, Rûsîya bi dora $1milyar girêbest di warê bînasazîyê û warên din de wajû kir. Di Kanûna Yekem a heman salê de, Kompanîya Rûsî Evro Polis rêkeftineke bi rejîma Sûrîyayê re wajû kir bo paristina bîrên neftê li hember pişka 25% ji berhema giştî.

Ebdulah got ku Kompanîya Rûsî Stroytransgaz karên nûkirinê dest pê kirine li mencemên fosfatê û herwiha karên derxistina samanan li navçeya Tedmurê.

"Rûsya xwe sepandîye weke zêdekerekî sereke yên genim ji Sûrîyayê re, ev yek faylê ewlehîya xwarinê ya Sûrî dixe destê wê de," wî got.

Awatên aborî

"Milmilanîyek aniha gur dibe di navbera Îran û Moskoyê de ye li ser Sûrîyayê, çiku herdu dewlet doza mezintirîn parê ji qezancan dikin", lîwa Yehya Mihemed Elî, berpirsekî serbazî yê Mesrî ku ji kar qut bûye, got.

Wî ji Diyaruna re got ku herdu dewlet xewnên wan ên aborî li Sûrîyayê hene,"yekem ji bo qerebûkirina xerckirina destwerdana wan di şerê Sûrîyayê de, duyem ji bo wergirtina qezencan di salên bên de".

Wî not kir ku her du welat hevkarîyeke dualî çêkirine û peymanên dem-dirêj bi rejîma Sûrî re îmze kirine.

Wî got ku Îran dixwaze Sûrîya beşek be ji çemberê desthilatdarîya wê, û nîşan da ku ew beşeke ji projeya wê ye ya damezrandina rêyeke bejî bo girêdana Tehranê bi Deryaya Spî ve.

Wî got ku di heman demê de, "Rûsya sûdê ji hebûna xwe li Sûriyayê û beşdarbûna xwe di şer de werdigire bo destekirina çekên xwe," wî not kir jî ku bêtir ji 160 çekên nû li qadên şer ên Sûrîyayê hatine taqîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500