Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî xeleka teng a dora Bexdadî xerq dikin

Xalid Ta'î

Îraqîyek profaylên çapkirî li dor rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hildigre ji aliyê desthilatdarîyên Îraqî ve roja 6ê Sibatê hat serbestberdan. Hêzên Îraqî vê dawîyê xeleka teng a rêberê DAIŞê xer qkirin bi girtina pênc ji fermandarên payebilind vê dawîyê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Îraqîyek profaylên çapkirî li dor rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hildigre ji aliyê desthilatdarîyên Îraqî ve roja 6ê Sibatê hat serbestberdan. Hêzên Îraqî vê dawîyê xeleka teng a rêberê DAIŞê xer qkirin bi girtina pênc ji fermandarên payebilind vê dawîyê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Bi girtina pênc fermanderên payebilind ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vê dawîyê, hêzên Îraqî bi ser ketin di xerqkirina xeleka teng a Ebû Bekir Bexdadî û nêz in ku wî ji veşargeha wê derxin.

Roja 11ê Gulanê, Îraqê ragihand ku ajansên hewalgirîya niştîmanî "operasyoneke astbilind" pêk anîn bi hevahengî ligel Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, bi rênmayên Serokwezîr Heyder Ebadî.

Operasyona pêvedanê,a koda wê "732", mezintrîn yek ji celebeyên wê di çar salên dawî de, û bi girtina Îsmayîl Elwan Selman Îsawî , yê 55- salî dest pê kir, ew herwiha bi Ebû Zayid Îraqî tê naskirin, berpirsiyaran ji Diyaruna ragihand.

Kesê ji Remadîyê weke "Wezîrê Fetwayê" yê rêxistinê kar dikir, û serpereştîya destnîşankirina "walî û mîran" dikir û peyrewê perwerdahîyê dinirxand.

Ajansên hewalgirî yên Îraqî lîderên DAIŞê Îsmayîl Elwan SelmanÎsawî (ji alîyê çepê ve li gorî zivirîna niçikên demjimêrê), Îsam Ebdul Qadir Aşûr Zewbeyî, Omer Şihab Hemed Kerbûlî û Mihemed Husên Hadhar kişandin bo Îraqê bi şandina nameyekê ji mobayîla lîderekî DAIŞê yê girtî. [Ji vîdyoyekê hatiye wergirtin]

Ajansên hewalgirî yên Îraqî lîderên DAIŞê Îsmayîl Elwan SelmanÎsawî (ji alîyê çepê ve li gorî zivirîna niçikên demjimêrê), Îsam Ebdul Qadir Aşûr Zewbeyî, Omer Şihab Hemed Kerbûlî û Mihemed Husên Hadhar kişandin bo Îraqê bi şandina nameyekê ji mobayîla lîderekî DAIŞê yê girtî. [Ji vîdyoyekê hatiye wergirtin]

Serkêşekî Sûrî yê DAIŞê bi navê Sedam Omer Husên Cemal, bi Ebî Ruqeya Ensarî jî tê naskirin, bi roldîtin di şewitandina bi saxî ya pîlotekî Urdinî de û komkuştinakirina bi sedan endamên êla Şiyêtatê di sala 2015an de tê gunehbarkirin. Televîzyona Îraqiyayê mukurhatinên wî roja 9ê Gulanê weşandin.

Serkêşekî Sûrî yê DAIŞê bi navê Sedam Omer Husên Cemal, bi Ebî Ruqeya Ensarî jî tê naskirin, bi roldîtin di şewitandina bi saxî ya pîlotekî Urdinî de û komkuştinakirina bi sedan endamên êla Şiyêtatê di sala 2015an de tê gunehbarkirin. Televîzyona Îraqiyayê mukurhatinên wî roja 9ê Gulanê weşandin.

Ew roja 15ê Sibatê hat girtin di operasoneke hevbeş de di navbera ajansên hewalgirîyê yên Îraqî, û Ajansên Hewalgirîyê yên Turk û hevpeymanîya navdewletî, pisporê warê rêxistinên tundrû Haşim Haşimî ji Diyaruna re got.

Wezareta Derve ya Turk roja 11ê Gulanê got ku ev girtin bi saya karê hevbeş hat di navbera "ajansên hewalgirîyê û polîs de li wîlayeta Skaryayê li rojavayî Turkîyayê".

Turkîya "hemû karînên xwe dixe tevgerê de bo şerkirina DAIŞê", wezaretê got, û bal kişand "hevkarîkirina li ser asta navdewletî encamên girîng têne holê".

Serkêşên DAIŞê di davekê de ne

Piştî girtina wî, Îsawî bo Îraqê hat radestkirin bo lêpirsîn pê re were kirin.

Bi bikaranîna mobayîlê wî, ajansên hewalgirî yên Îraqî karîn çar fermandarên DAIŞê ji Sûrîyayê bînin bi şandina nameyekê, bi wajûya Îsawî, ku fermanê li wan dike yekser bên Îraqê.

Ew ketin davê de.

Mihemed Husên Hadhar jî bi wan re bû, ku ew kesekî Sûrî ye û bi navê Ebû Sêf Şaetî tê naskirin, û ew "mîrê" bajarê Meyadîn li Sûrîyayê bû.

Îsam Ebdul Qadir Aşûr Zewbeyî, kesekî Îraqî ye û bi navê Ebû Ebdul Heq Îraqî û Ebdul Heq Humam tê naskirin, mîrê lîwayê Fetih Derîbayê bû; û welatîyê Îraqî Omer Şihab Hemed Kerbûlî, bi navê Ebû Has Kerbûlî jî tê naskirin, "çalakvanê hewlgirîyê" bû di ya jê re tê gotin Wîlayeta Feratê (Parêzgeha Feratê).

