Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Navendeke pêgehandinê li Sûrîyayê hewl dide ku "şêrzadên xîlafetê" kedî bike

AFP

Xortekî nûhatî li ser depekî spî dinivîse li navenda pêgehandinê ya Horîyê bo çekdarên zarok ên "Dewleta Îslamî" li Tel Marûfê di 11ê Sibatê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Xortekî nûhatî li ser depekî spî dinivîse li navenda pêgehandinê ya Horîyê bo çekdarên zarok ên "Dewleta Îslamî" li Tel Marûfê di 11ê Sibatê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Hesenê 13 salî, dibe ku zordarî ji "Dewleta Îslamî" re kiribe, lê li şûn ku wî yekser bixin zindanê de, desthilatdarîya Kurdî li bakurê Sûrîyayê ew li navendeke pêgehandinê bi cih kir.

Hesen yek e ji dora 80 xortên nûhatî, ên 12 heta 17 salî ne, li navenda Horîyê li Tel Merûfê li parêzgeha Hesekê tê nûtahîlkirin. Hemû yan ji alîyê şervanên Kurd yan hêzên hevpeymanîya navdewletî ve hatin girtin.

Hin ji wan zarokên malbatên DAIŞê ne, yên dibe ku dêûbavên wan di zindanan de bin, lê hin din yekser hatin tecnîdkirin -- bi zorê yan bi awayekî xwebexş -- ji alîyê DAIŞê ve.

Berpirsyarên xwecihî mikur tên ku zindanên wan mişt in û dibêjin ew hêvî dikin ku rêbazekî avaker karibe alîkarîyê bike ku têkilîyan bi êlên xwecihî re saz bike, êlên ku rojekê ji rojan piştgirîya tundrewan dikirin.

Xortekî nûhatî tiştan ji morîkan çêdike li navenda pêgehandinê ya Horîyê bo çekdarên zarok ên "Dewleta Îslamî" li Tel Marûfê di 11ê Sibatê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Xortekî nûhatî tiştan ji morîkan çêdike li navenda pêgehandinê ya Horîyê bo çekdarên zarok ên "Dewleta Îslamî" li Tel Marûfê di 11ê Sibatê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Xortekî nûhatî li pêşîya neynikekê rûdine li navenda pêgehandinê ya Horîyê, cihê ku ew fêr dibe çawa ew bibe berber, di 11ê Sibatê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Xortekî nûhatî li pêşîya neynikekê rûdine li navenda pêgehandinê ya Horîyê, cihê ku ew fêr dibe çawa ew bibe berber, di 11ê Sibatê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Hesen, destpêka vê salê, derbasî navenda Horîyê bû, piştî çend mehan ji vekirina kompleksa odeyên bi qermîdên sor û nivîngehên ku gulistaneke lakêşe çarçove dike.

Weke ku ew kurê fermandarekî DAIŞê yê bilind e li bajarê Reqayê yê Sûrîyayê, ya ku carekê paytexta de fakoto bû ji Dewleta Rêxistinê re, wî bi awayekî asayî serjêkirin didît.

Hêzên Kurdî yên ew giritin wêneyek dît wêneya nîşan dikir ku ew radihêjt serîyekî jêkiriî, lê ne xuya bû eger xort bi xwe kesek kuştiye.

Roka Xelîl, yek ji her du birêveberên navendê, got "dema ew gihişt, weke gelekan ji wan, wî silav nekir, wî destên me nehejandin û li çavên me nenerî".

"Bi hêsanî tên dirustkirin"

Weke nûhatîyên DAIŞê yên din yên bi "şêrzadên xîlafetê" tên binavkrin, Hesen rastî hewldanên rêxistinê hatiye daku ew slogana xwe ya tundîyê û îdîolojîya tund li ser nifşekî tam ferz bike.

Ebîr Xalid, hevseroka navendê got, aniha ew xortên nûhatî di xewgehan de bi cih bûne, cihê ku telefon lê nîne û nikarin derbasî Înternetê bibin lê karmend bi şev û roj li wir hene.

"Em wan weke mirov, qurbanîyên şer raçav dikin," wê got.

Tevî ku piranîya zarokan Sûrî ne, navend herwiha mêvandarîya "şêrzadên" ji welatan, di nav wan de Tirkîya û Endoîsya, dike.

Gelek rotîn di jîyana wan a rojane de heye, di nav de werziş, karên sivik ên cihêreng ên rojane li kompleks û kargehên ku wan fêr dikin ku bibin berber û terzî.

Herwiha ji tiştên bingehîn di proseya nûtahîlkirinê de, minhacê xwendinê ê ku dîrok û erdnîgarîyê, waneyên Kurdî û Erebî û herwiha waneya "sincê" di nav xwe de dihewîne.

Gelek ji wan feqîrîtî dîtiye, kêm perwerde wergirtine û di jîngehin malbatî yên tund de bi xwedî bûne. Çar ji wan ji alîyê DAIŞê ve hatin şandin daku operasyonên xwekujî cîbicî bikin lê li şûn wê wan xwe radest kir, li gorî stafê navendê.

Xelîl got, "ev yek diyar dike ku îdîolojîya wan ne gelekî kûr e û mirov dikare bi hêsanê wan vegerînin ser rê yê".

Cezane kêmkirî

Sêyekek ji "mêvanên" navendê ciza li wan hatiye birîn ji şeş mehan heta heft salan di zindanê de, lê desthilatdarîya Kurdî bawer dike ku dibe ew werin nûtahîlkirin eger jîngeheke piştgirdar ji wan re were peydakirin.

Eger reftarên wan baş bin li navenda Horîyê, dibe ku cizayên wan werin kêmkirin û dibe ku di nav çend mehan de ew werin berdan û tevlî malbatên xwe bibin.

Hesen aniha bendewarîya darizandinê dike û Xelîl got ku dibe bêtir ji sê salan ceza lê were birîn, tevî ku dibe were kêmkirin.

Xelîl got gelekî zû ye em bibêjin ku çalakîyên navendê serkeftî ne, lê wî piştrast kir ku encam berhest bûn.

Wê got, "îroj, gelek ji wan ji ber xwe ve tên bi me re diaxêvin".

"Hesean nema hevalên xwe yên di polê de bêrûmet dike dema ku pevçûn çêdibe," wê got, wê anî ser ziman jî ku "heta ew li mûzîkê jî guhdarîyê dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500