Nûçeyên Iraqê
Remezan

Tehrîr el-Şam bacine nû li Ilibê ferz dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nanpêj nan li firinê çêdikin li Idlibê, cihê ku Tehrîr el-Şam hewl dide dest deyne ser firinan û kontrola wan bike daku qezecan bi dest bixe.

Nanpêj nan li firinê çêdikin li Idlibê, cihê ku Tehrîr el-Şam hewl dide dest deyne ser firinan û kontrola wan bike daku qezecan bi dest bixe.

Tehrîr el-Şam dest pê kiriye bacinên nû li ser niştecîyan ferz dike li deverên bakurê Sûrîyayê yên ew bi rê ve dibe di rêya ya jê re tê gotin Hikûmeta Rizgarkirinê ya Niştimanî, bi taybet li parêzgeha Idlibê, gundewarê Hema û Helebê, çalakvanê xwecihî got.

Di mehên dawî de, hevalbenda tund hewl da ku bi xwe bixe şûna Hikûmeta Sûrî ya Demkî ; wê girte ser ofîsên wê, endamên stafa wê girtin û ji wan xwest ku ji ofîsên xwe derkevin û qezencan bidin hevbendîyê.

Ligel ku wê bacên nû li ser niştecîyan ferz kirin, Tehrîr el-Şam aniha hewl dide ku dest deyne ser encumena xwecihî û sazîyên din û wan kontrol bike ya ku bandorê li jîyana wan a rojane dike.

Tehrîr el-Şam roja Çarşemê (16ê Gulanê) araste li encumena xwecihî li Idlibê, gundewarê Hema û Helebê belav kirin, di rêya Wezareta Birêveberîya Xwecihî û Xizmetguzarîyan ya hikûmeta demkî re, çalakvan Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Encumena xwecihî ya Maeret Numanê, ya ku di vê avahîyê de bû, ji alîyê Terîr el-Şam hate jihevxistin. [Wêne ji Nuseb Esaf hatiye wergertin]

Encumena xwecihî ya Maeret Numanê, ya ku di vê avahîyê de bû, ji alîyê Terîr el-Şam hate jihevxistin. [Wêne ji Nuseb Esaf hatiye wergertin]

Vî arasteyî ji karkerên çêkirina kehrebeyê xwest ku bacan bidin hev, kesên kêmayîyê bikin gilîyê wan bikin û kehrebê ji ser wan qut bikin, ev yek tê wateya ku xwedîyên jeneratoran mecbûr in bacên nehatî dayîn bidin.

Tîmin ji wezaretê di pişt re dê bacên ji alîyê xwedîyên generatoran hatine dayîn bidin hev dema ew bacên xwe bidin, Esaf got.

Girankirina barê niştecîyan

Esaf got ku vê gavê tengijî li deverê zêde bûye, wî not kir ku araste bi destpêka Remadenê re hat.

wî got ku ev yek dê barê li ser milê niştecîyên deverê zêde bike, yên ji berê ve derdê krîzeke aborî û belavbûna betalîyê dikişînin.

Zêdeyî vê yekê, xişmetguzarîya sîstema ava nepaqij nehatiye dabînkirin. Niştecî rahiştine barê daneheva gemarê, bi alîkarîya encumenên xwecihî, ya red dike ku bi hikûmeta rizgarkirinê re kar bike.

Rûtengijîn li herêma Idlibê belav dibe di navbera Tehrîr el-Şam û encumenên xwecihî de, yên red dikin ku alîkarîyê bikin û kar bikin bi hikûmeta rîzgarkirinê re.

Di heman demê de, Tehrîr el-Şam hewl dide ku desthilatdarîya xwe ferz bike da ku mêjera qezenca xwe zêde bike, Esaf wiha got.

Li bajarê Dar Izayê, Tehrîr el-Şam dest danî ser du navgînên pasvanîya encumena xwecihî piştî encumenê red kir ku firina bajar bide dest hevalbendîyê, ji ber ew nan bi belaş dide niştecîyan, wî got.

Niştecîyên Maeret Numanê her û her bi pasvanîya Tehrîr Şam re pev diçû ji dema ku hevalbendê encumena xwecihî ji hev xist û yeke nû girêdayî wê li deverê destnîşan kir.

Niştecîyên Maeret Numanê red kirin ku hilbijartinên encumena xwecihî çêkin yan endamên encumenê ên nû destnîşan bikin û israr kirin ku ew dê tenê li gel encumena xwecihî ya wan hilbijartiye kar bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500