Yê herî xeternak ji her çaran kesekî Sûrî yên 39-salî bû bi navê Sedam Omer Hussên Cemal, bi navê Ebî Ruqeya Ensarî tê naskirin, ew bi esil ji Elbû Kemalê ye û weke "berpirsiyarê ewelhîya" Wîlayeta Feratê ya DAIŞê kar kiriye.

Ew tê gunehbarkirin ku rol dîtiye di şewitandina bi saxî ya pîlotê Urdinî, Muaz Kesaba, berîya sê salan, û bi komkuştina bi sedan ji endamên êla Şiyêtatê a Sûrî di havîna 2015an de.

Televîzyona Îraqiya roja 9ê Gulanê dîmenin weşandinji mukurhatinên Cemal, wî tê de piştrast kir ku "milmilanî û parçebûn di nava rêxistinê de hene û gelek endam rawestane û naxwazin şer bikin".

''Pêşketinên herî girîng''

Girtina van her pêncan "pêşketina herî mezin û girîng e ji destpêka şerê li ser DAIŞê di Havîna 2014an de, Haşimî got.

Bexdadî "gelekî nêzî kuştin an jî girtinê dibe", wî got, wî da zanîn jî ku "ev ne tenê derbeyeke lawazkirinê ji DAIŞê re ye. Ew dê rêxistinê hilweşîne".

Operasyon "bi hûrbînî plankirî" bû û bi tund bi DAIŞê re eleqader bû, berdevkê fermandarîya operasîyonên hevbeş emîd Yehya Resûl wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku xebatên hewlgirîyê bo bidûvketin û armanckirina serkirde û endamên DAIŞê yên mayî berdewam in û anî ziman jî"êrîşên asmanî li Sûrîyayêgelek ji vehewîngeh û kargehên wê yên çêkirina bombeyan hilweşandin".

Wî got ku êrîşa Hêzên Asmanî ya 19ê Nîsanê ku li avahîya DAIŞê xist li Hajînê li parêzgeha Dêra Zorê, dora 40 serkirdeyên bilind ên DAIŞê kuştin, ew êrîş encama agahîyên ku ji mukurhatina pênc serkirdeyên DAIŞê hatibûn wergirtin.

Resûl got ku dawîya Bexdadî nîzîk e, ji ber fermandarên wî yên herî nîzîk "li ser asteke bilind têne armanckirin".

Ev tê wateya ku rêxistin û serkirdeyê wê lawaz dibin, serekê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şebêb ji Diyarunare got, wî not kir ku ji rêxistinê re diyar bûye ku fermandarên rêza yekem rastî xeterê tên.

"Ji hêla rêxistinî ve, dawî ji terorîstan re hat danîn," wî got. "Îdîolojîya xwînî aniha bi awayekî xurt ji alîyê niştecîyên xwecihî ve tê redkirin ên ku nema dikarin wan tehmûl bikin piştî hemû wêrankirina ew bûn sedema wê."

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tevî serkeftinê, endamên DAIŞê hîn li Mûsil û Hewlêrê hene. Ew nehatine girtin.

BERSIV BIDE

Ew kesên ku tenê li xwe digirîn ne hêja ne ku ji dayîk bibin. Hevoka li jor binirx e û hêja ye şanazî û nirxandinê ye. Tiştê bi serê xelkên me yên Mûsilê di salên borî de hat diyar e. Mûsil rastî bobelatekê hat ku di deh salên temam de tê re derbasnebûye. Çîrokê dest pê kir dema di roja Duşemê nehê Hezîrana sala 2014an de rêxistina ku tiştekî derbarê mirovahîyê nizane derbasî Mûsilê bû. Vê yekê wêrankirina gelek mizgeft, dêr, perestgeh û abîdeyan encam da. Di wê demê de, xelkên Mûsilê nikarîbûn berevanîya bajarê xwe bikin ji ber ew bêhêvî û bêhêz bûn. Ji ber wan kesên piştgirîya "Dewleta Îslamî" kir, bajar di rojin tarî de jîyan kir ku xwîna xelkên bêgunih hat rijandin. Dema ku operasyon [ên rizgarkirinê] hatin îlankirin, xelkên Mûsilê piştgirî kir û bi hev re dilsoj bûn, wan av û xwarn bi hev re par ve dikir tevî ku ev pêdivî kêm jî bûn. Eger em behsa endamên DAIŞê bikin, wan guh nedida ku xelk tenê ard dixwin, dema ku wan goştê golikan ê herî xweş û xarinin din dixwarin. Dema ku hin dever ji Mûsilê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin rizgarkirin, hêzên ku hemû tişt kirin qurbanî di nav de xwîna xwe dan ji ber ew hêja bûn ku ji dayik bibin, komin ji xortên ciwan dest pê kirin tîmên xwebexş çêkirin. Tîmên mîna van bajar paqij kirin, alîkarî belav dikirin û deyn dane xelkên xwe. Gelek kom derketin holê û astên perwerdeyê bilind kirin. Komên mîna van weke "mamostayên belaş" dihatin binavkirin û piranîya endamên wan havîn û zivistanan kar kirin berî DAIŞ Mûsilê dagir bike. Ev kom

BERSIV BIDE

Ax, Xwedayo, serkeftinê bike para artêş û hêzên me yên pîroz.

BERSIV BIDE

Ey Xwedan, serkeftinê bide hêzên me yên ewlekarî!

BERSIV BIDE