Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hejmara qurbanîyên terorê li Îraqî kêm dibe

Xalid Taî

Hêzên Îraqî endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li navçeya Behrez li Parêzgeha Diyalayê digrin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê wergirtiye]

Hêzên Îraqî endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li navçeya Behrez li Parêzgeha Diyalayê digrin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê wergirtiye]

Amarên nû ji şandeya NY ya bo Îraqê (UNAMI) kêmbûneke berçav di hejmara qurbanîyên terorê de li Îraqî diyar dikin û nîşan didin ku gefa ku DAIŞê çêdikir kêm bûye.

Amarên qûrbanîyên ji hêla NNAMI di 2ê Gulanê de hatin bealvkirin nîşan didin ku 68 Îraqî hatin kuştin û 122 birîndar bûn di kiryarine terorî de di meha Nîsanê de.

Ev hejmarên herî kêm in ji 2003an de, çiku hejmara qurbanîyan di salên bihurî de 1,000 haleyên mirinê her meh derbas kirine.

"Ev kêmbûn li gelek sedeman vedigerin, yek ji wan têkçûna terorê ya dijwar di şerê rizgarkirinê de", berdevkê Ajansa Dijî- Terorê Sebah Numan ji Diyaruna re got.

"Tu bandor û kontrola DAIŞê li ser inşekê ji erdên me tune ye," wî got. "Me dikarîbû hemû bajarên xwe vegerînin û dawîyekê ji gefa vê rêxistina hov re deynin".

"Yên ku hîn dijîn tên girtin û dê radestî dadmendîyê bibin", Numan got, anî ziman jî ku "helmeta berdewam li ser torên terorî yên raz li bajar û deverên biyabanî dest bi hilgirtina mêwên xwe kiriye".

Wî got ku aramîyê aniha konê xwe li deverên rizgarkirî vegirtî ye da zanîn jî ku Ajansa Dijî-Terorê "operasyonên lipeyketin û girtinê" pêk tîne bo têkbirina serok û endamên DAIŞê yên revîyayî û jihevxistina şanên razayî.

DAIŞ "her tişt ji dest daye"

Zanyarî û agahîyên hewalgirî yên ku hejmarek ji xelkê pêşkêş kiribûn alîkarîya hêzên ewlekarîyê di şopandina veşartgehên DAIŞ û komgehên çekên wê de dikin, Numan got.

"Hejmara nizm a qurbanîyên terorê ne ew e tiştê em lê digerin", wî got, û wiha dewam kir "awata me ew e ku em bigihin rewşekê ku mehane qurbanîyek nebe û ne jî bûyereke terorî".

Numan anî ziman ku bidestxistina vê armancê jî bi hewceyî bernameyên arestekirin û amojgerîya neteweyî ne bo îdyolojîya tundrû têk bibin.

Kêmbûna hejmarên qurbanîyên terorê "encameke asayî ye ji aramîya heyî û rewşa ewlehî ya li hemû bajarên welat piştî têkbirina komên DAIŞê", pisporê ewlekarîyê Fadil Ebû Raxif ji Diyarune re got.

Wî got rêxistinê "hertişt ji dest da", ji çekdar û amûrên wê herwiha şiyana wê ya kişandina çekdarine nû bo nav rêzên xwe.

"Destkeftîyên mezin û pêşketin di warê ewlekarîyê de pêk hatin, lê belê divê em li vir ranewestin", wî got, û balkişand ku xebatên hewalgirîyê xwedan giringîyeke sereke ne di rojên tên de.

Xurtkirina ewlehîyê li Îraqê

Piştgirîya hevpeymanîya navdewletî ji Îraqê re "faktorekî sereke û çalak bû" ku alîkarîya hêzên îraqî kir di berengarbûyîna gefa DAIŞê, Haşim Haşimî pisporekî rêxistinên tundrûyî got.

Xurtkirina ewlehîyê dikare "hevdana gelek ji faktorên sereke rave bike, di nav de kêmkirina gotaran û alozîyên siyasî yên fitneyên tayfgerî gur dikin", wî ji Diyaruna re got.

Wî îşaret kir bi zêdebûna pisporî û şiyanên hemû hêzên ewlekarîyê -- artêş, polîs û hewalgirî -- yên ku bûne zîrek di şopandina DAIŞê û sekinandina gefên wê de.

"Welatî aniha dizanin ku selametî û ewlehîya wan biryareke civakî ye û berpirsîyarîyeke dikeve ser milên wan jî ne tenê berpirsîyarîya hêzên ewlekarîyê ye", wî got. "Divê ew pir piştgirî û alîkarîyê bo hêzên ewlekarîyê pêşkêş bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500