Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî Gerava Samerayê ji bermayîyên DAIŞê xilas dikin

Xalid Ta´î

Fermandarê Operesyonên Samerayê liwa Ehmed Zuhêrî (fermandarîya navîn) operesyona ku di 5ê Hizêranê de dest pê kir bi rê ve bir da ku Girava Smerayê ji bermayîyên "Dewleta Îslamî" paqij bike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarê Operesyonên Samerayê liwa Ehmed Zuhêrî (fermandarîya navîn) operesyona ku di 5ê Hizêranê de dest pê kir bi rê ve bir da ku Girava Smerayê ji bermayîyên "Dewleta Îslamî" paqij bike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operesyoneke serbazî da ku Girava Samerayê ji bermayîyên "Dewleta Îslamî" paqij bike û ewlehîyê li herêmê belav bike encamên erênî berhem da, Fermandarîya Operesyonên Samerayê îro Înê (8ê Hizêranê) îlan kir.

Hêzên fermandarîyê roja Pêncşemê dest bi operesyona serbazî ya sereke kir bi alîkarîya topavêj û balefirên artêşa Îraqî, tîmên endazyarîya serbazî û hêzên nîvserbazî, fermandar liwa Ehmed Zuhêrî ji Diyaruna re got.

"Armanca operesyonê ew e ku xalên germ ên DAIŞê û şaneyên wê yên xwe li Girava Samerayê vedişêrin tune bike, bi taybet li devera di navbera gundê Ebû Jarûb, coka Gola Sersarê û rêya Lînê]," wî got.

Herêma ku teqrîben dora 30 kîlomirtên çargoşe berfereh e, erdnîgarîya wê kompleks e û bi şînatîya xwezayî ya pir tê naskirin.

"Hejmarek ji endamên DAIŞê ên ku ji Mûsil, Telefer û Enbarê reviyabûn ber vê deverê ve çûn, wan ji erdnîgarî û nêzîkbûna wê ji biyabanê qezenc dikir," Zuhêrî got.

"Me kampanya cîbicî kir li ser bingeha agahîyên istixbaratî yên deqîq û yekîneyên me li gor planeke bi awayekî baş dizaynkirî ketin tevgerê de," wî got.

"Kampanyayê encamên erênî berhem dan herweke em bi ser ketin di paqijkirina giravê ji milîsên mayî û me ewlehî bi dest xist," wî anî ziman.

Rê li ber DAIŞê digirin

Hêzên hevbeş herî kêm 13 endamên DAIŞê di operesyonê de kuştin, piranîya wan ferman bi girtina wan hebû, Zuhêrî got.

Herwiha wan malên vehesînê yên DAIŞê wêran kirin û dest danî ser çek û teqemenîyên wan di hundirê wan de dîtin, wî got.

Herwiha me bêtir ji nîvê daristana himbiz [li giravê] şewitand, daristana ku jîngeheke bêqisûr ji bo veşartinê ji çekdaran re dabîn dikir," wî got.

Hêzên Îraqî hewl didin ku erdên çandinîyê ên li herêmê vegerînin da ku niştecî karibin wan biçînin û demeke dirêj li wir bi cih bibin, wî got.

"Kampanya me bi dawî bû, lê em dê ranewestin û em dê operesyonên xwe yên êrîşî di sektorê berpirsyarîya xwe de berdewam bikin", wî got.

Ev kampanya deverên di navbera Gola Sersarê li rojava heta Çemê el-Ezîm li rojhilat û ji Mukeyşifa li bakur heta Ebêjî li başûr di nav xwe de dihewîne, Zuhêrî got.

"Hemû deverên li jêr berpirsyarîya yekîneyên bi awayekî tam misogerkirî ne," wî got. "[endamên DAIŞê] dê rê li ber wan nemîne, ew dê xwe bi komên piçûk li deverên îzole veşêrin di sînorên sektorê berpirsyarîya yekîneyên me yên serbazî de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500