Nûçeyên Iraqê
Ol

Artêşa Îraqî di berdestkirina perestgehan de alîkarîyê dike

Xalid Ta'î

Dêra Mar Yûsiv li Bexdayê di vê dîmena ku divegere Mijdara 2016an de diyar dibe, berî ew were nûkirin. [Wêne ji malpera Patryarkîya Kildanî Kasolîkî hatiye wergirtin]

Dêra Mar Yûsiv li Bexdayê di vê dîmena ku divegere Mijdara 2016an de diyar dibe, berî ew were nûkirin. [Wêne ji malpera Patryarkîya Kildanî Kasolîkî hatiye wergirtin]

Ligel erkên wê ên ewlehî, artêşa Îraqî bi çalakdarî tevlî xebatên pêgehandin û parastina perestgehên li ser destê terorê hatibûn rûxandin dibin da ku xelk nimêj û selewatên xwe bê tirs li dar bixin.

Wezareta Berevanîyê vê dawîyê ragihand ku wê Dêra Kosolîkî ya Mar Yûsiv Çaldyan li Bexdayê nû kir di çarçoveya kampanyayekê de bo alîkarîkirina dîsan avakirina hemû dêr, mizgeft û perstgehên ku hatin neçarkirin ku derîyên xwe bigrin.

Komek ji efseran û karmedên Fermandarîya Operasyonên Bexdayê dêra Mar Yûsiv dîsan ava kirin, berdevkê wezaretê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Ev dêr, ku dikeve taxa Hey Amil li başûr rojvayê Bexdayê, ji 2007an ve hatibû girtin, piştî ku ew rastî êrîşê hat û keşayê wê Gebryêl Şemamî hatibû revandin û paşê ew serbest hat berdan.

Fermandarine artêşa Îraqî civînekê li Dêra Mar Hena li parêzgeha Nînewayê hazir dibin. Ev wêne Roja Krîsmasê, 25ê Mijdara 2016an hatiye kişandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarine artêşa Îraqî civînekê li Dêra Mar Hena li parêzgeha Nînewayê hazir dibin. Ev wêne Roja Krîsmasê, 25ê Mijdara 2016an hatiye kişandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ji dema avakirina dêrê ve, ku sala 1965an hat avakirin, ew terikandî bû.

Karê pêgehandinê paqijkirina dêrê, paqijkirina kavilan û çakirina derî û pencereyan, û herwiha çêkirin û boyaxkirina dîwaran û çakirina sîstemên kehreb û avê dihundirîne.

Beşeke ji kampanyayeke kordînekirî

Xefacî got ku xebatên berê hebûn bo nûkirin û pêgehandina dêrên din ên ku bi temamî yan bi beşekî bi destê terorîstan hatin wêrankirin li Bertilayê li rojhilatê Mûsilê.

Xebatên nûkirinê beşek in ji "kampanyayeke kordînekirî bi sazîyên din ên hikûmetê û dezgehên xêrdar re bo alîkarîkirin di nûavakirina hemû perestgehan de, bi teybetî yên dîrokî, ji ber ku ew cihên kelepûrî ne", wî got.

Wî got ev xebat zelal dikin ku artêşa Îraqî ya hemû Îraqîyan e bêyî cawazî, û artêş serfiraz e ku wekî tîmeke yekgirtî ligel sektorê din ên civaka Îraqî di xebatê de.

"Peyama me ew e, her çawa me xaka xwe rizgar kir û teror şikand, em tevlî xebatên nûavakirinê û vegerandina xelkê bo malên wan dibin," wî got.

Wî got ku hemû pêkhatîyên civaka Îraqî li ser destê DAIŞê zehmetî jiyan kirine.

"Xelk rastî trajîdîyên êşdar ên ku di dîrokê de nehatine dîtin bûne, û aniha dem hatîye ku em hemû destên hev bigrin û cih bigrin di avakirina siberojeke geştir de bo gelê xwe," wî got.

Vegerandina cihên pîroz ên li Îraqê

Di çarçoveya xebateke hevşêwe de, hêzên ewlkarîyê alîkarîya Desteya Weqfa Sunî li Diyalayê dikin di dubare vakirina çendîn mizgeftan de ku ji ber terorê hatibûn girtin.

Bi alîkarîya serkirdatîya polîs û artêşê, 113 mizgeft dîsan hatin vekirin, Taha Mecmeyî, serokê Desteya Weqfa Sunî li Diyalayê got.

Hinek ji wan ev deh sal bûn ku hatibûn girtin ji ber êrîş û gefên terorîstan, wî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekrîyê "alîkarîya me kirin di elwekirin û pêgehanidna van mizgeftan û vegerandina wan bo rewşa berê", wî got, wî da zanîn jî ku ew hatin vekirin bi amadebûna zanayên olê yên Sûnî û Şî'î û şênîyên ku hevsozîya xwe derbirîn kirin.

Li parêzgeha Nînewayê, hêzên ewlekarîyê bi şênîyan re kar dikin bo amadekirina perestgehên ku di sê salên borî de hatibûn wêrankirin.

Çendîn mizgeft li Mûsilê û dêr li Nînewayê, di nav de Dêra Mar Behnam û Dêra Mar Hena li Qereqoşê, herwiha perestgehên Êzîdîyan li Şingalê dubare dergehên xwe vekirin û careke din pêşwazîya nimêjkeran kirin.

Paş derxistina DAIŞê, hêzên ewlekarîyê dixwazin ku rewşa asayî berdest bikin û dezgehên aştîyê û pêşketinê damezrênin, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Hesen Şebîb ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku wan roleke erînî gerand di destekirina xebatên avakirina perestgehan de û peydakirina jîngeke ewle ji xelkê re bo lidarxistina nimîj û festîvalên olî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500