Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq êdî kehrebeyê li Mûsilê berdest dike, lê dabînkirin hîna lawaz e

Xalid Ta´î

Karkerên kehrebeyê jeneratorekî ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve ziyanbûyî saz dikin li Mûsilê. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Karkerên kehrebeyê jeneratorekî ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve ziyanbûyî saz dikin li Mûsilê. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî di dawîya Gulanê de îlan kir ku wê kehrebe vegerand rojhilat û rojavyê Mûsilê, bi rêya bidawîkirina xebatiên nûkirinê yên berfereh ên di Kanûna Duyema 2016 de dest pê kiribûn.

Vê însyatifê sazkirina guhestina kehrebeyê û torên dabînkirinê yên ziyandar di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" de dihewandin.

Sektorê kehrebeyê rastî ziyanên herî mezin hat li ser destên DAIŞê, Ehmed Emjed, birêveberê navenda belavkirina kehrebeyê yê Nînewayê, got.

"Me zû dest bi karê sazkirinê kir, di 15ê Kanûna Duyem de, di sala 2016an de," wî ji Diyaruna re got. "Her devera niştecihî ya ku artêş dê ji terorîstan rizgar bike, em dê bi karmendên xwe re ber wê deverê ve herin û em dê dest bi sazkirina ziyanê bikin."

Torên kehrebeyê yên nû tên çêkirin daku pêwîstîya bi kehrebeyê li taxên rojavayê Mûsilê biqedînin. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Torên kehrebeyê yên nû tên çêkirin daku pêwîstîya bi kehrebeyê li taxên rojavayê Mûsilê biqedînin. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Emjed got ku bêtir ji 65% ji tora kehrebeyê li rojhilatê Mûsilê hat wêrankirin, lê alîyê rojavayî ji bajar rastî asteke bilindtir ji ziyanê hatiye.

Me bi kapasîteyên awarte kar dikir û me hewl da ku em serdestî hemû berhengarî û arîşeyên ku dê bikevin pêşîya me de bibin," wî got.

"Me aniha erk temam kir û me karî em xizmetguzarîyê vegerînin tevahîya Mûsilê," wî anî ser ziman. "Tu tax bê xizmetguzarî nemaye, tenê Bajarê Kevin," ê ku rastî ziyana herî hûrûkûr hatiye.

Emjed got ku li Bajarê Kevin, aniha niştecî dikarin kehrebeyê ji jeneratorê piçûk bikişînin, wî not kir ku ev jenerator aniha xizmeta 1,000 bikarhîneran dikin, bi qasê 10 ampêran ji her zibûnekî re.

"Ev dirustkirineke demkî ya heta kêşe were çareserkirin," wî got.

dabînkirina kehrebeyê hîn jî lawaz e

Tevî ku karê nûkirinê temam bûye, dabînkirina kehrebeyê li Mûsilê qels dimîne, emjed vê yekê vedigerîne karên sazkirinê yên rêxistinkirî ji tora kehrebeya niştimanî re yên ku Wezareta Kehrebeyê pêk tîne.

Wî got ku ev yekê kêmkirina demkî di xerckirina rojane ya kehrebeyê bo Mûsilê ji 1,200 mêgawatan ji çend hefteyên borî de heta 600 mêgawatan encam da.

"Em dê dabînkirina enerjîyê wergirin û em dê kehrebeyê bigihînin niştecîyan daku ew rojane 20 saetan wergirin, lê aniha dibînkirina kêm bûye heta heft saetan," wî got.

"Em hêvîdar in ku em nêzîk vegerin asta kapasîteya bilind piştî karê sazkirinê temam bibe û yekîneyên berhemkirinê yên nû bixin xizmetê de," wî got.

Nûkirina sektorê kehrebeyê li Mûsilê berhengarîyeke mezin e ji ber ew rastî ziyaneke giran hatiye, endamê komîteya xizmetguzarîya encumena parêzgeha Nînewayê Hosam Edîn Ebar, got.

"Biserketinên di vî warî de heta aniha gelekî girîng in ji ber ew di demek kurt de hatin cîbicîkirin, li gor asta wêrankirinê ya ku bandor li torên kehrebeyê û bircan kir," wî ji Diyaruna re got.

"Kêmkirina saetên dabînkirinê arêşeyeke li ser asta welat, wî got, wî anî ziman ku "em bawer dikin ku çareserîya berdewam ji kêmbûna kehrebeyê ya dirêjdem re di berhemhênanê de ye."

"Divê em derî ji berhemhîneran re vekin daku em karibin stasyonên kehrebeyê ava bikin û em kêmbûnê çareser bikin," wî got.

Enndamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şibîb tevlî wî bû, wî not kir ku dabînkirina kehrebeyê hîn ne li gor astê ye ji ber berhemkirin kêm e, ya ku nikare hewcedarîyê di demên awarte de pêk bîne.

"Hewcedarîya me heye ku em jêderên cihêreng ji bo berhemkirina kehrebeyê û gelek siwênkareyên bi xazê kar dikin ava bikin," wî ji Diyaruna re got. "Her sal hewcedarîya me bi kehrebeyê zêde dibe û pêdivîya me bi çareserîyên rastbîn heye daku em krîza berdest çareser bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bê şirove.

BERSIV BIDE