Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Niştecihên Idlibê tinazîyên xwe bi kiryarên Tehrîr el-Şam dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nergîla ku Tehrîr el-Şam li bajarê Danayê li parêzgeha Idlibê desteser kiriye bi awayekî xweşik di textê kamyonekê de gidîşkirî ye. [ Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Nergîla ku Tehrîr el-Şam li bajarê Danayê li parêzgeha Idlibê desteser kiriye bi awayekî xweşik di textê kamyonekê de gidîşkirî ye. [ Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Rêkarên dawîn ên Tehrîr el-Şam pêk anîne li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê, ku bi awayekî berfireh li jêr kontrola wê ye, rastî tinazîyên niştecihên xwecihî hatin, çalakvanekî ji herêmê wiha ji Diyaruna re got.

Niştecih ji desteserkirina hevbendîya tundrû ji nergîlê ji bajarê Danayê û hiştina wan sax aciz in -- netêkdana wan weke her car gava tên desteserkirin ji ber "sedemên olî".

Sedema ku netêkbirina wan hate xuyakirin ew e ku endamekî Tehrîr el-Şam ku berpirsê desteserkirina wan bû ew bi buhayekî bilind firoştin, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Desteyek pêşdarên Tehrîr el-Şam, ligel endamine ji Sewaid el-Xêr, "polîsê şerîetê" ya rêxistinê , êrîşî firoşgehên bajêr ên nargîleyê difroşin kirin û temelên wan desteser kirin, Idlibî got.

Endamên Tehrîr el-Şam alavên komputeran ji fêrgehekê dizîn weke vê yeka li fakulteya Endezyarîya Komputerê li Zanîngeha Helebê li Danayê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam alavên komputeran ji fêrgehekê dizîn weke vê yeka li fakulteya Endezyarîya Komputerê li Zanîngeha Helebê li Danayê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Niştecihên ku li ser êrîşê hazir bûn gotin ku nergîl bi baldarî hate veguhestin, bo teqezkirina neşkandina wan, vê yekê jî pêleke ji tinazîyên giştî li ser vê bizava durûtî rakir.

"Piştre hate naskirin ku endamê Tehrîr el-Şam ê berpirsê dewrîyê xiradên desteserkirî difroştin hinek bazirganan bi buha ne bilind, li jêr soza ku ew ji alîyê desteya pêşdaran ên hevbendîyê di pêşerojê de neyên acizkirin," Idlibî got.

Dizî berbelav e

Di bûyerekê cihê de, endamên Tehrîr el-Şam tiştên di hundirê fakulteya Endezyarîya Komputerê li Zanîngeha Helebê dizîn, a cihê wê li Danayê ye.

Dîdvanan got ku endamine Tehrîr el-Şam rahiştin 15 komputeran û çend alavên elktronîk û xistin vana Tehrîr el-Şam.

Idlibî anî ziman ku dizî berbelav e li Sûrîyayê, weke rewşên ferzkirina rêzgirtin û revandinê bo standina fidyayê.

Idilbî got ku ev tawan bûne belge ne zêde ji çaxa hate dîtin ku hevbendî qezencên wê bi paş de vegerîyane û mûçeyên endamên wê kêm bûne.

"Depên rojî yên li bajarê Seraqibê tên bikaranîn eşkere ji hêla endamên Tehrîr el-Şam ve hatin dizîn bêyî ku tu kes wêribe li hember wan raweste," wî got.

Wî got tengijîn li Seraqibê jî bilind dibe, piştî endamine ji hevbendîyê, bi endamine ji Sewaid el-Xêr û Heres Dînê yên girêdayî Qaîdayê, kêlên gorinan li goristana bajêr di Cejnê de wêran kirin, li gorî hinek niştecihan.

Wî got ev bipêkirin hatin encamdayîn bi behaneya ku kêlên goran şerîetê binpê dikin û divê rast bibin, weke çawa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wisa kir li hinek deverên ku li jêr kontrola wan.

Idlibî anî ziman ku niştecihinan hewl da wan ji vê yekê vegerînin, lê ew pêrgî gefên girtin û celdekirinê hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500