Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq agirê dawîn zeviya petrolê ku DAIŞ vexistibû vedimirîne

Xalid Ta'î

Tîmine agirvemirandinê agirê bîreke neftê vedimrînin ku "Dewleta Îslamî" vêxistibû. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Tîmine agirvemirandinê agirê bîreke neftê vedimrînin ku "Dewleta Îslamî" vêxistibû. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Wezareta Neftê ya Îraqî dawî bi ser ket di vemirandina agirê dawîn bîrên petrolên ên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vexistibûn.

Bepirsriyayên Îraqî dibêjin ku ev serkeftineke girîng ji jîngehê û aborîyê re, ji ber agiran xesarên madî yên giran û gemarbûneke jîngehê ya dijwar li pey xwe hiştin.

"Me karî em dawîn bîra ku terorîstan agir berdabûyê vemirînin," peyvdarê wezaretê Asim Cîhad ji Diyaruna re ragihand. "Hejmara wê 42 bû,û beşek bû ji zevîyên neftê ên Ejîl li parêzgeha Selahedînê."

"Teknîkvan û pispor ji Kompanîya Petrola Bakur û Birêveberîya Berevanîya Sivîl, û herwiha ajansên pêşeng ên din, berpirs bûn ji vemirandina agiran di vê bîrê û bîrên din ên ku bi ser zevîyên neftê yên bakurî ve ne," wî got.

Teknîkvanine Îraqî çakkirinan pêk tênin li zevîyên neftê yên Ejîl, yên ku "Dewleta Îslamî" ew têk biribûn. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Teknîkvanine Îraqî çakkirinan pêk tênin li zevîyên neftê yên Ejîl, yên ku "Dewleta Îslamî" ew têk biribûn. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

"Hemû xebatên vemirandina agiran bi destê Îraqîyan bû, bêyî alîakarîya kompanîyên biyanî," wî da zanîn. "Kadroyên me yên niştîmanî karîn pêşketineke berçav pêk bînin, û aniha ew xwedan ezmîneke têrdar in derbarê nêzîkatîkirina bi rewşên wiha re."

Nûkirin dikare were destpêkirin

Cîhad got ku agirên bîrên neftê xesarên diravî yên bi milyarên dolaran tên mêjerkirin hiştin, û wan xesaran dewam kir heta çaxên agir hatin dorpêçkirin.

Wî got ku bingihgirtina samanên niştîmanî hişt ku hikûmeta Îraqî pereyên divyabûn heqdestê komapnîyên biyanî bin bo encamdana vî karî biparêze.

Wî got ku aniha agir hatin vemirandin, jêrxaneya neftî dikare were nûkirin û berhemkirina nefta xav dikare were destpêkirin ji wan zevîyên Îraqî yên DAIŞ ew kavil kiribûn, û wiha ev beşê dîrokê tê bidawîkirin.

Piştî DAIŞ neçar bû vekişe, wê agir berdan bîrên neftê bo astengkirina pêşveçûna hêzên Îraqî û bo felckirina karabûna êrîşên asmanî bi dumana reş û pir.

Ev tektîk bû beşek ji sîyaseta "zemîna şewitandî" ya rêxistinê.

Wezareta Neftê ji destpêka 2016an ve agiran vedimirîne, û karî agirên bi deha bîrên neftê vemirîneli zevîyên neftê yên bakûrî, yên herî xûyayî ji wan zevîyên Geyara û Ejîlê.

Wezaret "îroj kar dike bo amadekirina bîrên têkçûyî, û herwiha hemû zevîyên neftê û sazîyên ku li ser destê milîtanan hatin ziyankirin", Cîhad got.

Qonaxeke nû ya nûavakirinê

Hat selmandin ku pisporîya Îraqê astbilind e di vemirandina agirên di zevîyên neftê de, şehrezayê warê neftê Humam Şema ji Diyaruna re got.

"Ji alîyê teknîkî ve, ev agir tiştekî awarte bûn, û pêwîstî bi ezmûneke kûr û teknîkên pêşketî heye bo kontrolkirina wan," wî got, û karê lîwayên vemirandina agir û tîmên Wezareta Neftê bilind nirxand.

Wî got ku van tîman "pêşketinên mezin" pêk anîn bi samanên sînordar ên li ber destê wan, vê yekê jî "gengazî li ber qonaxeke nû ji nûavakirinê û dubare avakirina jêrxaneya neftê ya ku terorîstan wêran kiribû vekir."

Ev yek jî dê rê bide pêşxistina berhemkirina neftê.

"Vemirandina agirên di zevîyên neftê de dawîyek ji vê kêşeya mezin re peyda kir, ku ew xwedan derhawştên aborî û jîngehdarî bû," Sadiq Behadlî, profesorê diravê û bankdarîyê di Zanîngeha Mustenserîyayê de li Bexdayê, got.

Bi vêxistina agir di zevîyên neftê de, DAIŞ hewl da ku aborîya Îraqê têk bibe, ji ber ew bi giranî pişta xwe bi dahata neftê girê dide bo fînansekirina budceya xwe, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Vemirandina wan "nîşandereke li ser karîna me ya zorîbirina berhengarîyan û zorîbirina felaketên şer", wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500