Nûçeyên Iraqê
Civak

Êlên Nînewayê û Êzîdî ber bi lihevhatinê ve diçin

Ala Husên li Bexdayê

Êlên Nînewayê û Êzîdî di rûniştineke lihehatinê de beşdar dibin li navçeya Tel Eferê, li rojavayê Mûsilê. [Wêne ji malpera Dergehê Tel Eferê hatiye wergirtin]

Êlên Nînewayê û Êzîdî di rûniştineke lihehatinê de beşdar dibin li navçeya Tel Eferê, li rojavayê Mûsilê. [Wêne ji malpera Dergehê Tel Eferê hatiye wergirtin]

Êlên parêzgeha Nînewayê soz dane ku çi mêrê êlan ê ku destên wî di kuştina Êzîdîyan û revandin û kolekirina jinên Êzîdî de hebe ew dê wan bide dest desthilatdarîya Îraqî.

Ev daxwaza sereke ye ku Êzîdîyan daniye weke merc daku lihevhatineke rasteqîne di navbera her du koman de cêbibe, şert û merc ew e ku her du li rojavayê Mûsilê hazir bin.

Êzîdî hin êlên Ereban li deverên li derdora bakurê bajarê Şingalê sûcdar dikin bi alîkarîya bi "Dewleta Îslamî" re û wan ew han didan dema ku rêxistina tundrew kontrola li bajar ferz dikir.

"Em bi awayekî vebir reftarê rêxistinê û kiryarên terorîstan li dijî Êzîdîyan û kesên din red dikin," serkirdeyê êla Matyot Şêx Qasim Matyotî, got.

Mêrên êlan û endamin ji civaka Êzîdî beşdar dibin di rûniştineke lihevhatinê ya di navbera Ereb û Êzîdîyan de li navçeya Tel Eferê. [Wêne ji Malpera Dergehê hatiye wergirtin]

Mêrên êlan û endamin ji civaka Êzîdî beşdar dibin di rûniştineke lihevhatinê ya di navbera Ereb û Êzîdîyan de li navçeya Tel Eferê. [Wêne ji Malpera Dergehê hatiye wergirtin]

"Herwiha em xwe ji hemû kesên ku tevlî rêxistinê bûbûn û yên ew han dan ku tawanan li Şingalê û çi deverên din bikin bêrî dikin," wî ji Diyaruna re got.

Dîsa jî, DAIŞ rêxistineke terorîst e, wî anî ziman û divê hemû êl ji ber tawanên wê neyên muhasebekirin tenê ji ber çend endamên wê tevlî rêxistinê bûbûn.

Matyotî got ku êla wî piranîya wan kesên hat delîlkirin ku tevlî DAIŞê bûbûn dane dest desthilatdarîya Îraqî.

"Me navê hemû mêrên êlan ên [Matyot] ên ku endamê DAIŞê ne ji desthilatdarîya ewlekarî re kifş kirine," wî got. "Tu êleke din ev yek nekiriye."

"Tenê çendek ên ku ji Îraqê reviyane mane," wî teqez kir, wî soz da ku ew mêrên êlan dê werin girtin eger ew vegerin cihên niştecihbûna xwe li parêzgehê.

Kesên tawanbar divê werin darizandin

Êl dixwaze alîkarîyê bi Êzîdîyên li Şinagalê re bike, Matyotî got, wî nîşan da ku êlên Ereb û Êzîdî jîyaneke hevbeş weke cîran li herêmê bi sedên salan jîyane û bi nerîtî têkilîyên biratîyê yên xurt bi xweşî di nav wan de hene.

"Giyan aram nabin û lihevhatin cîbicî nabe heta ew kesên destên wan di rijandina xwîna Êzîdîyan de heye neyên radestkirin," Qasim Şeşo fermandarê yekîneya Êzîdî ya hêza Pêşmergayê li çîyayên Şingalê, got.

