Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Ewlekarîyê li Enbarê êrîşeke xwekujî ya DAIŞê vala derxistin

Xalid Ta'î

Fermandarên serbazî serdana taxa Şûhedayê li Bexdadî kirin, cihê ku êrîşkarên xwekuj ên "Dewleta Îslamî" hatin kuştin roja Duşemê (11ê Hezîranê) berî ew karîbin tawana xwe bibin serî. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Fermandarê Firqeya 7an hatiye wergirtin]

Ewlekarîya Îraqî û hêzên êlan roja Duşemê (11ê Hezîranê) du êrîşkarên xwekuj, ên ku bi dizî derbasî navçeya Bexdadî li rojavayê Enbarê bûbûn, kuştin.

Du êrîşkarên xwekuj ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dizî derbasî taxa Şûhedayê li navenda Bexdadî bûn, eqîd Cebar Ferec Obêdî, fermandarê fewcê 1ê yê hêzên êlên Bexdadî eşkere kir.

Jêderên hewalgirî bi lezûbez ew destnîşan kirin, wî ji Diyaruna re îro Sêşemê ragihand.

Wî got ku hêzên Îraqî û şervanên êlan yekser berê xwe dan cihê wan ê raz, ew dorpêç kirin û her du milîtan kuştin. Milîtanan hazirî dikir xwe di nav sivîlan û armancên serbazî de biteqînin.

Hêzên Îraqî Girava Bexdadî dimalin di çarçoveya lêgerîna li şanên "Dewleta Îslamî" de di vê wêneya ku 20 Hezîrana 2017an hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Fermandarê Firqeya 7an hatiye wergirtin]

"Em ji her hewleke terorîstan re bo têkdana ewlehîya bajarê me amade ne" wî got. "Em ne bitenê li ser alîyê serbazî dixebitin, lê belê li ser karê hewalgirî jî."

"Dijmin êdî ne li devereke vekirî ye û tu xakê kontrol nake, heta em bi dîrekt şerê wî bikin, lê belê veşartî ye û hewl dide ku çendîn rêbazan bi kar bîne bo xwevedizîna ji berevanîyên me," wî got.

"Lê îroj hêzên û ajansên me yên hewalgirî yên bi hêz hene û ew qenc perwerdekirî ne li ser rewşên tengav," wî got. "Em dê di rûyê terorîstan de rawestin û pilanên wan vala derxin."

Hebûneke ewlekarî ya bihêz

Obêdî got ku Bexdadî baş ewle ye bi saya Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, Firqeya 7an ya artêşa Îraqî, polîsê Enbarê û şervanên êlan.

"Ev hêz li her derê li bajêr bi cih bûne, û wê bi temamî diparêzin," wî got.

"Ew hertim lêgerînên çir û pir li şanên li DAIŞê li deverên li tenîşt Firatê encam didin,û herwiha Girava Bexdadî, û biyabana ku heta bi sînorê rojavayî yê Îraqê dirêj dibe," wî got.

Wî got ku pir zehmet e ji endamên DAIŞê re ku li cihekî bimînin û xwe dîsan bi rêxistin bikin, û ew tên şopandin û ew ne ewle ne.

Obêdî got ku hewalgirî nîşan didin ku pir kêm paşmahîyên veşartî mane, yên ku xwe li biyabanê û deverên dûr diveşêrin.

Wî got ku şîyana wan a pêkanîna êrîşên mezin nemaye, lewra ew êrîşên xwekujî pêk tênin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500