Nûçeyên Iraqê
Aborî

Deynên bankî yên Îraqê piştgirîya nûveavakirina Mûsilê dikin

Ala Husên li Bexdayê

Benka pîşesaz a Îraqî beşê xwe yê li Mûsilê vejîn dike di 18ê Nîsanê de piştî derbasbûna sê salan ji girtina wê di serdema 'Dewleta Îslamî" û dê deyninan pêşkêşî pîşesazan bike li parêzgehê. [ Wêne ji Banka Pîşesaz a Îraqî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Benka pîşesaz a Îraqî beşê xwe yê li Mûsilê vejîn dike di 18ê Nîsanê de piştî derbasbûna sê salan ji girtina wê di serdema 'Dewleta Îslamî" û dê deyninan pêşkêşî pîşesazan bike li parêzgehê. [ Wêne ji Banka Pîşesaz a Îraqî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî dest bi pêşkêşkirina deynan ji pîşesazan û xwedîyên kargehan re li Mûsilê dike bo destpêkirina çalakîya nûveavakirinê..

Banka Pîşesaz a Îraqî beşê xwe yê li Mûsilê vejîn kir di 18ê Nîsanê de piştî derbasbûna sê salan ji girtina wê di serdema "Dewleta Îslamî' (DAIŞ) de û dê deyninan pêşkêşî pîşesazan li parêzgehê bike.

"Biryara hikumeta Îraqî di vekirina bankê de li Mûsilê, xwesteka wê ya geşkirina jîyanê di sektorên aborî de li parêzgeha Nînewayê diyar dike, parêzgarê parêzgehê Newaf Akûb ji Diyaruna re got.

Vekirina banka pîşezas a Îraqî gaveke di piştgirîkirina sektora bankî de ye li parêzgehê, wî got, da zanîn jî ku bankine din li bajêr vebûne, ku ya herî nû Banka Eqarî ye ( Banka Samanan).

Piştgirîkirina sektora taybet

Banka Pîşesaz a Îraqî dê deyn û piştgirîya darayî bide dezgehên biçûk û navîn (SMEs) di sektora taybet de bo daxwazên takekesî, pisporeke darayî di Benka Navendî ya Îraqî de bi navê Eyser Cebar ji Diyaruna re got.

Deyn di navbera 5 û 50 milyon dînarên Îraqî de ne ($4,000 ta $40,000) ji her projeyekê re, li gorî celebê projeyê, hema hema bi sûdeke kêmtir, û dora şeş salan dê were dayîn, wî got.

Banka Pîşesaz a Îraqî baş pere li cem hene bo bergkirina daxwazên deynên ku jê re tên, wî anî ser ziman, ku berê parek ji parên ku hikûmetê bi qasê 5 trilyon dînar par kiribû ($4 bilyon) ku ji bo vê yekê wergirtibû.

Hikumeta Federal pere ji bo hemû bankên Îraqî dan bo lebitandina çalkîya aborî li welat.

"Ji stafê bankê li Mûsilê hate xwestin ku bîrokratîyê kêm bikin heya ku karibin bo hêsankirina rêkaran ji deyndaran re", wî got, bi mercê pabendîya bi rê û rêzikên qanûnî ve.

Piranîya deynan dê ji bo projeyên pîşezas ên li rojhilatê Mûsilê bên belavkirin, ku binesazî li wir ji ya rojava çêtir e.

Arandina çalakbûna pîşesazîyê

Destpêkirina deynan dê sektorê pîşesazîyê li Mûsilê han bide û çalakîyênnûavakirinê pêş bixe, Cebar got.

Rojhilatê Mûsilê dest pê kiriye pêşketineke balkêş di çalakîya bazirganî û aborî de dibîne, wî got, firoşgeh û kargehên pîşesazî yên piçûk careke din tên vekirin.

Ligel vê çalakîyê, rêxistin û kargehên navdewletî dest bi hejmareke mezin ji projeyên mezin kirine li bajêr, ên dê alîkarîyê bikin ku sektorê pîşesaz li parêzgehê vejînin.

Divê piştgirîya aborî ne tenê ji Mûsilê re be, divê bigihêje hemû deverên birêveberî yên din li parêzgeha Nînewayê, birêveberê şaredarêya Nînewayê Ebdulqadir Dexîl ji Diyaruna re got.

Plan hene, weke mînak, ku em branşên nû ji hejmarekê ji bankên hikûmî re vekin li devera Şingalê daku piştgirîya çalakîya aborî li wê derê bike, wî got.

Di daxuyanîyekê de, serokê Odeya Bazirganîya Nînewayê Mihemed Elî vekirina branşa banka pêşesaz a Îraqî li Mûsilê pîroz kir.

Hewiha wî bang li hikûmeta federal kir ku pîşesazan ji deynên darayî yên di serdema DAIŞê de ketine ser hev bibexşîne û piştgirîya pîşesazîya xwecihî bike di rêya hêsankirina tevgera kelûpelan di navbera parêzgehan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Projeya we serkeftî be! Ew hêsankirina nûavakirinê bo sivîlan armanc dike. Serkeftin be!

BERSIV BIDE