Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Pêgeheke nû ya opozîsyonê ya herî mezin li bakurê Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Feyleq Şam li vê derê li gundewarê Idlibê tên dîtin. Koma opozîsyonê ya herî mezin e ku tevlî Enîya Rizgarkirinê ya Niştimanî ya nû hatiye çêkirin bûye. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Feyleq Şam li vê derê li gundewarê Idlibê tên dîtin. Koma opozîsyonê ya herî mezin e ku tevlî Enîya Rizgarkirinê ya Niştimanî ya nû hatiye çêkirin bûye. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Komên opozîsyonê yên li bakurê Sûrîyayê kar dikin, yên piranîya wan berê di nav Artêşa Azad a Sûrî de bûn, vê hefteyê îlan kirin ku ew hev girtine bo duristkirina Enîya Rizgarkirinê ya Niştimanî ya nû çêkin.

Niştecîyan li bakurê Sûrîyayê heta asteke mezin pêşwazîya nûçeyê kirin, çalakvanê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got, ji ber ew dixwazin ku bibînin şerê navxweyî di navbera komên tavil ên li herêmê kar dikin -- Idlib, gundewarê Humsê û gundewarê Hemayê bi dawî dibe.

Esaf got ku formasyona nû aniha ya herî mezin e li bakurê Sûrîyayê, ji ber hejmara komên ku tevlî bûne û rûbera herêma ew kontrol dike.

Yazdeh komên opozîsyonê tevlî Enîya Rizgarkirinê ya Niştimanî bûne: Feyleq Şam, Firqeya Beravî ya Yekem, Firqeya Beravî ya Duyem, Firqeya Piyade ya Yekem, Artêşa Idlibê ya Azad, Artêşa Duyem, Artêşa Elîte, Ceyş Nesir, tabûra Dareyayê Liwayê Pekrewanên Îslamê, Liwayê Hurîyayê û LIwayê 23yan.

Eqîd Fedlela Hajî, yê berî di artêşa Sûrî de bû hatiye hilbijartin da ku weke fermandarê Enîya Rizgarkirinê ya Niştimanî ya nû hatiye çêkirin kar bike, hevbendîyeke opozîsyonê li bakurê Sûrîyayê kar dike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Eqîd Fedlela Hajî, yê berî di artêşa Sûrî de bû hatiye hilbijartin da ku weke fermandarê Enîya Rizgarkirinê ya Niştimanî ya nû hatiye çêkirin kar bike, hevbendîyeke opozîsyonê li bakurê Sûrîyayê kar dike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku komên herî navdar ên red kirin ku tevlî bibin, di nav de Tehrîr el-Şam, Enîya Rigarkirinê ya Sûrî, Liwayê Siqûr Şam û Ceyş el-Ehrar.

Wî got ku vv yek hinek nîgeranîyê li herêmê çêdike ku dibe di pêşerojê de pevçûn di navbera formasyona nû û Tehrîr Şam de çêbibe, ji ber ew her û her dubare dike ku ew dê neçe ti deverê û ew nêt nake ku tevlî ti komê bibe.

Pêkhateya fermandarîya nû

Esaf got ku serkirdeyên komên opozîsyonê yên ku Enîya Rizgarkirinê ya niştimanî ya nû hatiye çêkirin çêkirine biryar dane ku pêkhateya fermandarîyê hilbijêrin bi awayekî ku ti komê di ser ya din re negirin.

Wan eqîd Fedlela Hacî yê berê di artêşa Sûrî de bû, weke fermandarê formasyona nû hilbajart, yê ku ji Artêşa Sûrî veqetiya, muqedem Suheyb Layoş weke cîgirê wî û raid Mihemed Mensûr weke serekê karmendan.

Wî got ku navçeya ku formasyona nû wê kontrol dike berfereh e, komên ku tevlî bûne li herêma beravî, Heleb, Idlib, Hums û Hemayê belav bûne.

Wî anî serziman ku hêza nû herî kêm ji 25,000an pêk tê û dibe ku ev hejmar bilind bibe ji ber komin din tevlî dibin.

Esaf got ku çekên wê çekên sivik û navîn û cureyin cihêreng ji roketan di nav xwe de dihewînin, yên dê li gor pêdivîya bi wan werin belavkirin, ev tê wateya ku ti kom dê çekên xwe yên berî li gel wan li cem xwe nehêlin û hemû çek bûn malê enîyê.

Ev yek di têkilbûnên berê yên di navbera komên opozîsyonê de çêdibûn nebû, wî not kir, ji ber her komek fêr bûye ku çekên xwe li gel xwe bihêle, vê yekê dihişt ku têkilbûn kartêkirinbar ku were jihevxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500