Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bermahîyên DAIŞê di navbera Îraq û Sûrîyayê de dorpêçkirî mane

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şervanin ji Hêzên Sûrîya Demokratîk di operasyona Bahoza Cezîrê de li derdora parêzgeha Dêra Zorê de ya Sûrî beşdar dibin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanin ji Hêzên Sûrîya Demokratîk di operasyona Bahoza Cezîrê de li derdora parêzgeha Dêra Zorê de ya Sûrî beşdar dibin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Bermahîyên "Dewleta Îslamî" li Sûrîyayê aniha li deverin piçûk nêzîkî sînorê Îraqî hatine dorpêçkirin, cihê ku ew ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û hevpeymanîya navdewletî ve tên armanckirin.

DAIŞ di dawîya meha Nîsanê de hema hema "bi awayekî tam hat têkbirin" li alîyê rojhilatê Newala Çemê Feartê yê Navîn, berdevkê hevpeymanîyê eqîd Reyan Dilon got.

QSD hevahengî bi hêzên Îraqî re dike daku rê li ber bermahîyên DAIŞê bigre û nehê hewl bidin ku sînorê Îraqê derbas bikin.

"DAIŞ li ber rihê xwe dide li Sûrîyayê, ji ber bermahîyên wê aniha li hin deveran li Newala Çemê Feartê yê Navîn û deverin belawela li rojhilatê Sûrîyayê hatine dorpêçkirin," efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re got.

Hêzên Sûrîya Demokratîk dest danîne ser çeperekê li gundewarê parêzgeha Hesekê, nêzîkî deverên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk dest danîne ser çeperekê li gundewarê parêzgeha Hesekê, nêzîkî deverên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Rêxistin di navbera Îraq û Sûrîyayê de hatiye dorpêçkirin, cihê ku QSD fişarê dike weke beşekî ji operesyona Bahoza Cezîrê, wwî got, lê hêzên Îraqî hemû derbasgehên sînorî asê dikin yên dibe ku rêxistin wan bi kar bîne mîna rêçên revê.

Wî got ku bermahîyên DAIŞê belawela ne li beşinan ji başûr û başûr û rojavayê parêzgeha Dêra Zorê û hin deveran ji bajarê Humsê, herwiha li derdora bajarokê Albû Kemal ê sînorê.

Asêgehên biyabanî hatine dorpêçkirin

Asêgeha rêxistinê ya herî giring ya mayî li devera li derdora Daşîşayê ye li devera biyabanî li parêzgeha Hesekê, Xoca got.

Lê dever bi awayekî tam dorpêçkirî ne, wî got, ne gengaz e ku endamên DAIŞê re ku birevin û" tenê dû rê li pêşîya wan hene: yan dê xwe radest bikin û yan jî dê di şer de bimirin".

Lê deverên deverên din ên li jêr kontrola DAIŞê di nav wan de Hajin, Tuweymin û Tel Jeyer, wî anî ziman, wî not kir ku ev dever bi awayekî tam ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve dorpêçkirî ne.

Wî got ku şer berdewam dike li ser bingeha siyaseta ku hêdê hêdê erdan bidin ber xwe û bi pêş ve biçin û deverê bi temamî paqij bikin û herin devereke din.

Wî got ku divê hêzên ewlekarîyê bi deverên kendûkoz re bidin û bistînin yên dagirtî veşartgehên DAIŞê û divê mayîn û teqînên bidestçêkirî jî rakin ên ku rêxistinê çandine dema ew bi pêş ve diçin.

Xoca got ku êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê cîbicî kirin,da ku çalakîyên ji alîyê endamên DAIŞê ve tên kirin kifş bikin, jîyandar bûn ji bo pêşketina operasyonê.

Gundê Baxoz Tehtanî yê herî dawî ye ku hatiye rizgarkirin, wî anî ziman û hêzên Sûrîya Demokratîk ber bi Baxoz Foqanî ve diçin.

Hevahingîyeke ewlekarî ya serkeftî

Hêzên Îraqî û QSD kiryarên xwe hevahing dikin bi sponserîya hevpeymanîya navdewletî di rêya odeya operesyonan ya taybet ya hat çêkirin piştî çend hevdîtinan, berdevkê QSD Mistefa Balî got.

"Ebv hevahingî girîng e da ku em herêmê ji DAIŞê paqij bikin û di pişt re sînorê di nav her du welatan de misoger bikin da ku nehêlin ti kes ji her du alîyan bi dizî derbas bibe," wî ji Diyaruna re got.

Erdnîgarîya herêmê dihêle ku ev hevahingî pêwîst be, hevahingîya ku encamên erênî li her du alîyan encam dide," wî got, wî not kir jî ku bajarokê Daşîşayê aniha "bi awayekî tam dorpêçkirî ye".

Bermahîyên DAIŞê li devera biyabanî di nabvera parêzgehên Hesekê û Dêra Zorê de "bi awayekî tam îzolekirî ne û xelkên xwecihî ji wan dûr dikevin", mîdyavan li Hesekê Emar Salih ji Diyaruna re got.

Niştecîyên herêmê "bi awayekî tam rêxistinê red dikin", wî got û çi çalakîya gumanbar hebe ew ji QSD re radigînin.

"Piranîya sivîlan ji deverên ku hîn li jêr kontrola DAIŞê ne reviyane û bendewarîyê dikin ku hebûna DAIŞê tîne bikin berî ew vegerin ser semyanên xwe," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Erê, [em] bi hewcedarî albûmeke taybet in.

BERSIV BIDE