Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Kampanyayeke Perwerdahîyê li Maeret Numanê armanc dike ku neçûna dibistanê sînordar bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev lafîteya ku ji alîyê kampanya "Perwerde Çekên min e" hatîye daleqandin li pêşîya mizgeftekê li Maeret Numanê, zarokan han dide ku biçin dibistanê û perwerdahîya xwe bidomînin. [Wêne ji Perwerde Çekên min e hatiye wergirtin]

Ev lafîteya ku ji alîyê kampanya "Perwerde Çekên min e" hatîye daleqandin li pêşîya mizgeftekê li Maeret Numanê, zarokan han dide ku biçin dibistanê û perwerdahîya xwe bidomînin. [Wêne ji Perwerde Çekên min e hatiye wergirtin]

Çalakvanan li Maeret Numanê li parêzgeha Idlibê, ya dikeve bakurê Sûrîyayê, vê dawîyê kampanyayeke hişyarkirinê dest pê kir bo handana çûna zaroakn bo dibistanê û bidawîkirina tecnîda wan di komên çekdar de.

Çalakvanan ji Diyaruna re ragihand ku kampanya weke bersivkirina rêjeya bilind a neçûna dibistanan tê.

Girûpek ji çalakvanên civakî û mîdyavan li Maeret Numanê kampanya "Perwerde Çekê min e" meha borî dest pê kir, ew jî kempanyayeke medyayî ya hişyardarî ye armanc dike zarokan -- û dêûbavên wan jî -- han bide ku tecnîda di rêzên komên çekdar de red bikin bi rêya handana çûna dibistanê, çalakvan Hanî Numan ji Diyaruna re got.

Kampanya belavokan û hişyarînameyan li kolanên Maeret Numanê belav dike li ser girîngîya perwerdahîyê mîna "çekê pêşerojê û alava serekî ya belavkirina aştîyê", Numan got.

Wî got ku semînarên bo dêûbavan hatibûn lidarxistin ew ji dîyardeya neçûna dibistanê û sedemên wê hişyar kirin, ligel fokuskirina li ser serencamên felaketî yên li ser zarokan û pêşeroja Sûrîyayê.

"Komên çekdar roleke nerênî dilîzin bi rêya handana tecnîdkirina zarokan di nav rêzên xwe de, ew jî dîyardeyeke ji destpêka teşenebûna cenga Sûrîyayê serî hildaye," wî got.

Sedemeke din a neçûna dibistanê "rewşa ewlehî ya nearam li navçeyê ye ji ber êrîşên asmanî û topbarana berdewam a hêzên rejîmê û derketina pevçûnan di navbera hêzên opozîsyonê yên navçeyê kontrol dikin de", wî got.

Wî got ku sedema sereke, dimîne rewşa aborî ya şepirze ye ya ku piranîya malbatên navçeya Îdlibê tê re derbas dibin, û piranîya xweyîkeran kar û karsazîyên xwe ji dest dane.

Numan da zanîn ku bêwarên ku ji deverên din ên Sûrîyayê bo Îdlibê hatin rastî ziyana herî dijwar hatin ji ber dibistanan nikarî zêdebûna nişkayî ya di hejmara zarokên di temenê dibistanê de vehewîne.

"Bandora vê yekê li ser rêjeya neçûna dibistanê heye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500