Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bidarvekirinên DAIŞê ji endamên Tehrîr el Şam li Idlibê zêde dibin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Di vê wêneyê de dîyar dibe ku endamên Tehrîr el- Şam ên ku ji hêla DAIŞê hatine bidarvekirin li Idilibê bi heman cilên ku DAIŞê carê di vîdyoyên xwe de dîlên xwe nîşan didan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de dîyar dibe ku endamên Tehrîr el- Şam ên ku ji hêla DAIŞê hatine bidarvekirin li Idilibê bi heman cilên ku DAIŞê carê di vîdyoyên xwe de dîlên xwe nîşan didan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Niştecihên Idlibê — yên ku bi rastî di jêr desthiatdarîya Tehrîr el-Şam de tengezar bûn —zêde li ser rewşa xwe ditirsin piştî bidarvekirina DAIŞê ya dawîn ji sê endamên Tehrîr el-Şam, çalakvanekî got.

Endamên DAIŞê li bakurê Sûrîyayê vê dawîye sê endamên Tehrîr el-Şam revandin li ser rêya Idlib- Mestûmayê ya sereke, û serê wan bi kêran jê kirin û yek ji wan bi pirê ve girêdan, Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Malperên DAIŞê û Medyaya civakî wêneyin ku kuştinan belge dikin belav kirin, ku ji alîyê beşê rêxistinê yê wileyeta Idilibê hat engaşt kirin.

Esaf got ku tevî dîlkirina wan, endamên DAIŞê yek ji wan bi pirekî ve li bajarê Erîhayê daliqandin.

Wî got ku yekî din jî avêtin bin wê, bi avêtina li ser erdê bi sedan metran dûr, ê sisyan ji herduyan.

Esaf got ku term cilên pirteqalî li wan kirîbûn, û navên wan "endamên Tehrîr el-Şam Quteyba Rehmûn, Saîd Rehmûn û Mihemed Ebdo".

DAIŞ êrîşa tolhildanê angaşt dike

DAIŞ daxuyanîyek bi bidarvekirinê re belav kir, ragihand ku hat pêkanîn weke bersiv ji bûyereke ku li bajarokê Kefer Hindê vê dawîyê qewimîye.

Di vê bûyerê de, endamên Tehrîr el-Şam êrîşî navendeke perwerdekirinê ya DAIŞê kirin, di encamê de komek ji endamên rêxistinê hatin kuştin an jî dîl bûn.

Di daxuyanîya xwe de, DAIŞ Tehrîr el-Şam û rêxistinên opozîsyonê yên din li herêmê weke kifar --- jirêderketî --- dan nasîn ji ber dijminîtîya wan pê re, di girtin û astengkirina wan ji endamên DAIŞê xuyanî dibe.

Esaf got "tirs li hemû deverên Idilibê belav bû gava nûçeyên bidarvekirinê belav bûn", bi taybetî li devera ku endamên Tehrîr el-Şam lê hatin revandin.

Ev dever li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, ne li jêr destên DAIŞê ye, wî anî ziman, û heman tişt li ser deverên ku termên piştî bidarvekirinê hatine dîtin, pêk tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500