Nûçeyên Iraqê
Penaber

Bêwarên Homsê li Qelaet Medîq asê mane

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokekî Sûrî şevê li çola vekirî derbas dike piştî derbasgeha Qelaet Medîq di rûyê bêwarên ku berê xwe didin bakurê Sûrîyayê hat girtin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatîye wergirtin]

Zarokekî Sûrî şevê li çola vekirî derbas dike piştî derbasgeha Qelaet Medîq di rûyê bêwarên ku berê xwe didin bakurê Sûrîyayê hat girtin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatîye wergirtin]

Sivîlên Sûrî û endamên opozîsyonê yên ji malên xwe li gundewarên parêzgeha Homsê hatin derxistin li gorî rêkeftineke bi rejîma Sûrîyayê re xwe li devera Qelaet Medîq li Hemayê asêmayî dîtin.

Bi dirêjahîya du mehên borî, bêhtirî 60,000 bêwarên ji deverên berê dorpêçkirî gihiştine parêzgeha Idlibê û bakurê parêzgeha Hemayê. li gorî Pijîşkên Bê Sînor (MSF).

Piranîya kesên ku li bajarokê dikeve bakurê Hemayê û keleha Qelaet Medîq kom bûne, devera bi "xala sifir" tê naskirin, gihiştîyên nû ne û ji zordarîyê reviyane, MSF got.

Di demekê de ku gihiştîyên nû karîn biçin cihên din, nofên çarem, pêncem û şeşem ên ku malên wan li deverine gundewarî li bakurê parêzgeha Homsê ji wan hatine standin li Qelaet Medîq asê mane, çalakvan Fêsel Ehmed got.

Komek ji dora 5,000 bêwarên Sûrî li bajarokê Qelaet Medîq ê parêzgeha Hemayê asê maye, li wir jî ew bendewarîyê dikin ku rê bê dayîn ku ew biçin bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatîye wergirtin]

Komek ji dora 5,000 bêwarên Sûrî li bajarokê Qelaet Medîq ê parêzgeha Hemayê asê maye, li wir jî ew bendewarîyê dikin ku rê bê dayîn ku ew biçin bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatîye wergirtin]

Dema ew gihiştin vê komgehê, wî ji Diyaruna re got, koma bêtir ji 5,000 bêwar û endamên opozîsyonê rê li ber derbasbûna wê bo bakurê Sûrîyayê hat girtin.

Wî got ku ew ji basan hatine peyakirin piştî rêwîtîyên dirêj û aniha li Qelaet Medîq asê mane, û li wir ew rewşên giran jiyan dikin.

Ehmed got ku piranîya wan li li devera din li nava kelehê kon vedane.

Asêmayîna li Qelaet Medîq

Li gorî rêkeftina agirbestê ya di navbera komên opozîsyonê û rejîma Sûrîyayê de, van kesan derketina ji Homsê ber bi bakurê Sûrîyayê ve bijart, û destûr vê yekê ji wan re hat dayîn.

Ehmed got ku lêbelê aniha komên opozîsyonê li deverê derbasgeha Qelaet Medîq girtine bi behaneya ku malên kêm û nebûna kampan bo vehewandina gihiştîyên nû.

Wî got ku kesên bêwar, gelek ji wan zarok û jin in, asê mane, û neçar bûn ku şeva xwe li çolê biqedînin.

Wî got ku ne tu rêxistinên mirovî ne jî komên opozîsyonê wargeh ji wan re peyda nekirine, ne bi awayekî demkî jî, rewş hişyarîyê ji krîzeke mirovî ya mezin dide.

Ehmed da zanîn ku 13,000 bêwar berî aniha gihiştine bakurê Sûrîyayê bêyî tu kêşeyan û li ser kampan hatine belavkirin, û destûr ji gelekan re hat dan ku bi serbestî cihê mana xwe bibijêrin.

Berberîyên kûr

Ehmed got tevî ku komên opozîsyonê li bakurê Sûrîyayê angaşt kirin ku cih tune ne ku bêwaran li wan bi cih bikin, sedema rasteqîn berberîyeke di navbera koman de ye li ser girêdana endamên opozîsyonê yên dahatî bo deverê û yên heyî.

Wî got ku piranîya bêwarên hatî endamên malbatê û xizmên kesên ku berîya aniha gihiştine, û ev rewşta wa wekî sizakirineke bi kom e li dijî bêwarên nû gihiştine.

Li gorî kesên ku ligel bêwaran asêmayî di têkilîyê de ne, wî got, hêzên li bakurê Sûrîyayê lîsteyên hurgilîdar li dor navên kesên nû gihiştî dixwazin û daxwaz dikin ku ew hemû çekên xw yên kesane jî rasdest bikin.

Wî got ku ji gihiştîyên nû re hatîye gotin ku ew dê neçar bin ku li hinek kampan û wargehên nefermî bimînin, tiştê ku ew bi yekcarî red dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500