Nûçeyên Iraqê
Remezan

Niştecîyên Reqayê adetên Remezanê piştî DAIŞê vedijînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kiryar şînkayî û fêkî li bazareke gelerî li bajarê Reqayê di roja yekem a Remezanê de dikirin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Kiryar şînkayî û fêkî li bazareke gelerî li bajarê Reqayê di roja yekem a Remezanê de dikirin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Niştecîyên parêzgeha Reqayê ya Sûrî vê salê Remezana xwe dûrî kontrola "Dewleta Îslamî" jîyan dikin, û careke din dikarin bi adetên bajarê xwe ji mazûvanîya fitara gelemperî û danên paşîvê yên derengî şevê şa bibin.

Rêxistin ji bajarê Reqayê hat derkirin di dawîya sala 2017an de ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk û hevpeymanîya navdewletî ve.

Ji wî çaxî ve,careke din jîyan hêdî hêdî vedigere weke berê li bajar, pêdivîyên jîyanê yên sereke berdest in û kar berdewam e daku rakirina mayîn û molozan bi dawî bikin û xebata jinûveavakirinê berdewam bikin.

"Niştecîyên Reqayê yên vegeriyane bajar kêfxweş in ku ew dikarin vê salê ayînên xwe yên Remezanê bi azadî bişopînin," niştecîyê bi navê Mihemed Emîn, ê ku piştî rizgarkirina bajar ji DAIŞê vegeriyaye warê xwe, got.

Ciwanin Sûrî li qehweyekê li bajarê Reqayê dicivin di Remezanê de piştî têkbirina "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ciwanin Sûrî li qehweyekê li bajarê Reqayê dicivin di Remezanê de piştî têkbirina "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Atmosferê Remezanê yê rast vegeriya bajar, wî ji Diyaruna re got, wî not kir ku xemilandina betlaneya vegeriyane hinek bazarên ku vê dawîyê careke din hatin vekirin.

Wî anî ser ziman ku mazûnvanîya fitarê ya komî, yek ji adetên Reqayê yên sereke ye di Remezanê de, ew ji alîyê niştecîyan ve tên çêkirin û xwarin bi belaş li kesên hewcedar tê belavkirin.

Wî got ku dêmenên mîna van yekcar di dema kontrolkirina DAIŞê de nebûn.

Niştecî aniha dikarin "derbasî mizgeftan bibin û bi azadî nimêj bikin, ayînên ku bi zorê li ser hatibûn ferzkirin û yên ku gelek caran ew ji wan direviyan ji ber sitemkarîya endamên rêxistinê", wî got.

Emîn got ku ew bi şev şiyar dimînin ji bo paşîvê, li xwaringeh yan qehweyan dicivin di etmosferekî vehisandî ku bajar û niştecîyên wî bi dehên salan fêrî bûne.

Di heman demê, nirxên xwarinê normal in, wî got, wî not kir ku "bazirgan jî tenê fêdeke meqbûl diavêjin ser weke piştgirîyekê bi zibûnan re".

Wî got ku encumena xwecihî ya bajar gelekî kar dike da ku pêdivîyên sereke ji kesên vedigerin re dabîn bike, pêdivîyên mîna av, kehrebe, pêdivîyên xwarinê û sotemenî û ew çavdêrîya nirxan dike da ku nehêle bazirgan ji kêmbûna materyalan qezenc bikin.

Piştgirîya ji niştecîyên bêwar re

Ne pir dûrî Reqayê, bi hezaran bêwarên Sûrî di kampa Ên Îsayê ya bêwarên xwemalî de dijîn.

Rewş li kampê zehmet e, niştecîyê kampê Mihemed Elî Salim ji Diyaruna re got.

Wî got ku rêxistinên mirovî piştgirîya xwe qut kirin, bi taybet alîkarîya xwarinê û pêjxaneya hewarçûnê, ya ku jêdera sereke bû ji xwarinê re ji bo gelek niştecîyên kampê, demekê kat girtin.

Bi hatina Remezanê re, birêveberîya kampê bi rêxistinên mirovî re giha lihevkirinekê da ku alîkarîyê bike û pêjxaneya hewarçûnê vegerînin xizmetê, Salim got, wî anî ziman ku wê danên fitarê ji niştecîyên kampê re pêşkêş dikirin.

Gelek ji kesên vegeriyan bajarên xwe serdana kampê dikirin di Remezanê de da ku danên fitarê pêşkêş bikin weke nîşaneke hevgirtina civakî.

Tebqa adetên Remezanê nû dike

Li bajarê Tebqayê yê nêzîk, dîyar e ku rewş ji Reqayê çêtir e.

Fethî Selûm, cotkareke ji Tebqayê, got ku rewş li bajar bi lez ber bi baştir ve tê guhertin ji ber bajar bi awayekî kêmrit ji Reqayê hat wêrankirin.

"Xizmetguzarîyên sereke mîna av, kehrebe û teşkîlata tendirustîyê berdest in," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku bazar her roj di Remezanê de mişt xelk dibin, di dîmenekî ku me vedigerîne serdema ber DAIŞê dema bazarên Tebqayê bi niştecîyên bajar û deverên derdorê dihatin miştkirin.

"Dîmenên xweşik ên vegeriyane bajar di nav de mazûnvanîyên fitarê yên komî yên ku li kolan û meydanên gelemperî dihatin çêkirin," Selûm got.

Niştecî, zibûn, mêvan û rêwîyên di bajar re derbas dibin dê werin ser mazûvanîyên fitarê yên komî.

"Tê naskirin ku bajar di dîroka xwe de bi van çalakîyan navdar e," wî got. "Ew vegeriyan piştî ku di serdema DAIŞê de hatibûn qedexekirin weke beşekî ji qanûnên qedexekirin yên hişk ên ku emîrên rêxistinê li ser xelkên bajar ferz kiribûn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500