Nûçeyên Iraqê
Remezan

Niştecihên Enbarê Remezanê vedijînin

Sêf Ehmed li Enbarê

Mizgefta Hemûd Mehmûd li navenda bajarê Felûcayê pêşwazîya peristyaran dike piştî fitarê di meha Remezanê ya pîroz de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Mizgefta Hemûd Mehmûd li navenda bajarê Felûcayê pêşwazîya peristyaran dike piştî fitarê di meha Remezanê ya pîroz de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Li bajarên parêzgeha Enbarê tê dîtin ku adetên Remezanê vegeriyane, adetên ku li jêr hukmê "Dewleta DAIŞê" hatibûn qedexekirin.

"Meha Remezanê ya pîroz bi awayekî mezin hat guhertin dema ku rêxistina terorîst dest danî ser Felûcayê," niştecihê bajar Smaîl Mihemed ji Diyarunare got.

Wî got ku rêxistinê nimêjên terawîhan û nimêja derengî şevî li mizgeftê qedexe kir, wî anî ziman ku herwiha wê qedexe kiribû ku niştecî bi lîstika Muhêbisê ya nerîtî bilîzinû malên xwe bi fanosan bixemilînin.

Di serdema DAIŞê de, "em dihatin tirsandin, gef li me dixwarin ku ew dê me bikujin", wî got, wî not kir ku bi rizgarkirina Enbarê, "jîyan normal bûye".

Xortine ciwan li parkeke giştî li navenda Felûcayê dicivin daku bi lîstka Hungilîskê bilîzin, ew jî pêşbirkeke di navbera du tîman de ye, pransîpa wê dîtina xeleka ku endamekî tîma din diveşêre. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Xortine ciwan li parkeke giştî li navenda Felûcayê dicivin daku bi lîstka Hungilîskê bilîzin, ew jî pêşbirkeke di navbera du tîman de ye, pransîpa wê dîtina xeleka ku endamekî tîma din diveşêre. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wî got ku" malbatên Enbarê vegeriyan adetên xwe yên kevin di meha Remezanê de, di nav de el- Tuma".

Adet ew e "cîran xwarin bi hev re par dikin û ava sar, xurme û dew li mizgeftan dideynin berî ku mele azanê bide", wî şîrove kir.

DAIŞê "hişt ku em rihên xwe dirêj bikin û me nikaribû em kur bikin", mamosta Cemal Hemed ji Diyaruna re got.

Xwarin di dema hukimê DAIŞê de kêm bû û jîyan "tenê tirs û xofa berdewam bû û gelek tişt ji dest me çûn," wî got. "Meha Remezanê ji ber tundî, kuştin û wêrankirinê bê kêfxweşî derbas dibû".

"Enabr û Remadî vegeriyan bi saya biryara xelkên wan û alîkarîya wan bi hêzên ewlekarîyê re û piştgirîya şervanên êlan," Hemed got.

"Adetên xweş" vegeriyane

Niştecîya Felûcayê Tîba Ubêd Cumêlî ji Diyaruna re got ku "Felûca di demin zehmet re derbas bû, ji ber xelkên wê rast kuştin, wêrankirin û bêparbûna ji gelek pêdivîyên jîyanê yên sereke hatin."

"Qedexe bû ku jin derkevin yan herin bazaran û rêxistina tund giranî da ku nîqabê li xwe bikin û qedexe kiribûn ku em rû û çavên xwe derxin û heta em bi ti kesî re eşkere biaxêvin," wê got.

Vê Remezanê, niştecîyên bajar "dikarin hemû adetên xweş yên dema em bi emir piçûk em fêrî wan bûbûn bikin", Cumeylî anî ziman.

Wî got ku ew dikarin xwarinê bikirin û şêranî û şorbeyên nerêtî amade bikin, ew dikarin goşt, fisteqan û xwarinin din yên girêdayî danên fitar û paşîvê bikirin.

DAIŞê hewl da ku wêranîyê belav bike, wê got, lê ev serdem bi dawî bû, "bi saya hêzên ewlekarîyê bi hemû şêweyên xwe".

Miseheratîyek vedigere karê xwe

"Min weke miseheratî kar kir [xelk radikim paşîvê] ev kar min ji bavê xwe wergirt," niştecihê Remadîyê Haşim Elwanî, yê ku herwiha weke Ebû Tebal tê naskirin, got.

"Lê qedexe bû ez vî karî di Remezanê de bikim dema ku DAIŞê di sala 2014an de hukim kir," wî ji Diyaruna re got. "Ez venegeriyam kar heta ew di sala 2016an de çûn."

Wî got ku hêzên ewlekarîyê yê Îraqî destûr dane hemû miseheratîyan ku kar bikin û bi şev di Remadîyê de bigerin da ku xelkê rakin paşîvê.

"Em kêfxweş in dema em dibînin ku xelk paşîvê ji me re pêşkêş dikin dema em di kolanan re dimeşin di demjimêrên serê sibehê de," Elwanî anî ziman.

"Her taxek miseheratîyekî wê heye û her yek sektorekî wî heye dide ber xwe berî dema paşîvê," wî got.

"Rewşa ewlekarî li Enbarê bi temamî kontrolkirî bû di meha Remezanê ya pîroz de," serokê polîsê Enbarê liwa Hadî Kesar Erzayic got.

Dema nederketina bi şevê hat dirêjkirin heta saet 1ê sibehê daku malbat bi azadî tevgera xwe bikin, wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku "DAIŞ hat tinekirin û nema vedigere".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500