Nûçeyên Iraqê
Civak

Bêwarên Hewîcayê vedigerin malê

Xaild Ta´î

Di vê wêneya ku li ser Înternetê hat belavkirin di 16ê Hezîranê de, malbatên bêwar ji kampa Leylanê vedigerin Hewîcayê, cihê ku ew lê diman piştî ku "Dewleta Îslamî" girte ser bajarê wan. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Di vê wêneya ku li ser Înternetê hat belavkirin di 16ê Hezîranê de, malbatên bêwar ji kampa Leylanê vedigerin Hewîcayê, cihê ku ew lê diman piştî ku "Dewleta Îslamî" girte ser bajarê wan. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Rêkegtinek hat bidestxistin da ku Krîza niştecîyên bêwar ji bajarê Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê bi dawî bike, serkirdeyekî êlî yê Îraaqî îro Duşemê (18ê Hezîranê) ji Diyaruna re got.

Rûspî û serkirdeyên êlî ji Hewîcayê bi serkirdeyên ewlekarî re gihane rêkeftinekê da ku bêwarên xwemalî vegerînin cihên niştecîbûna wan li Hewîcayê di mehekê de, fermandarê hêzên êlî li Hewîcayê Şêx Wesfî Asî ji Diyaruna re got.

Rêkeftin hat piştî zincîreke civînên ku her du alî rêyên hêsankirina vegera niştecîyên giftûgo kirin, niştecîyên zor li wan hatibû ku ji mal û zevîyên xwe derkevin di dema hukmê "Dewêleta Îslamî" de li Hewîcayê, wî got.

Ew vegera hemû bêwarên navxweyî misoger dike, yên piranîya wan li kampên li parêzgeha Kerkûkê rûdinin.

Hejmara Bêwarên navxweyî teqrîben 6,000 malbat in, li sê kampan belav bûne li Kerkûkê: Daqoq, Leylan1 û Leylan 2, Asî got.

Herwiha kampa Tel Sibatê li parêzgeha Selahedînê aniha mêvandarîya dora 1,800 malbatên Hewîcayê dike, wî got, wî anî ziman ku hin malbat li kampine nêzîkî bajarê Mûsilê ne.

Hemû kamp dê werin girtin, ji bilî yekê ya ku dê malbatên endamên DAIŞê bihewîne.

"Hewcedarîya me bi demê heye da ku em rewşa van malbatan çareser bikin û bigihine biryarekê derbarê vegera wan," Asî got.

"Hewîca ewle ye"

Piranîya bêwarên xwemalî niştecîyên gundên dûr in li deverên mîna Reşad, Riyad û Ebasîyê li başûr û rojavayê Hewîcayê.

"Hêzên êlî û ewlekarî hewl didin ku van bêwarên navxweyî han bidin ku vegerin, ew bawerîya wan bi wan vedigerîne û tirsa wan derbarê terorîstên mayî radikin," Asî got.

Wî got Hewîca ewle ye û hêzên ewlekarîyê û mêrên êlan didin dû endamên DAIŞê yên mayî tevî ku mîsyonên lêgerînê berdewam in.

"[Endamên DAIŞê] Ew hindik in û ew her û her cihê xwe diguhêzin ji ber em didin dû wan," wî da zanîn.

Astengîyeke din a dikeve pêşîya vegera bêwarên navxweyî bo Hewîcayê ew e qelsbûna xizmetguzarîyên giştî, bi taybet ên girêdayî çandinîyê, wî got.

Wî got ku ev berhengarîyeke ya ku desthilatdarîya xwecihî hewl dide ku bi ser bikeve.

"Vegera xelkê faktorekî pêwîst e bo aramîya çi deverê be, ji ber ew di piştgirîya xebatên ewlekarî de beşdar dibin", wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez ji Riyadê me. Sipas bo Hêzên Heşda Şaebî, Artêş û Şêx Wesfî Asî!

BERSIV BIDE