Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Nînewayê bi sedan kesên bi tevlîbûna DAIŞê gumanbar in di nîvê yekem de ji 2018an girtin

Xalid Ta´î

Zabitê polîsê Îraqî veşartgeheke raz a "DewletaÎslamê" dikole ya ku ji alîyê polîs ve hat kifşkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Zabitê polîsê Îraqî veşartgeheke raz a "DewletaÎslamê" dikole ya ku ji alîyê polîs ve hat kifşkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Fermandarîya Polîsê Nînewayê îro Duşemê (4ê Heziranê) diyar kir ku dora 600 kesên gumanbar ji destpêka salê ve li parêzgehê hatine girtin, serokê polîsê Nînewayê emîd Hamid Namis Cibûrî ji Diyauna re got.

Piranîya kesên gumanbar endamên "Dewleta Îslamî" bûn, wî got.

"Ev yek bi piranîya xwe bi saya welatîyan bû di prosesa şopandin û girtina van kesên gumanbar," wî got, ji ber piranîya agahîyên istixbaratî yên beşê polîs derbarê veşartgehên terorê ji alîyê niştecîyên xwecihî ve tên".

"Xelk agahîyan didin me û em li ser bingeha wan kar dikin."

Cibûrî got ku vê alîkarîyê "hişt ku em serkirdeyên DAIŞê yên bilind bigirin, ên ku gefek in li ser ewlekarîyê".

Wî got ku hin ji endamên girtî li taxên niştecihî xwe vedişartin, lê hineke din hatin dîtin ku xwe li şikeft û tunelan li deverên dûr vedişartin.

Girtinên dawî

Polîsê Nînewayê roja Yekşemê (3ê Hezîranê) jinek li taxa Tamîmê li rojhilatê Musilê girt, jina ku di xizmetên bijîşkî ên DAIŞê de kar kiriye.

Di 2ê Hezîranê de, polîs mêrekî bi navê Husam Ebdula Xedr li taxa Tel Rumanê li rojavayê Mûsilê girt, mêrikê ku di cilên ewlehî yên DAIŞê de kar dikir.

Berî wê, di 31ê Gulanê de, hêzên Îraqî Elî Desan Xezel girt, ê ku berpirsyarekî DAIŞê bû berpirsyarê "ofîsa zika û mizgeftan" bû. Wî xwe di nav xelkên bêwar de li başûrê Mûsilê vedişart.

Polîsê Nînewayê nema xwe dispêre agadarkerên raz, Cibûrî got, ji ber niştecî aniha tên û agahîyan tînin, daxuyanîyên xwe pêşkêş dikin û li pêşîya dadgehê derkikevin da ku şehdebûnê bidin.

"Eger ne bi saya xebatên xelkên xwecihî û raportên berdewam ba, me dê ev asta bilind ji ewlekarîyê ya ku Mêsil dijî pêk neanîba," wî got.

"Piştgirîta gelerî qeweteke mezintir dide me da ku em berhingarîya dijmin bikin û planên wan têk bibin," wî got. "Ev demeke dirêj e ti xerqên terorîst li bajarê me nînin û ev destkeftîyeke mezin e me xwe sparte xelk û hêzên xwe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500