Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Endamên DAIŞê ji Yermûkê ber bi devera Badîyayê ve dedikevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev wêne karwaneke basan nîşan dide dema ku derbasî kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî li başûrê Şamê dibe daku endamên DAIŞê bo Badîyaya Sûrî biguhêze. [Wêne ji Behaa Sahilî hatiye wergirtin]

Ev wêne karwaneke basan nîşan dide dema ku derbasî kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî li başûrê Şamê dibe daku endamên DAIŞê bo Badîyaya Sûrî biguhêze. [Wêne ji Behaa Sahilî hatiye wergirtin]

Çalakvanekî xwecihî got ku cekdarên "Dewleta Îslamî" û malbatên xwe dest pê kirine dest ji deverên başûrê Şamê berdidin, tevî ku rejîma Sûrî hîn teqez nekiriye ku wê lihevkirineke derkirinê bi rêxistinê re wajû kiriye.

Nifşê duyem ji çekdarên DAIŞê bi şev ji herêmê derket, Rewangehe Sûrî bo Mafên Mirov îro Duşemê (21ê Gulanê) got, nifşê yekem ji herêmê bi basê hat guhestin ber bi herêma Badîyayê ve.

Ev gav hat piştî şerê dijwar di navbera her du alîyan li deverên li başûrê Şamê, şerê ku bêtir ji mehekê berdewam kir û bêtir ji 250 hêzên alîgirê rejîmê, 233 çekdarên DAIŞê û bêtir ji 60 sivîlan mirî li şûn xwe hiştin, li gorî Rewangehê.

Ev derxistin dê bihêle ku Şam û deverên derdora wê bi awayekî tam bên jêr kontrola rejîmê, AFP ragihand.

Kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî rastî ziyanên mezin hat di encama şerê di navbera rejîma Sûrî û "Dewleta Îslamî" de. [Wêne ji Behaa Sahilî hatiye wergirtin]

Kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî rastî ziyanên mezin hat di encama şerê di navbera rejîma Sûrî û "Dewleta Îslamî" de. [Wêne ji Behaa Sahilî hatiye wergirtin]

Derxistin dest pê dike

Bas hatin şopgirtin ku çekdarên DAIŞê ji taxa Tedemunê û kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî diguhêzin ber bi devereke li jêr kontrola DAIŞê li biyabanê, çalakvan Beha Sahilî ji Diyaruna re got.

Wî got ku dengê fîşek û teqînan di şerê di navbera her du alîyan de hêdî hêdî kêm bû û şeva Şemîyê yek car rawestiya.

Wî got ku karwana yekem hat dîtin ku di berbanga roja Yekşemê de ji Yermûkê derdikeve ber bi herêma Biyabanê ve û hejmarek ji basan hatin dîtin ku dema nîvro roja Yekşemê derbasî kampê dibin da ku nifşê duyem der bikin.

Bas li xaçerêya Betîxayê li nêz derbasgeha Yermûkê civiyan li jêr parastineke ewlekarî ya xurt, Sahliî got.

Çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji taxên Hecer Eswedê, Yermûk û Tedamunê ber bi wê xala kombûnê ve diçûn, wî got.

Ewrine reş ji dûmanê roja Yekşemê li ser Yermûkê bilind bûn, wî got -- ne ji ber şer, lê ji ber endamên DAIŞê agir berdane baregehe û malên ku li herêmê bi kar anîn, yên ew ji wan vedikişiyan.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku operesyona derkirinê "bi şev û bi awayekî nepenî" hat cîbicîkirin.

"Rejîma Sûrî qebûl nake ku giftûgoyê bi DAIŞê re bike û dixwaze piştrast be ku karwan ji alîyê hevpeymanîyê ve neyê armanckirin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500