Nûçeyên Iraqê
Aborî

Li bajarên Enbarê dezgehên firoştina tekane geş dibin

Sêf Ehmed li Enbarê

Parka giştî li bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê mişt niştecîyên ku her şev piştî fitarê dicivin dibe. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Parka giştî li bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê mişt niştecîyên ku her şev piştî fitarê dicivin dibe. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Ligel ku ewlehî û aramî zêde dibin, teqînek di ko-operatîvên berhemxwer de li parêzgeha Enbarê, molên kirînê û serfiroşgehên nûjen li hemû bajarên wê yên mezin tê dîtin.

Firoşgeh kelûpelan bi nirxên kêm pêşkêş dikin û derfetê didin zibûnan ku pereyan di rêya planên teqsîtkirinê re bidin.

Dema ku "Dewleta Îslamî" ji Enbarê hat derxistin û bêwarên wê hatin derxistin, guhertineke erênî li parêzgehê hat dîtin, Şamil Rawî, mamosteyê 38-salî ji Remadîyê, got.

Wî got ku parêzgehê karîbû nûavakirinê dest pê bike û proje û xizmetguzarîyan bi dest bixe û berdewam bike.

Bajarên parêzgeha Enbarê, di nav wan de Felûca, vegera çalakîya aborî li wan tê dîtin. Di vê wêneyê de, niştecîyên Felûcayê diherikin parka giştî ya bajar piştî fitarê di meha Remezanê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Bajarên parêzgeha Enbarê, di nav wan de Felûca, vegera çalakîya aborî li wan tê dîtin. Di vê wêneyê de, niştecîyên Felûcayê diherikin parka giştî ya bajar piştî fitarê di meha Remezanê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Tiştê nû li bajarên Enbarê ew e peydabûna ko-operatîvên berhemxweran ên ku di rêya planên teqsîtê re firoştinê didin pêş û molên kirînê yên nûjen ên her tiştî ji materyalên xwarinê heta kelûpelên malê pêşkêş dikin, alavên kehrebayî û çi tiştên ku pêdivîya zibûnan pê hebe dabîn dikin," wî got.

Biha meqbûl in, bi taybet di rêya planên teqsîtkirinê re yên digihin heta deh mehan, ew demeke rihet didine niştecîyên xwedî mûçeyên kêm û karmendên dewletê daku pereyan bidin, Rawî got.

Xizmetên ku firoşgehên nû dabîn dikin herwiha kirêkirina salonên mezin bo aheng û hilkeftinan û yarîgehên zarokan ên hundirîn dihewînin, nişteciha Felûcayê Suhad Xemîs, 36-salî, ji Diyaruna re got.

"Ko-operatîv bi awayekî berbiçav kirîna mobîlyaya malê, pêdivîyên germkirin û sarkirinê, setên odeya xewê û gelek kelûpelên din hêsan dikin," wê got.

"Peydabûna planên teqsîtê hişt ku peydakirina tiştan ji niştecîyan re hêsantir bibe," wê got, anî ser ziman jî ku wê yekê rahişte barekî giran ji ser milên wan.

Ewlehî geşbûnê han dide

Mebest ji vekirina mol û o-operatîvan ew e ku aborîyê han bidin û etmosfereke xweş ji niştecihên Enbarê re çêbikin, etmosfera ku di salên borî de peyda nedibû, Elî Hadî, xwedîyê ko-operatîvekê ye li Felûcayê, got.

"Mol û hevkarî, ji hêla cîwanîyê ve, dîmenekî şaristanî û balkêş didin kolanên Enbarê, bi camekaneyên rengrengî yên bi çirayên nûjen û resman hatî xemilandin," wî got.

"Rewşa ewlehî ya seqamgîr û parastina ku ji niştecih, aborîvan û kargehên weberhînanê re tê dabînkirin heta asteke bilind di vekirinako-operatîv, mol û firoşgehên mezin ên berfereh belavbûyê de beşdar bûn," endamê encumena parêzgeha Enbarê Hemîd Dilêmî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev sazî hemû cureyên kelûpelan bi tak û kom difiroşin û materyalên xwarin û malûhalên hawirdekirî û alavên kehrebayî bo firoşgehên firoştina bi tak belav dikin.

"Hikûmeta xwecihî xizmet û siwênkareyên îdarî ji weberhîneran û aborîvanan re dabin dike daku avakirina binesazîya sektorê taybet misoger bike," wî got.

Dilêmî got ku ev tê wateya çêkirina derfetên kar ji ciwanên bêkar re û peydakirina pêdivîyên zibûnan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500