Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên piştgirîyê yên rejîma Sûrî digihin Derayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên opozisyonê li parêzgeha Derayê ya Sûrî bi Ceyş Xalid bin Welîd re şer dikin, komeke ku ragihandiye ew hevbenda "Dewleta Îslamî" ye . [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarên opozisyonê li parêzgeha Derayê ya Sûrî bi Ceyş Xalid bin Welîd re şer dikin, komeke ku ragihandiye ew hevbenda "Dewleta Îslamî" ye . [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Alozî li parêzgeha Derayê bilind dibin piştî hate ragihandin ku hêzên piştgirîyê yên rejîma Sûrî digihin herêmê, ev yek tê wateya ku dibe şerin nû biqewimin, berpirsyarekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Berî vê şerekî dijwar di navbera hêzên opozisyonê û komên dilsozê "Dewleta Îslamî" diqewime, ev yek dihêle ku sivîl rastî fişekan werin û tirs heye ku qurbanî hebin eger şerekî dijwar biqewime.

Çekdarên opozîsyonê û sivîl li Derayê nîgeran in derbarê pêşketinên heyî, Yasir Turkmanî, zabitekî Artêşa Azad a Sûrî li Derayê bi cih bûye, got.

Li başûrê Derayê,komên Artêşa Azad a Sûrî şerê Ceyş Xalid bin Welîd dike,,Komeke soz daye ku bi DAIŞê re dilsoz be, wî ji Diyaruna re got, wî not kir tê ragihandin ku piştgir ji alîyê DAIŞê ve bi dizî derbasî herêmê dibin da ku di şer de beşdar bibin.

Ev wêne xeta veqetîner di navbera hêzên rejîma Sûrî û komên opozîsyonê de diyar dike li başûr û rojavayê bajarê Derayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev wêne xeta veqetîner di navbera hêzên rejîma Sûrî û komên opozîsyonê de diyar dike li başûr û rojavayê bajarê Derayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Komên opozîsyonê hewl didin ku deverê ji DAIŞê û hemû hevalbendên wê xilas bikin daku nehêlin herêm bibe armanc ji êrîşên dijwar re yên tundrewan dikin armanc.

Wî got ku di heman demê, hêzên rêjîmê çeperên xwe qayim dikin li hember komên Artêşa Azad a Sûrî li Derayê.

Rejîm bi giranî hêzên xwe bi cih kirine

Wî got ku bi dehan navgîn û karmendên serbazî dihatin dîtin ku di van her du rojên dawî de derbasî herêmê dibûn, li gel tevgerekê ji alîyê komên Îran piştgirîya wan dike, di nav wan de yekîneyin girêdayî Hizbulaya Libnanê ûrêxistinê sûrî yên nû çêbûne.

Balefirên şer ên rejîmê belavok davêtin, wan bang li sivîl û çekdarên opozîsyonê dikir ku tevlî ya jê re tê gotin "proseya lihevkirina niştimanî" bibin, Turkmanî got.

Komên opozîsyonê li Derayê heta aniha red kirine ku tu pêşniyar hebin bo çareserkirina rewşê weke peymanên lihevhatinê yên muhrkirî li hin deverin din.

Ev di agirbestê de hatin hewandin, çekdarên opozîsyonê û malbatên wan ji van deveran tên guheztin ber bi parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê.

Li gorî Turkmanî, rejîmê peymana kêmkirina şer a ku ji alîyê welatên navdewletî ve hat organîzkirin bin pê kir û hejmarek ji çeperan li bajarê Derayê bombebaran kirin, yên ku li jêr kontrola herdu alîyan in.

Hejmarek ji xelkê di bombebarankirinê de hatin birîndarkirin, herwiha ziyanên giran gihane semyanan.

Turkmanî hişyarî da ku eger çi şer di navbera opozîsyon û rejîmê de biqewime, ew dê bibe sedema encamine kambax.

Sedema vê yekê ew e ku deverên li jêr kontrola her du alîyan gelekî ser têk hev de diçin, wî got, û ji ber ku gelek xelk li deverê hene -- hejmara niştecîyên wê digihe 700.000 kesî -- ev yek tê wateya ku hejmara birîndara dê bilind bibe eger bombebarankirin, şer li gel êrîşên asmanî biqewimin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500