Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ 30 endamên xwe li bajarokê sînorê yê Sûrîyayê îdam dike

Xalid Ta´î

Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk, di vê wêneyê de, cih girtine li baregehekê çavdêrîya DAIŞê dikin li bajarokê Hajînê yê sinorî, wêneya ku di 30ê Gulanê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Dêrazorê hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk, di vê wêneyê de, cih girtine li baregehekê çavdêrîya DAIŞê dikin li bajarokê Hajînê yê sinorî, wêneya ku di 30ê Gulanê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Dêrazorê hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" komeke çekdarên xwe li bajarokê sînorî Hajîn îdam kirin, serkirdeyekî êlî yê Îraqî îro Çarşemê (13ê Hezîranê) ji Diyaruna re got.

"Me agahî ji jêderên êlî û şahidên çavdîtî li Hajînê wergirtine ku DAIŞê dora 30 mêrên xwe li wê deverê bi fîşekan kuştin," Şêx Qeterî Obêdî Semermed, fermandareke di hêzên êlî de li parêzgeha Enbarê, got.

Celadan "laşên wan avêtin Çemê Feratê û avê hin ji wan laşan li ber xwe birin heta derdora bajarê Qaimê yê nêzîk li parêzgeha Enbarê ya Îraqê", wî got.

Wî got ku endamên DAIŞê yên kuştî, yên ku hin çekdarên biyanî di nav wan de hebûn, bi tawanên cihêreng ji alîyê serkirdeyên xwe ve hatin gunehbarkirin.

Bombebarankirina asmanî li veşartgeha DAIŞê li Hajînê dixe di vê wêneyê de, wêneya ku di 26ê Gulanê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Dêrazorê hatiye wergirtin]

Bombebarankirina asmanî li veşartgeha DAIŞê li Hajînê dixe di vê wêneyê de, wêneya ku di 26ê Gulanê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Dêrazorê hatiye wergirtin]

Ji nav wan gunehan "wan red dikir ku erkên xwe perform bikin, biya serkirdeyên xwe nedikirin û agahî û razên derbarê rêxistinê kifş dikirin", Semermed got.

Wî got ku kuştin hilweşana di nav refên DAIŞê de dîyar dike, gelek ji wan êşa sistbûn û bêhêvîtîyê dikişînin û ev yek dîyar dike ku çekdarên payeya yekem li dijî fermandarên xwe yên meydanî radibin.

Bermayîyên DAIŞê xwe li Hajînê didin hev

Ji destpêka Gulanê ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ketin şerin duijwar daku DAIŞê ji Hajînê derxe, yê ku bajarokeke li bakurê Elbû Kemalê.

Bajarok "îro mêvandarîya endamên DAIŞê yên dawî dike" Obêdî got, wî anî ziman ku piranîya çekdarên mayî ew kesên ku bi malbatên xwe re ji Îraqê reviyane.

Teqrîben dora 7,000 malbat êşa kêmbûna xwarin û sotemenîyê dikişînin û rastî şert û mercên zehmet tên ji ber şerê giran û dorpêçkirina DAIŞê, wî got.

Wî got ku bi tenê çend malbatan karîbûn ji vê rewşê birevin û xwe li QSD û hêzên rejîma Sûrî bigirin, ên ku aniha kontrola Elbû Kemalê dikin.

Gelek hêzên Îraqî li ser sînor belav bûne da ku nehêlin çekdarên DAIŞê yên bi berdewamî fişar li wan tê bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibin, Obêdî got.

"Balefirên şer ên Îraqî bi awayekî rêzikî derbin mezin li baregehên DAIŞê dixin li Hajînê di rêya hevahengîya bi hêzên hevpeymanîya navdewletî re," wî anî ziman.

Di heftê Hezîran de,hêzên Îraqî baregeheke "fermandarî û kontrolkirinê" ya DAIŞê li devera Hajînê bombebaran kircihê ku serkirde û çekdar lê civiyabûn, wî got.

Êrîşa herî dawî di zincîrekê ji êrîşên di sînor re," armancên xwe pêk anîn û baregeh bi temamî hat hilweşandin", li gorî daxuyanîyeke fermî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500