Divê tawanbarên van tawanan rastî darizandina dadmend li pêşîya dadgehên Îraqî û navdewletî werin, wî ji Diyaruna re got

"Bêtir ji 6,000 kesên Êzîdî winda bûn di nav wan de kesên ku hatin kuştin û dîlkirin û keç û jinên me li bazarên Mûsil, Reqayê û bajarin din ên ku li jêr kontrola DAIŞê di wê demê de hatin firoştin," wî got.

"Hemû malên me yên peristinê hatin wêrankirin," wî anî ziman.

Ew kesên berpirsyar derbarê van tawana "divê îro werin radestkirin bo desthilatdarîya Îraqî da ku dadmendî were cîbicîkririn û heqê qubanîyan bi awayekî dadmend bidin wan" wî got.

Şeşo bang li hikûmeta Îraqî û civaka navdewletî kir ku bi awayekî baştir guh bidin Êzîdîyan, wî not kir ku koma kêm netew rastî 74 komkujîyan hatiye bi dirêjahîya dîrokê.

Bêtir ji Mîlyonek Êzîdî îro li seranserê cîhanê nemane, wî got, "ew ji 80 mîlyonan di serdemên bûrî de daketin heta mîlyonekî".

Mêrên tên xwestin li Nînewayê xwe vedişêrin

Êzîdîyan gelekî êşa kiryarên terorîzmê kişandiye, berdevkê êla Nînewayê Mizahim Huwêt ji Diyaruna re got.

Huwêt got ku ew bi temamî piştgirîya daxwazên Şîşo dike, wî teqez kir ku hemû kesên ku destên wan di rijandina xwîna Êzîdîyan de heye divî bo dadmendîyê werin pêşkêşkirin.

Wî êlên Ereb li deverên nêzîkî Şingalê han dan ku her çi qas gengaz be çi tekekesên tên xwestin bidin dest desthilatdarîyê û di halê hazir de têkilîyê bi Êzîdîyan re nekin heta ku ev nakokîyên heyî nemînin.

"Êlên Ereb heta asteke mezin pîvanên lihevhatina êlî û mîkanîzmên vegerandina mafan nas dikin," wî got.

"Ew xweş dizanin ku ew nikarin li ser maseya lihevhatinê rûnin heta birayên wan ên Êzîdî piştrast nebin ku hemû tekekesên tên xwestin dane destdadmendîya Îraqî," wî anî ziman.

Wî got ku hejmarek ji tekekesên tên xwestin hîn li bajarên Mûsil, Baj, Rebîa, û Zumarê li parêzgeha Nînewayê xwe vedişêrin.

Divê êlên li wan deveran "alîkarîyê bi awayekî nêzîktir bi ajansên ewlekarîyê re bikin da ku wan bibînin, bigirin û bidin dest desthilatdarîya Îraqî", wî anî ziman, wî teqez kir ku têr nake ku êl wan tenê red bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Mixabin, Ereb xinizîya hindikahîyan dikin.

BERSIV BIDE

Hemû hozên Ebû Matyot, Xenûtîya, Caxafya û Cehişê li herdu gundên Sincar û Beacê, bi hejmareke hindek ji endamên Şemer li Sincar û Beacê, û Turkmenên sinî li Til Eferê di vê dastana dîrokî de beşdar bûne. Wan "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) damezirandine bi alîkarîya hinek biyanîyan, û di wan tawanan de beşdar bûn di jêr vê nîşanlêdanê de. Ez bi qesema navê Xwedê dikim ku hemû, ji bilî hinekan, tawanbar in, û ew pir naskirî ne. Ji lew re em dixwazin dadmendî pêk were. Ne tenê bi malbat û biraderên xwe yên Ezîdî re xiniz ketine, lê belê bi welat, erd, rûmet û namûsa xwe jî re. Herwiha wan xinizîya her Îraqîyekî rastgo kirine ku li welatê xwe miqateye, û şeref û rûmeta Îraqê. Em hêvîdar in ku ew bo kiryar û xinizîya xwe werin sezakirin daku em bi aştî bijîn bi kesên mayî re bo hezkirina Xwedan û welat!

BERSIV BIDE