Nûçeyên Iraqê
Analîz

Gelo qelş dikevin hevbendîya Rûsya-Îranê li Sûrîyê?

AFP

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergî Lavrov hevtayê wî yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf derbasî holekê dibin li Moskoyê roja 28ê Nîsanê. [Aleksander Nemenov/AFP]

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergî Lavrov hevtayê wî yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf derbasî holekê dibin li Moskoyê roja 28ê Nîsanê. [Aleksander Nemenov/AFP]

Banga Rûsyayê ya dawî bo derketina hêzên biyanî ji Sûrîyayê dikare weke xaleke werçerxêner di hevbendîya wê ya zehmet de bi Îranê re bê dîtin, tevî ku şirovekar dibêjin ku rêyeke dirêj li pêşîya hevparîya wan e.

"Bi destpêkirina prosesa siyayî di qonaxa xwe ya herî çalak de, dê hêzên çekdar ên biyanî ji xaka Sûrîyayê vekişin," Serok Vladimir Putin wiha ragihand piştî civîna wî bi hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esed re li Sûçîyê roja Înê (18ê Gulanê).

Şanderê Putin bo Sûrîyayê, Aleksander Lavrentiyêv, paşê ragihand ku ev Îranê jî dihundirîne.

Heta aniha, her dû welat bi yekrêzî bi hev re dixebitin, Rûsya hêza asmanî dabîn dike û hêzên Îranî barekî giran li ser zemînê hildigrin.

Ev wêneyeke 11ê Kanûna Yekem hatiye belavkirin ku Serokê Rûsî Vladimir Putin û hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esed nîşan dide di civînekê de ligel efserên serbazî yên Rûsî li serbazgeha asmanî ya Rûsî li Hmêmîm li parêzgeha Laziqiyaya Sûrîyayê, roja ku Putin fermana vekişîneke ne tam a hêzên Rûsî ji Sûrîyayê da. [Rûpela Facebookê ya Serokatîya Sûrîyayê/AFP]

Ev wêneyeke 11ê Kanûna Yekem hatiye belavkirin ku Serokê Rûsî Vladimir Putin û hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esed nîşan dide di civînekê de ligel efserên serbazî yên Rûsî li serbazgeha asmanî ya Rûsî li Hmêmîm li parêzgeha Laziqiyaya Sûrîyayê, roja ku Putin fermana vekişîneke ne tam a hêzên Rûsî ji Sûrîyayê da. [Rûpela Facebookê ya Serokatîya Sûrîyayê/AFP]

Hênrî Rome, lêkolînvanê biwarê Îranê bo Koma Ewrasyayê li Waşingtonê, got komêntên Putin "hevbendîya Rûsya-Îranê li Sûrîyê bi tu şêweyan bi dawî nake, lê ew kelemeke xeternak e di rêya wan de".

"Tu demeke dawî bo hêzên biyanî nehatiye danîn bo oxirkirinê," wî got. "Lêbelê hêjayî baskirinê ye ku Kremlin ne ji daxuyanîya xwe vegerîyaye ne jî tona xwe nerm kiriye."

Rayedarên Îranî bi rijdî bersiv dan, û berdevkê wezareta derve Behrem Xasemî got, "Tu kes nikare zorê li Îranê bike ku tiştekî vajî vîna xwe pêk bîne".

"Ne di ajendayê de ye"

Cîgirê wezîrê derve yê Sûrîyayê Fêsel Meqdad Çarşemê got ku Şam ne bendewar e ku Îran û Hizbulah vekişin, û ji ajansa fermî ya Rûsî RIA Novosti re got "ev mijar ji bo nîqaşê jî ne di ajendayê de ye".

Şirovekar dibêjin ku Rûsya ditirse ku alozîya Sûrî ber bi şerekî xwînî di navbera Îran û Îsrayîlê ve biçe.

Ji ber hebûna gelek hêzên Îranî li bakurê wê, Îsrayîl kete tevgerê û zincîrek ji êrîşên asmanî li ser çeperên Îranî li Sûrîyayê pêk anîn di heftîyên borî de.

Rûsya yekane hêz e ku xwedan pêwendîyên germ e bi herduyan re.

"Rûsî terazûyeke hûr di navbera hevbendîyên herêmî yên cuda de peyda dikin," Julien Barnes-Dacey ji Pêwendîyên Derve yên Encumena Ewropî, got.

Wî got ku daxuyanîya Rûsî derbarê nehiştina hêzên biyanî nameyek bû ji Îranê re bû ku dê bandora wê sînordar bibe.

"Lêbelê dê pir zehmet be ku ew were sepandin," wî got.

Îran bi kûrahî ji aliyê serbazî ve xwe li Sûrîyayê bi cih kiriye, û nîgran e ji hewla Rûsyayê ya derxistina wê ji welat û destdanîna li ser hemû xenîmeyên nûavkirinê.

"Îran şerekî pir zehmet li dar xist -- hîn jî di şer de ye -- û sazişên dem-dirêj texmîn dike di warê girêbestên wizeyê û warên din de" Rome got.

Wî got ku li Tehranê bizdandinek heye ku dê kompanyayên Rûsî û Turkî girêbestên mezin û girîng qezenc bikin, û ji wiha wêdetir jî ew e ku tê xuyanîkirin ku Rûsya çira kesk dabe Îsrayîlê di êrîşên wê yên dawî de li ser çeperên Îranî.

"Hevbikaranîn"

Xirabbext e, ku Rûsya û Îran pir nêzî hev kar dikin. Îran pişta xwe bi piştgirîya asmanî ya Rûsî û alavên dijî balafiran girê dide û hêzên Îranî û proksîyên wê pir çarenivîsaz in ji şerê ser zemînê re, şerê ku hîn pir ji dawîhatinê dûr e.

"Ew herdu dê hev bikarbênin li gorî gengaz e, û bo dirêjtirîn heyam," Rome got.

Lêbelê hemû şirovekar kok in ku piranîya alîyan manoran dikin bo cihgirtina di qonaxa paş şer de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazim bizewicim.

BERSIV BIDE