Nûçeyên Iraqê
Remezan

Îraq dest bi plana ewlekarîyê ya piştî serdema DAIŞê dike

Xalid Ta´î

Karmendekî ewlekarîyê li Bexadyê bi ajokerê navgînekê re diaxêve di 17ê Hezîrana sala 2017an de weke beşekî ji xebata sala borî bo misogerkirina ewlekarîya giştî di Remedanê de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergertin]

Karmendekî ewlekarîyê li Bexadyê bi ajokerê navgînekê re diaxêve di 17ê Hezîrana sala 2017an de weke beşekî ji xebata sala borî bo misogerkirina ewlekarîya giştî di Remedanê de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergertin]

Wezareta Karê Hundir a Îraqî îro Çarşemê (16ê Gulanê) plana xwe ya ewlekarîyê ya yekem bo Remedanê ji çaxa serkeftina wê li ser "Dewleta Îslamî" cîbicî dike.

"Wezareta me dest pê kiriye planeke ewlekarî cîbicî dike bo parastina giyanên welatîyan û semyanên wan di meha Remedanê de," şêwirmendê medyaya wezaretê Wehab Ta´î ji Diyaruna re got.

Ev plan asteke mezintir ji nermîtîyê dihewîne, wî got, lê dijwarîya wê dê nekêmtir be di xebatên xwe yên parastina Îraqîyan de dema ew meha pîroz jiyan dikin.

"Em dê rê û sikakên gitî vekin da ku em bihêlin xelk bi rewanî di wan re derbas bibin ji bo ku em barê xelkên birojî sivik bikin û em ji wam re hêsan bikin ku bigihin malên xwe ya xwaringehan da ku fitar û paşîvan bixwin," Ta´î got.

Du karmendên Îraqî çavdêrîya trafîkê li Bexdayê dikin li ser kenala CCTV di Hezîrana sala 2017an de weke beşekî ji xebatên sala borî bo misogerkirina ewlekarîya giştî di Remedanê de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergertin]

Du karmendên Îraqî çavdêrîya trafîkê li Bexdayê dikin li ser kenala CCTV di Hezîrana sala 2017an de weke beşekî ji xebatên sala borî bo misogerkirina ewlekarîya giştî di Remedanê de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergertin]

"Herwiha me emir daye yekîneyên xwe di hêzên rizgarkirinê de, polîs û hêzên trafîkê da ku hemû resorsên xwe bi kar bînin ji bo welatîyan biparêzin dema ew ayînên xwe yên olî di vê mehê de dikin." wî anî ser ziman.

Ewlekarî dê were berferehkirin bo parastina mişterîyan di bazarên gelemperî, mol û navendên firoştinê de û qehwe û cihên ku xelk lê dicivin biparêzin daku şevên Remedanê bibiwêrin, Ta´î got.

Agahîyên hewalgirî kilîta ewlekarîyê ne

Bi awayekî sereke plan xwe dispêre agahîyên istixbaratî, Ta´î got, ên tên bikaranîn da ku bidin dû terorîst û komên tawanbaran û komploya wan têk bibin.

Wezaret dê kar bike bo misogerkirina biserketina plana ewlekarîyê ya Remedanê, bi heman awayê ku wê pê kar kir da ku bûyerên olî û hilbijartinên parlemanî yên vê dawîyê misoger bike.

Bi Mîlyonan serdan bo pîrozgehan hatin lidarxistin vê salê, wî got, wî not kir ku tu binpêkirin di hilbijartinên parlemanî de çênebûn.

"Em hewcedar in ku welatî alîkarîyê bi me re bikin da ku em karibin bi berpirsyarîyên li ser milên xwe rabin," wî anî ser ziman, wî bang li Îraqîyan kir ku hişyar bimînin da ku çi çalakîya gumanbar hebe ragihînin.

Hikûmeta Îraqî roja Sêşemê îlan kir ku ew dê demjimêrên kar ên fermî demjimêrekê kêm bike di meha Remedanê de, wê ev yek ji birêveberî û sazemenîyên hikûmî re hişt da ku biryar bidin bê çend saetan dê kêm bikin.

"Em, bi van tedbîrên ewlekarî di Remedanê de, vehesandî ne," Tehsîn Ebûdî yê 53-salî yê ji taxa Zaferanîyayê, ji Diyaruna re got.

"Rewş îro ya herî ewle û aram e ji berî çend salan ve," wî got.

"Remedan kêfxweşî ye û kêfxweşîya me vê salê cuda ye, ji ber ev Remedana yekem e piştî biserketina me li ser DAIŞê," Urûba Husên a 42 salî, ya ji taxa Şurtayê ya Bexdayê, got.

"Ev meha perestin û rojîyê ye û nimêjên me di vê Remedanê de dê ji bo ku em bi ewlekarîyê pîroz bibin û em xwe ji terorîstê dawî xilas bikin," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500