Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî didine dû paşmahîyên DAIŞê li Mutêbijayê

Xalid Ta'î

Xebatkarên ewlekarîya Îraqî lêgerînekê li devera li derdora Mutêbijayê pêk tênin di çarçoveya operasyonekê de ku roja Şemîyê (26ê Gulanê) dest pê kiriye. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Xebatkarên ewlekarîya Îraqî lêgerînekê li devera li derdora Mutêbijayê pêk tênin di çarçoveya operasyonekê de ku roja Şemîyê (26ê Gulanê) dest pê kiriye. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Yekşemê (26ê Gulanê) pêngaveke mezin dest pê kir bo nehiştina endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi temamî li deverên dikevin navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de.

Pêngava li dar, ku giranîya wê li devera Mutêbijayê ye, heta aniha "encamên girîng" bi dest xistine di çarçoveya nehiştina xeterîya paşmahîyên DAIŞê ya êrîşkirina li ser bajarên serekî li herdu parêzgehan, polîsê Diyalayê ji Diyaruna re got.

Polîsê Diyalayê, Fermandarên Operasyonên Diyala, Samera û Selahedîn, Firqeya 5ê ya artêşê û heşda şaebî û hêzên êlan tê de cihgiritn, bi piştevanîya hêzên asmanî yên Îraqî, rêvebirê agahîyên polîs eqîd Casim Etiya got.

Operasyonên lêgerînê hatin encamdan li devera Mutêbijayê û li deverên dûr û gundên li ser sînorê îdarî yên di navbera her du parêzgehan de, di nav de Mayita, Sabîat û Hawî Ezîm, wî ji Diyaruna re got.

Fermandarine Îraqî serpereştiya pêngaveke ewlehî ya li dar li devera li derdora Mutêbijayê dikin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Fermandarine Îraqî serpereştiya pêngaveke ewlehî ya li dar li devera li derdora Mutêbijayê dikin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyon hat destpêkirin li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên diyar kirin ku pêşmahîyên DAIŞê hewl didin cihê pêyê xwe li wir durist bikin, "wa sûd ji berferehîya van deveran û zehmetîya kontrolirina wan bi temamî bi pîvanên ewlehî wergirtiye".

Nehiştina cihê pêyê DAIŞê

Gelek cihên tê bawerkirin ku endamên DAIŞê xwe li wan vedişêrin hatin sehkirin, "û encamên girîng bi dest xistin di çarçoveya nehiştina gefa wan û rêgirtin li ber damezrandina cihpêyekî ewle", Etiya got.

Wî got ku heta Sêşemê, hêzên ewlekarî heşt malên vehewanê yên endamên DAIŞê xwe di wan de vedişartin wêran kirine, "û 11 bombeyên destkird ên li dora wan veşargehan hatibûn çandin bo parastina wan têk birin".

Wan herwiha "workşopeke mezin a çêkirina otombîlên bombrêjkirî, teqemenî, îmdad û materyalên lojistî hat kontrolkirin", wî ragihand, û eşkere kir ku heta niha tu endamên DAIŞê nehatine girtin ne jî kuştin di operasyonê de.

"Ji dema ku pêngav hat destpêkirin, welatî alîkarîya me dikin bi dabînkirina agahîyên ewlehî," wî got. "Hevahengîya wan wêdetir dom dike heta sînorê rolgerandin di lêpirsîna bi terorîstan re."

"Ev tiştekî ne namo ye, ji ber xelkê hertimî alîkarîya me kiriye.," wî got jî, balkişand ku berî çend rojan ji pêngava li dar, şênîyan alîkarîya hêzên ewlekarîyê kir di redkirina êrîşekê de li Celewlayê.

Etiya got ku ewlekirina her deverekê, çiqas mezin be û sirûştiya wê çawa be, bêyî hevkarîya xelkê ne pêkan e, û tekez kir "ev faktorê herî girîng e di serxistina her xebatek ewlehî de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500