Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq dixwaze weberhênanên Siûdî biyabana Enbarê pêş ve bibin

Ala Husên li Bexdayê

Welatîyên Îraqî li bistanekî kar dikin li nêzî pira Bzêbiz li ser sînorê di navbera parêzgehên Bexdayê û Enbarê de roja 14ê Hezîrana, 2016an. [Sebah Arar/AFP]

Welatîyên Îraqî li bistanekî kar dikin li nêzî pira Bzêbiz li ser sînorê di navbera parêzgehên Bexdayê û Enbarê de roja 14ê Hezîrana, 2016an. [Sebah Arar/AFP]

Îraq kar dike bo vekişîna weberhênana Siûdî bo alîkarîkirinê di çandina rûberên berfireh ên zevîyên biyabanî li Enbarê û wiha dê aborîya parêzgehê bê vejiyandin.

Erebistana Siûdî xwedan sînorekî dirêj e ligel parêzgeha herî rojavayî ya Îraqî, û hejmarek ji kompanyayê Siûdî yên xuya aniha li wir kar dikin, di nav Almeraî, ya ku li navçeya Rumanayê weberhênanê dike.

Enbar mezintirîn parêzgeha Îraqî ye, dora sêyeke welat pêk tîne û rûbera wê dora 138,500 kîlometrên çargoşe ye ku piranîya wê biyaban e.

Sektorê çandinîyê rastî xesarên mezin hat dema dagirkerîya "Dewleta Îslamî", piştî ku rêxistinê dest danî ser çolên çandinîyên û bistanan û bazirganî rawestand, û gelek xelk neçar man ji malên xwe birevin.

Ji dema ragehandina serkeftina li ser DAIŞê, Îraq kar li ser bûjandina berhemdarîya çandinîyê dike li deverên rizgarkirî û çandina berhemên niştîmanî ji werzên stratejî mîna genim û ceh.

Ev xebat vekirina sayloyên ku dê weke cihên bênderkirin û bazirganîkirinê bin û elwekirina rêyên selamet bo traktor û kamyonên ku dê werzîyan bo cihên îmbarkirina wan veguhêzin dihundirîne.

Îsal, hikûmeta Îraqî propozelek bo Erebistana Siûdî pêşkêş kir bi rêya encumeneke kordînekirinê ya hevbeş ya ku dixwaze hevkarîya weberhênanê û aborîyê di navebera herdu welatan de qayim bike.

Weberhênana çandindarî

Encumena Hevkarîyê ya Siûdî-Îraqî aniha weberhênanê di milyon hektarî ji zevîyên çandinîyê dike li Enbarê bo pêşxistin û pêgehandina sektorê çandinîyê, Wezareta Bazirganîyê meha borî got.

"Tevî ku projekt heta aniha bi fermî nehatiye pesendkirin û nexşe nehatine kêşan, eger ew bi cih were, dê rolê bibîne di transformkirina rûberên berfireh ên biyabana Enbarê bo zevîyên çandinîyê," cîgirê serokê birêveberîya çandinîyê li Enbarê, Musena Sebtî got.

Hikûmetên berê yên Îraqê xwestin vê projektê bicih bînin, lêbelê ji ber nebûna avê bicihanîn ket dîwar de, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Eger projekt hat sipartin bi kompanîyeke xwedan ezmûneke bilind ku karîna wê hebe faylê avê baş û bi duristî îdare bike, ew projekteke pêkan e û dikare bi cih were, ji ber xaka Enbarê pîtandar e û ji çandinîyê re guncan e," wî got.

"Wezareta Çandinîyê, di du salan de û bi hevkarî ligel Birêveberîya Çandinîyê li Enbarê, karî 65% ji xaka çandinîyê yên baştirkirî pêgihandin bike" piştî dagirkerîya DAIŞê, wî got.

"Bexda dikare piştgirîya xwe ji çandinîyê re li Enbarê misoger bike bi rêya piştîvanîkirina weberhênana nû û peydakirina hêsankarîyan bo weberhênerên Ereb û biyanî re bo vejiyandina çandinîyê li parêzgehê," wî got.

Wezîfdarkirina derfetan

Çandina deverên biyabanî, yên ji Remadîyê heta bi sînorê welat dirêj dibin, dê wan ji penageheke ewle bo DAIŞê bo zevîyên çandinîyê transform bike û ev yek dê xwedan sûcên aborî be, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd, got.

"Ajansên ewlekarîyê li parêzgehê karîne derbasbûna weberhêneran bo her cihî li parêzgehê ewle bikin û weberhênanên wan biparêzin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku parêzgeha Enbarê tê parastin bi rêya koverê hewayî, bi rêya çavdêrîkirina bi balafirên bê balafirvan û hejmareke mezin ji karmendên ewlehîyê.

Projekta çandina xaka biyabanî dê bibe sedema wezîfedarkirina bi hezarên karkeran, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Fehed Mişaan ji Diyaruna re ragihand.

"Wezîfedarkirina ciwanan û misogerkirina jêdereke sabit a dahatê ji wan re dê wan ji tevlîbûyîna di nav rêzên komên terorîst de bi dûr bigre, ji ber ew hertimî hewl didin wan tejnîd bikin bi rêya peran û bikaranîna hewcedarîya wan a diravî," wî got.

Bi heman awayî, "teror nikare cihê pêyê xwe li bajarên vegeşbûyî çêke", wî anî ziman.

Wî balkişan ku girêdana Îraqê bi welatên cîran re bi rêya berjewendîyên aborî yên hevbeş dê alîkarîyê di hêzdarkirina hevkarîya ewlekarî de bike, û ev yek dê rolê bibîne "nehiştina terorê de û qayimkirina kontrola sînor".

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav û Rêz! Tika ye derfetên kar bo endezyarên çandinîyê çêbikin di rêya van projeyan de.

BERSIV BIDE

Hahahah. Naîm Kawid hat revandin û ew aniha bi rastî çêl li çandinîyê dike! Heta tu nikarî berevanîya xwe li hember revandinê jî bikî û aniha tu dixwazî li newalên Remadîyê bigerî.

BERSIV BIDE

Eger weberhînerek were û biyabanê biçîne, dê çi qezenc bigihe Îraqê?

BERSIV BIDE