Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Platforma medyayê ya el-Wefayê ya girêdayî DAIŞê gefeke nû ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Wêneyeke ji alîyê alava medyayî ya el-Wefayê ya alîgirê DAIŞê hatiye weşandin nîşan dide ku endamên "Dewleta Îslamî" tevlî korsekî rahênana şer dibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wêneyeke ji alîyê alava medyayî ya el-Wefayê ya alîgirê DAIŞê hatiye weşandin nîşan dide ku endamên "Dewleta Îslamî" tevlî korsekî rahênana şer dibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bi têkçûyîna "Dewleta Îslamî" li Îraqê vekişîna li Sûrîyayê, rewş li ser Înternetê, ji bo wan kesên ku hewl didin îdîolojîya rêxistinê ya tund jîndar bihêlin, bûye awarte, pisporan ji Diyaruna re got.

Ligel kenala medyayê ya "fermî" ya rêxistinê ,hejmarek ji kenalên alîgirê DAIŞê kar dikin daku agirê tundîyê gur bikin, ji nav wan kenalan de sazemenîya medyayê ya Wefayê.

Postên tên amadekirin û belavkirin bi sponserîya vê kenala medyayê ne, ew alîgiran han dide ku êrîşên "gurê bitenê" li seranserê cihanê cîbicî bikin û ew hejmarek ji armancan jî destnîşan dike, û herwiha ew rêklamê bo "serrastkirina" îdyolojîya rêxistinê dike, û vegerandina wê bo dîdgeha hevkok ligel dîdgeha damezrîner û zanayên DAIŞê.

El-Wefa bi giranî xwe dispêre nivîsarên zanayên tundrû, grafikan, înfografîkan û wêneyên dîtbar daku peyama xwe belav bike, profisor Hesan Efîfî li fakulteya medyayê li Zanîngeha Qahîrayê, got.

Wêneyeke ji alîyê dezgeha mîdyayî ya Wefayê ya ser bi DAIŞê ve belav bûye û di kapşinê xwe de bang li "şêrên bi tenê" dike ku êrîşan li dîjî kafiran (bêbawermendan) pêk bînin.

Wêneyeke ji alîyê dezgeha mîdyayî ya Wefayê ya ser bi DAIŞê ve belav bûye û di kapşinê xwe de bang li "şêrên bi tenê" dike ku êrîşan li dîjî kafiran (bêbawermendan) pêk bînin.

Wêneyeke ji alîyê dezgeha mîdyayî ya Wefayê ya ser bi DAIŞê ve bela v bûye bunyadê tiştê DAIŞ binav dikir "xîlafe" nîşan dide. Rêxistinê hemû rûberên berfireh ên "xîlafeta" xwe ji dest dan di pêngavên serbazî yên cihêreng de.

Wêneyeke ji alîyê dezgeha mîdyayî ya Wefayê ya ser bi DAIŞê ve bela v bûye bunyadê tiştê DAIŞ binav dikir "xîlafe" nîşan dide. Rêxistinê hemû rûberên berfireh ên "xîlafeta" xwe ji dest dan di pêngavên serbazî yên cihêreng de.

Diyar e ku mebesta kenalê ya sereke ew e ku "wan kesên ku îdîolojîya DAIŞê dişopînin careke din bide hev piştî hilweşandinên di nav refên rêxistinê de", wî ji Diyaruna re got.

El-Wefa dixwaze ku bi rêya înternêtê kesnan vekişîne ku xwedan şiyanên baştir bin di berevanîkirina ji DAIŞê li meyda şer hizrî ji ber ku rêxistin çûye qonaxa şer serbazî yên kêm, û hêzên wê dinalin ji ber hevrikên mîna Qaîdayê.

Wî got ku ji ber vê yekê DAIŞa wêneyî aniha ji DAIŞa fîzîkî, ya ku tê hilweşandin û tenê çend asêgehên wê mane, xeternaktir e.

Wî got ku alav dixwaze çekdarên hêvîyên wan bi DAIŞê ji şikestine ji ber eyban din îdyolojîya wan de û kesên ku neçarbûne ji Sûrîyayê û Îraqê birevin dîsan rêxistin bike.

Efîfî got "eger ev hewldan bi ser ket em dê rastî rêxistineke ji DAIŞê hîn hovtir werin,"

Wî got ku piranîya naveroka Wefayê jêdera wê ji ajansa Emaqê ya DAIŞê ye, ev yek "têkilîya endamî di navbera sazemenî û rêxistinê de" teqez dike.

Belavkirina îdîolojîya tundrû

El-Wefa nivîsarên lîderên berê yên DAIŞê belav dike û wan bi kar tîne bo ronîkirina çawanîya dûrketina lîderên aniha yên DAIŞê, bi taybetî Beşê Medyayî, ji "Rêbaza Pêxemberîyê " û ji rêbaza damezrînerên rêxistinê.

Xuya ye ku el-Wefa di nava tundrûyan de geş dibe piştî alîgirên DAIŞê pirsa sedemên binketina rêxistinê dikin û mîdyaya DAIŞê li hember wan pirsan bê bersiv e.

El-Wefa herwiha ji hinek lîderên DAIŞê dixwaze ku hinek biryaran bistênin derbarê "karûbarên dinyayî" weke lêgerîna li bazarganîyê û dahatan, Mazin Zekî, birêvebirê beşê medyaya nû li Navenda Ibin el-Welîd bo Dahûrandin û Lêkolînên Meydayî li Misrê got.

Wî ji Diyaruna re got ku alav hinek caran rexnegir e ji biryarên têkldarî şer re.

Wî got ku diyar e amanca wê ew e ku "rêbaza rast bike" rêbaza ku DAIŞê dişopand piştî têkçûnên ku vê dawîyê ew rastî wan hat li Sûrîya û Îraqê.

Ev têkçûn bûn sedema veqetandina hejmareke mezin ji çekdaran , çekdarên ku tevlî refên rêxistinin din bûn yan bi awayekî demkî ji meydanê vekişiyan, Zekî got.

Wî anî ser ziman ku alava medyayî heman rêbazên weşan û ragihandinê yên ji alîyê rêxistinên tund ên din ve tên bikaranîn bi kar tîne, û komin ji tekekesan naverokê li ser kenalê diweşînin û materyalan li ser medyaya civakî bi par ve dikin.

Naverok gelekî di rêya bikaranîna Telegramê re tê weşandin, wî got, ligel bikaranîna taybetmendîya axaftina taybet ya şîfrekirî da ku nayên çavdêrkirin.

Îdyolojîya tundruyî ziyankar e û "hîn bi giştî nehatiye tunekirin" Şêx Racih Sebrî ji wezareta zagonsazîya Olî ya Mesrî got.

Awayê herî çalak bo rawestana li hember el-Wafayê ew e betalkirina hemû tiştên ku belav dike û bi peyamine dijber her tim lê vegerînin, wî ji Diyarune re got.

Medyaya civakî û kesên ciwan dikarin roleke çalak di sekina li hember celebê hizirîna tundrû ya tund de, bigerînin a ku el-Wafa hewl dide wê vejîne, Sebrî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em bi hev re gengeşeyê dikin, lê ew yarîkerine rast in.

BERSIV BIDE