Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Jîyana normal xewneke dûr e ji Sûrîyên ku DAIŞê ew bêwar kirine re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sivîl ji parêzgeha Sûrî Dêra Zorê ji ber "Dewleta Îslamî" direvin ber bi kampa Sed li parêzgeha Hessekê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demekratîk hatiye wergertin]

Sivîl ji parêzgeha Sûrî Dêra Zorê ji ber "Dewleta Îslamî" direvin ber bi kampa Sed li parêzgeha Hessekê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demekratîk hatiye wergertin]

Tevî ku "Dewleta Îslamî" kontrola beşekî piçûk ji erda ku berî demekê li jêr kontrola wê bû li Sûrîyayê dike, gelek malbat derdê dikinşînin ji ber êrîşên ên bê çare .

Dema rêxistinê yekem car kontrolkirina beşekî piçûk ji Sûrîyayê bi dest xist, bi taybet li parêzgehên Reqa û Dêra Zorê, zor li gelek niştecîyan hat ku birevin, karkerekî hewarçûnê li bakurê Sûrîyayê bi navê Mihemed Hiso got.

Piştî bi darêzorê hat derxsitn ji deverên ku carekê li jêr kontrola wê bûn, DAIŞê wêrankirineke mezin li paş xwe hişt, wêrankirina ku nehişt gelek bêwarên xwemalî vegerin warê xwe, wî ji Diyaruna re got.

Bajarê Reqayê bûye zevîyekî mayînan, wî got, wî not kir piranîya taxan miût teqînên bidestçêkirî neyên ji alîyê rêxistinê ve hatin çandin berî ew ji bajar were derxistin.

Vê yekê vegera niştecîyên bajar dereng hişt, piranîya wan hîn li kampên bêwarîyê rûniştî ne, Hiso got.

"Hewcedarî heye ku molozên avahîyên di şerê li dijî rêxistinê de hatin wêrankirin werin rakirin, herwiha laş jî, yên ku hîn gelek ji wan li jêr molozan in," wî got.

Wî got ku beşin din ji Reqa, Dêra Zorê û Hesekê rastî heman meseleyan tên.

DAIŞ parçeyekî piçûk ji erdê li dirêjahîya Çamê Feratê nêzîkî Albû Kemalê, û deverin piçûk li biyabana rijhilatê Sûrîyayê li ser sînorê bi Îraqê re li jêr kontrola xwe hiştinetevî ew bi awayekî zêde li van deveran tê bombebarankirin.

Bêwar berdewam zehmetîyan dikişînin

Welatîya Meyadînê, Meyada Ebûd Selman, a ku aniha li kampa bêwaran a el-Sedê dijî, ji Diyaruna re got hevjînê wê îsrar kir ku ji bajar birevin piştî bajar kete jêr kontrola DAIŞê de, ji ber ew li ser ewlehîya herdu keçên xwe ditirsiya, yên ku 15 û 16 salî ne.

Wê got, "Xweş tê zanîn ku keç gencîneke giranbiha ne ji çekdarên DAIŞê re û [gelek ji wan] û ew bi zorê bi çekdaran re hatin zewicandin,"

"Çarenivîseke reş" dê li pêşîya keçên wê be eger ew yek hatiba serê wan, wê got.

Selman got ku malbata wê ti kelûpelên xwe nefiroştin berî ew birevin, ji ber vê yekê dê eşkere kiriba ku ew nêt dikin birevin.

Dema ew bendewarîyê dikin ku vegerin malên xwe, Sûrî li kampan "derdê kêmbûna hewarçûnê dikişînin", karmendekî Heyva Sor a Kurdî li Efrînê, bi navê Azad Dudikî, got.

"Piranîya rêxistinên navdewletî alîkarîyê dabîn nakin ji ber ew li ser jîyana karmendên xwe ditirsin," wî ji Diyaruna re got, niştecîyên kampê biranîya xwe derdê kêmbûna xizmetguzarîya bijîşkî dikişînin.

Zarok, temendirêj û kesên bi nexweşîyên giran ew in yên ku gefa herî mezin li ser wan heye, wî not kir ku nîgaranîyên tendirustî dikevine ser "kêmbûna avê û zekmetîyên malî".

"Piranîya niştecîyên deverên ku DAIŞê dest danî ser wan di çandinî û bixwedîkirina pez de kar dikirin, kêm ji wan di karên hikûmî de kar dikirin," Dudikî got, wî not kir ku hemû jêdera mûçeyê ya sereke ji dest wan çû dema ew ji rêxistinê reviyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500